Ji Îrfan Amîda romaneke nû 'Derî Vekirî Bihêlin Wê Hechecîk Vegerin'
Diyarname
Niha romaneke din li ber destan e, romana nivîskar Îrfan Amîda, "Derî Vekirî Bihêlin Wê Hechecîk Vegerin". Roman ji Weþanên Lîs derketiye.
Nivîskar Îrfan Amîda berî vê bi navê "Pêþangeha Sûretan" (2011) û "Þevek Þîzofrenîk" (2018) du romanên din nivîsandibûn û ev sêyemîn romana wî ye.
Roman li navendeke kurdan, em bibêjin li Nisêbînê, gelek çîrokan di nava xwe de dihebîne, aliyên wê yên derûnî, rewþa kurdan bi xwe pêþkêþ dike.
Di romanê de vegotineke kûr, ya ku dikare mirovan bide fikirandin heye. Berê xwendevan dide þerê xendekan jî lê na raste rast wê nake, çîroka mirovan vedibêje, mirov bi hev re wekî xelkeyan girêdayî, yar û neyar, Seydxanko du xwiþkê wî, karakterên din, Zerîfa, Mazlûm, Sozdar; dîsa bêhna axê, vizîna bê, rîtma zemên, êþ û azara mihacirîyê dadikeve, yan jî bi tu tiþtî danakeve, belkî xwendevan dibêje qey pê tiþtan dikeve...
Nisêbîn, êþ û kedera mirovan, gelek tiþt. Roman her kû diçe kûr dibe, carinan giran jî dibe, lê bi her halê xwe çîrokan vedibêje, çîrokên ji kurdan nedûr, ne ku nedûr, ji nav kurdan, ji nava dilê kurdan...
Em bi vê paragrafa ji romanê nûçeyê girê bidin;
"- De rabe xanimê em ê herin nexweþxaneyê. Bû dereng.
- Dêya te çawa ye berxê min. We ew derxista law. Ji Nisêbînê. Heta hema ev agir vemiriya.
- Agir hilor bûye Zerîxanimê. Geþ bûye. Venamire. Axê diqemirîne.
- Dayê tu zû vegere ha.
Zivirî lê nêrî. Sozdarê ku rext li bejnê bi axê fetisîbû, çi qasî karibe vebixire ew qasî vebiþirî. Zerîfa wê kêlîkê tênegihîþt ku bejîtîya di dengê wî de ji westîna wî ye.
- Zû wer wê hechecîk evgerin.
Ew qasî kûr ketin awirên wê di kortika çavên wê de,
Ew qasî kwîr ketin wekî bayê þûr î þop nediçû ser
Ew qasî elemî bû di pizikê de heþk, wekî hewl da der bike Sozdar. Pê qayil nebû. Dizanîbû nikare. Belkî jî ji ber nehiþt Soztdar hewl bide, bêdengiyeke zirz zîz bû li hundir xênî. Ji wir li hewþê belav bû. Belkî jî li kolanê. Û belkî jî ji ber giraniya bêdengiyê dizanibû Zerîfayê, destê xwe da Mazlûm, wekî xwe bi destê wî ve berde. Dema ew daxist serdabê Mazlûm, bi gurmîniyeke ji dûr, axeke fagikî girîdî dengê wê. Bêhneke mirî mewitî.
- Mazlûmê min çavên min dixurin.
- Qey toz ket çavên te xaltîkê.
- Na lawkê min çavên min dixurin."
Îrfan Amîda kî ye?
Niviskar û mamoste Îrfan Amîd di sala 1968’an de li gundê Qesrê yê bi ser Mêrdînê ve ji dayîk bûye. Wî Beþa Dîrokê ya Zankoya Dîcleyê xwendiye û bûye mamoste.
Îrfan Amîda di sala 1991'ê de li NÇM’yê (Navenda Çanda Mezopotamyayê) li ser çand û folklora kurdî dest bi xebatê kiriye û dema kovara Rewþenê derketiye ew yek ji kesên ku karibûye bi kurdî têde binivîse bûye û nivîsiye. Piþtî çend hejmarên pêþî vegeriyaye Mêrdinê lê têkiliya wî bi Rewþenê (paþê Jiyana Rewþen, Rewþen-name û dûre kovarên din) re qut nebûye. Di navbera salên 2003-2005'an de Serokatiya Egîtîm-Sena Mêrdînê kiriye. Di sala 2017'an de wekî birgûn ji Mêrdînê hatiye dûrxistin. Wî mastera ziman û çanda kurdî qedandiye.
Di gelek rojname û kovaran de nivîsên wî hatine weþandin. Yekem pirtûka wî di sala 2002'yan de (Dîmenên Derizî, Weþanê Sî) derketiye û rêwîtiya wî ya derxistina pirtûkan heta niha bê navber didome.
Heta niha pirtûkên wî yên ku derketine ev in:
- Dîmenên Derizî, Weþanên Sî, Helbest, 2002
- Nameyên Nabersivin, Weþanên Aram, Helbest, 2003
- Þopa Neþûþtî, Weþanên Lîs, Helbest, 2005
- Zaremya, Weþanên Lîs, Helbest, 2009
- Pêþangeha Sûretan, Weþanên Lîs, Roman, 2011
- Qonaxeke Modernîzma Kurdî Helbesta Tîrêjê, Weþanên Lîs, Lêkolîn, 2016
- Þevek Þîzofren, Weþanên Lîs, Roman, 2019
- Derî Vekirî Bihêlin Wê Hechecîk Vegerin, Weþanên Lîs, Roman, 2020
Wergerên wî:
- Balgîfa Mar / Yilan Yastigi, Murathan Mungan, helbestên bijartî, li gel Lal Laleþ, Weþanên Lîs, 2007
- Derî Vekirî Bihêlin Wê Hechecîk Vegerin / Îrfan Amîda / Weþanên Lîs / 216 rûpel / 2020 / Roman