Rewþa darayî û aboriya Herêma Kurdistanê, li hember gef û derfetan
Omer GOLPÎ*
Aboriya ti welat û herêmekê bi tevahî serbixwe nîne, lê belê girêdayî hejmarek faktorên dereveyî ye, lewma ew nêrîna ku dibêje aboriya Herêma Kurdistanê nikare cuda ji aboriya Iraqê pêngavan bavêje, rast nîne û tevî ku rewþa darayî û aboriya Herêma Kurdistanê di jêr bandora rewþa darayî û aboriya Iraqê de ye, lê belê derfetek mezin heye li pêþiya Herêma Kurdistanê ji bo serederîkirineke dirist li gel darayî û baþtir bikarxistina çavkaniyên dehfder ên aborî bo baþtirkirina rewþa jiyanê li herêmê û xweþguzeraniya hemwelatiyan, eger herêm bi xwe bixwaze!
Kêmkirina bihayê pereyê Iraqê, biryareke bilez û ji niþka ve ya Banka Navendî ya Iraqê nebû, weke hunek kes wiha behs dikin, lê belê ji encama lêkolîn û gelek hûrgiliyên þarezayên derve û navxwe bû ji bo wê rewþa niha ya aboriya Iraqê û ew yek gelek bi zelalî di raporta dawî ya yekîneya hawarçûnê bo reformên darayî ya hikûmeta federal de di jêr navê Kaxeza Spî amaje bi wê hatibû dan.
Kabîneya niha ya hikûmeta Bexdayê, tevî nebûna fraksyonekî parlamentoyê ji bo piþtevanîkirina biryar û planên wê, hinek caran arîþe ye, lê di heman demê de jî derfeteke gelek baþ e ji bo ku bi hejmarek biryarên bingehîn kar ji bo baþkirina rewþa darayî û aboriya Iraqê bike, eger weke rewþeke neçarî be jî, çimku hebûna hikûmetekê ku ser bi ti aliyekî siyasî ve nebe û heta qasekê teknokrat be, derfeta wê yekê çê dike, ku hikûmet di jêr fiþara jidestdana deng û bahora hilbijartinê û aliyên rikeber de, dest ji çaksaziyan yan hin biryaran bernede ku neçarî û pêwîst in û êdî derfeta paþxistina wan nameye, lewma kêmkirina bihayê dînar li hember pereyên din, eger ji bo Iraqê aliyekê erênî û aliyekê nerênî hebe, lê ji bo Herêma Kurdistanê du aliyên erênî û aliyeke nerênî heye.
Piþtî wê destpêkê, dixwazim naveroka gotara xwe ku min dabeþî ser gef û derfetên li pêþiya rewþa daraî û aboriya Herêma Kurdistanê kiriye, bixim ber çavan:
Yek / Gefên li berdem rewþa daraî û aboriya Herêma Kurdistanê:
1-Nebûna zelaliyê (þefafiyet):
Mixabin Herêma Kurdistanê di dema heþt kabîneyên berê û vê kabîneyê de jî, weke berdewamiya pirsgirêkên kabîneyên pêþtir û berdewamîderê heman siyaseta rêvebirinê, hertim dahatên rasteqîn ji xelkê û nûnerên xelkê veþartine, ew jî bi sedema wê þêweya rêvebirinê ya herdu partiyên desthilatdar ku ta niha jî li cem wan karê herî li pêþ, jiyandin û baþkirina rewþa aboriya partiyan e nek welat û herêm û sazî, lewma di çend sîmayên cihê de gelek bi hêsanî em diakrin hest bi hebûna du rêveberiyan bikin di warê darayî de, ku ew jî wiha dike em bigihin vê qenaetê ku pirsgirêka aboriya Herêma Kurdistanê berî ku pirsgirêka daketina bihayê petrolê û xercê zêde yê þerê DAIÞê û hatina Coronayê be, ew siyaseta þaþ û çewt a birêvebirinê û bikaranîna nerewa ya jêderên dahatê bi rêjeyek cuda ye, ta dema ku ew herdu partî jî di aliyê siyasî de aboriya Kurdistanê azad nekin, axaftina li ser xalên din ên lawaz û gotûbêj li ser kêþeyên din, giringiyekî wiha nade ti gotin û hewleke zanistî.
Nebûna zelaliyê di dahatê de, bûye sedem ku di ti rewþekê de ti kes û aliyekî çavdêriyê (tevî parlamento û dîwana çavdêriyê) jî nekarin bigihin zanyariyên rast û dirist ên dahatê, dema ku jêderên dahatê jî aþkere nebûn, dê demê êdî derfeta mezin ji bo talankirina dahata welat çê dibe û çênabe ku çavdêriya hejmara rasteqîn a dahatê bê kirin, ku bi rastî milkê xelkê Kurdistanê ne û bi kêmanî nedibû ji nûnerên xelkê veþartî bin.
2-Nebûna saziya daraî û aborî:
Em nabêjin lawazî, çimku ew saziyên li Herêma Kurdistanê erkê aborî û darayî li ser milê wan e, ewqas lawaz in, peyva nebûn baþtir pênaseya wan dike ta lawaziyê, lewma jî mana di vê rewþa niha de, her ji heykelê wezareta darayî ve ta nebûna sîstemeke pêþkeftî ya birêvebirina darayî û aborî ya bi piþtgiriya programên elektronî û þêwe û standara navdewletî yên bo warên darayî û jimêryariyê, nebûn û lawaziya bankên hikûmî, beþdarînekirina çalak a kerta taybet di warê xizmetguzariya bankî de, lawaziya desthilatê û dezgehên çavdêrî û dadweriyê li hember qorixkariya bazarê ji aliyê kompaniyên partiyên desthilatdar ve û gelek warên din ên têkildarî çalakiyên aborî û darayî û bikarxistinên aborî, gefên mezin in li ser þiyana aboriya herêmê û eger di salên berî 2011 de ji ber bilindiya bihayê petrolê, bandora wê weke pêwîst derneketibe, lê di pênc salên bihorî de gelek bi aþkereyî kêþeyên xwe nîþan daye û bi ti awayî nabe ku bi hêviya bilindbûna bihayê petrolê careke din guhertin û reformên bingehîn di wî warî de were paþguhxistin yan paþxistin.
3-Karnekirina bi yasa û guhnedana bi jêderên rewatiyê ji aliyê Encûmena Wezîran ve:
Heta niha jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê, weke saziyeke yaxî ji prensîpên pêþkeftî û þaristanî, li derveyî rewatiya destûrî û yasayî, gelek kar û biryar û proseyên xwe birêve dibe.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê heþt sal e ti plan û bernameyeke wê ya aborî û darayî tune ye, ti kes li Kurdistanê, tevî wezîran jî, nizanin sala bê çi diqewime? Bi dahata Herêma Kurdistanê, hikûmet giring dide çi? Dixwaze herêm û saziyên wê û xelkê wê ber bi çi asoyekê ve bibe? Dahat kêm dibin an zêde, dahat ji bo kîjan armancî tên arastekirin? Wê yekê jî rewþek afirandiye ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê di vî warî de bikeve paþ herdu hikûmetên Efxanistan û Iraqê jî! ku du welatên herî gendel ên cîhanê ne û hertim di pîwana Rêxistina Þefafiyetê ya Cîhanî de para sereke ji gendeliyê hene, lê belê yasaya wan a budceyê heye, wate plana wan bo dahatê û xerciyê heye.
Bila em mînakekê di vî warî de pêþkêþ bikin: Tevî hebûna yasaya pabendkar, lê hikûmetê sindoqa malniþîniyê nîne, sindoqa dahatên petrolê nîne, proseya deranîn û firotina petrolê di tarîtiyê de ye, yasaya budceyê nîne, bêyî ti hesavkirinekê bo jêdera wê, desthilat girêbesta pêncî salî îmze dike û mûçeyên yasayî yên karmendan kêm dike û paþ dixe û hinek caran jî nade, gelek binpêkirinên din ên yasayî jî hene, ku pêwîst nake amaje pê bê dan, hemû ewana wiha dikin ku Encûmena Wezîran weke laþekê derkeve di nava çiravekê de di nava heriyê de asê mabe, heriyek ku eger li ser wê þêweya xwe berdewam be, her tevgereke wê zêdetir wê asê dihêle û proseya niqombûna wê bileztir dike.
4-Zêdebûna hejmara rûniþtvanan û hevdem zêdebûna du jêderên gefê:
Yek ji taybetmendiyên baþên civaka me ev e ku civakeke ciwan e, berdewam jî hejmara wê zêde dibe. Wate jîngeheke guncaw a hêza kar li vir amade ye, eger sedemên din ên alîkar jî hebin, dibe ku ew yek bibe sedem ji bo baþtirkirina rewþa aborî, lê her ev civaka ciwan tejî metirsî û paþerojeke çaverînekirî ye, bi taybet eger rêjeya bêkariyê bi vê rêjeya niha berdewam zêde bibe, di heman demê de rêjeya hejariyê jî.
Bêkarî û hejarî, du bahorên kujek in, ku pir bi hêsanî li gel xwe sîstem û hikûmet û dewletan sist dikin ta asta jinavçûnê, ewqas mênakên zelal jî li ber çavan in pêwîst nake mirov behsa wan bike.
Bi sedema siyaseta þaþ, ne tenê þaþ, lê belê kujek û serederîkirina bêrehm li gel wê dahata digihiþt Herêma Kurdistanê, bi taybet ji salên 2005 ta 2014ê, dahat ne tenê nebû sedema pêþxistina jêrxana aboriya herêmê û xweþderbaskirina xelkê wê, lê bû sedema wêrankirina ew jêderên ku demara aborî digeþandin.
Di wê siyaseta þaþ de, hejmara mûçewergiran hat zêdekirin, gund hatin valakirin, cotkar û ajeldar û baxevan bûne karmendên hikûmetê, kerta çandiniyê hat paþguhxistin, pîþesazî û projeyên biçûk di plan û bernameyên hikûmetê de nebûn, çav li ser dabeþkirina dahata petrolê li ser hemwelatiyan bûn, çi dahata ku ji Bexdayê ve dihat an ya ku nav lê hatibû kirin aboriya serbixwe! Ew jî ji bo ku herdu partiyên desthilatê hejmara alîgirên wan zêdetir be û dengên zêdetir di hilbijartinan de bi dest bixin. Herî dawî yekane derfeta kar ji bo ciwana ku kerta giþtî bû, êdî weke derfetke kar nema, kerta taybet jî hat piþtguhxistin û ji ber qorixkariyê zêdetir kerteke miþexor a xwejîn e li ser piþta kerta giþtî, heya wê astê ku hikûmet di pênc salên bihorî de þiyana dabeþkirina wê mûçeyê jî nema ku her di bingeh de tejî bû ji nedadmendiyê.
Lema em dikarin bêjin, Herêma Kurdistanê li berdem teqîneke mezin a civakî de ye, teqeînek ku eger heye ji bahorên kujek bêtir zirarê bigihîne laþê her welat û dewletekê, ew jî her heman gefa kujek û mezin e ku her yek ji bêkariya ciwanan û hejarî, wê rûbirûyê Herêma Kurdistanê dikin. Di xwepêþandanên destpêka meha 12 a îsal de me dît, bi çi awayî ciwanên jêr temenê 30 salî bi hêrs in û beþeke wê ji wê gefê derket, di her demekê de jî serhildana wê çaverêkirî ye.
5-Berdewamiya çeka siyasî:
Berdewamiya çek di destê herdu partiyên desthilatdar de, gef û metirsiyekî gelek mezin e, di astekê de ku hertim Kurdistan weke statuyeke îdarî ya lawaz xistiye ber çavê navxwe û derve, bi corekê ku Kurdistanê li berdem gefa çekekê ye ku eger heye bo berjewendiya siyasî, xwe û Kurdistan û herêm û xelkê wê jî bike qurbanî, weke me dît ku hêzek bi vî awayî be, ne tenê ji bo navxwe gef e, lê nikare di asta dijminê derveyî de ewqas bihêz be ku em hemû piþtrast bin ku Kurdistan parastî ye, ew zêdebarî pêþkêþkirina gelek qurbaniyan, ji þehîd û birîndaran, lê karesata mezin a kuþtina Êzidiyan ji aliyê DAIÞê ve û jidestdana Kerkûkê, du mînakên zelal ên lawazî û metirsiyê ne.
Du / Derfet:
Tevî ku Herêma Kurdistanê di warê aborî û darayî de, gelek kêþeyên wê yên mezin hene, di heman demê de derfet hene (ku ta niha jî weke derfet xuya dikin), dibe ku bi wan jêrxana aborî bê pêþxistin, û rewþa darayî hemwelatiyan bê baþkirin û bibe sedema xweþderbaskirina hemwelatiyan û bilindkirina asta debara wan, ew jî tenê bi pêngavên îdarî yên hikûmeteke pak û kerteke taybet a bihêz ku dûr ji qorixkariyê be û bi çêkirina derfetên kar bo ciwanan û dabeþkirina dahatan bi awayekê dadmend tê pêkanîn, ew derfet jî bi kurtî dibe ku ev bin:
1-Hebûna istiqrar û aramiyê:
Bêyî hebûna aramî û cihgiriya rewþa ewlehiyê, ti behsek ji baþkirina rewþa aborî û debara hemwelatiyan û vejandina kertên aborî û darayî nayê kirin, lewma ew aramî û ewlehiya piþtî þerê DAIÞê ku li Herêma Kurdistanê heye, derfetekî zêrîn e, bi astekê ku nêzîkî salekê ye ti kesî biçûktirîn bûyera nearam û xirab a ewlehiyê nebihîstiye, berovajî Bexdayê ku em bi aþkere bûyerên êrîþkirina ser balyozxaneyên welatan dibînin, lewma jî ew rewþ derfeteke baþ e bo handana hilberînê û geþeya kerta taybet û derfeteke baþ e bo birêvebirineke tendirust, li kêleka pêngavên din ên rasteqîn di vî warî de.
2-Bexda, weke navdeneke destûrî:
Herêma Kurdistanê herêmeke destûrî ye, li gor destûrê li gel bicihanîna erkên xwe dikare tevahiya mafên xwe ji hikûmeta federal werbigire, lewma çi weke dahat û budce yan her biryarek ji bo baþkirina rewþa darayî ya Iraqê, dibe ku ji bo Herêma Kurdistanê baþ be.
Di warê mafên destûrî de ji bo baþkirina rewþa darayî û aborî, dibe ku amaje bi yasayên budceyê bê kirin, ku ya herî dawî yasaya budceya sala 2019 û derxistina du yasayên têkildarî deynan di 2020an de û reþnivîsa budceya sala 2021 ne, ku di tevan de li hember radestkirina rêjeyeke petrol (rêjeyek ne hemû) û nîvê dahatên federalî, hikûmeta federal amade ye rêjeyeke baþ ji budceya Herêma Kurdistanê biþîne, ew di rewþekê de ye ku ew rêje gelek ji wê dahatê zêdetir e ku herêm bi dest dixe, ku di reþnivîsa 2021 de nêzîkî 13 trîliyon dînar tê texmînkirin, wate çima Hikûemta Herêma Kurdistanê vê derfetê ji dest dide û xwe û xelkê jî dixe nav gêjava radestkirin û radestnekirina (petrolê yan dahata petrolê)? Çima rêjeyek ji petrolê bi rêya Kompanyaya Somo radestî Bexdayê nake û êdî derfetê bide nûnerên Kurd li hikûmeta Bexdayê û encûmena nûneran, daku þerê mafên destprî di warê budce û dahatê de bikin? Ev di demekê de ye, ku gelek caran bêyî serêþanê ew budce ji Bexdayê ve hatiye, weke serdema hikûmeta Adil Ebdulmehdî, lê dîsan herêmê sûd ji budceya xwe bo baþkirina rewþa aboriya herêmê wernegirtiye.
Di warê encamên siyaseta pere û nextîneyê û her pêngaveke çaksaziya aborî û darayî de jî li Bexdayê, Herêma Kurdistanê zêdetir qezenc dike neku zirarê bike, em dibînin ku daxistina bihayê pere dibe sedema zêdebûna dahat li cem hikûmeta herêmê jî, her pêngaveke din a reformê jî zêdetir bandoreke erênî li ser rewþa aborî û darayî ya Herêma Kurdistanê datîne, ew ji bilî ku Iraq bi giþtî bazrarekî baþ e bo hin berhemên çandinî û pîþesaziyên Herêma Kurdistanê û geþtyar jî di rojên ronak de bazarên herêmê avedan kirine.
3-Aþtiya civakî û aþtîxwazbûna rikeberiyên siyasî:
Tevî ku rewþa hejarî û zêdebûna hejmar û rêjeya wê, nêzîk e ku bi tevahî hemwelatiyên Kurdistanê dixe tengasiyeke mezin, bi awayekê ku tê çaverêkirin hejmara hejaran di sala 2021 de zêde dibe bo nêzîkî yek milyon kesan. Ew ji bilî bêkariyê ku roj li pey roj zêdetir dibe, lê hêj Herêma Kurdistanê aram e di rikeberiyan de, heta eger reftarên neyasayî hinek ji hêzên çekdar jî nebe ku bi bikaranîna fîþekan di xwepêþandanan de, xwepêþandan jî heta niha aþtiyane û aram in, û aliyên siyasî yên opozisyonê jî her rêya aþtiyane û þaristanî bikar tînin ji bo rikeberiyan, lê belê gelo ew derfet dê her wisa berdewam bin? Çimku her xwepêþandan û xwepêþander bûn ku li Bexdayê karîn hikûmeta Adil Ebdulmehdî birûxînin û pêwîstiya hilbijartina pêþwext bikin defakto û zêdebarî tundûtîjiyên hikûemtê û hzêên çekdar, gelo egera dubarebûna vê yekê bo herêmê jî tune ye?
Lewma derfeta aþtîxwazbûna rikeberiyên siaysî û civakî, heqe ku weke derfeteke zêrîn lê were temaþekirin, daku hikûemt guhertinên bingehîn bike û rewþa aborî û darayiya herêmê baþtir bike, û êdî xwe û xelkê jî tenê bi yasaya çaksaziyê nexafilîne, ku qaþo çaksaziyan dike! Çimku ew yasa ne di asta xwasta ti saziyeke çavdêriyê ya derve de ye, lê hemwelatiyekî normal jî fêm kiriye ku ew yasa nikare di asteke gelek kêm de jî jiyana wî baþ bike, heta eger di baþtirîn rewþ de jî bi baþî were cîbicîkirin, çimku di esas de armanca wê yasayê ew nebûye û tenê hinek rûyê nedadmendiya di mûçeyê de çareser dike, ku diviyabû bêyî yasaya nû jî ew çewtî bihatibana sererastkirin.
4-Hebûna jêderên dehfder ên aborî:
Kurdistan dewlemend e, dewlemend e ji ber cih û pêgeha xwe ya erdnîgarî ku navendeke ji bo tevgera bazirganî ya navbera çend welatan, dewlemend e bi zeviyên baþ, ava þîrîn, hewayeke guncaw, jêder û samanên xwezayî, dûrbûn ji bûyerên xwezayî, hêza kar a ciwan û gelek tiþtên din, ku derfeta geþekirina aborî bêtir dikin.
Ewana derfetên herî giring in, dibe ku em di þaxên wan de amaej bi derfetên din jî bidin, ew maye ku em bêjin gelo hikûemta pêkhatî ji herdu partiyên xwedan desthilat û partiyeke mêvan, sûd ji wan derfetan werdigire û sala 2021 dike sala avêtina pêngavan ber bi guhertinên bingehîn û baþtirkirina rewþa aborî û darayî û aþtkirina hemwelatiyan li gel hikûemt û statute Herêma Kurdistanê? Yan na îsal û salên bê jî temamkerê salên berê dibin û desthilatdar hêj ti ezmûn wernegirtine û hêj mijûlî wê yekê ne, çawan dema teqîna pirsgirêkan paþ bixin bi hinceta (Bexda mafên me nade, bihayê petrolê daketiye, nexweþî û bahora Coronayê heye).
*Omer Golpî, Endamê Komîteya Darayî ya Parlamentoya Kurdistanê ye.
Ji Rûdawê hatiye girtin
**
Têbiniya Diyarnameyê: Me qet dest nedaye tîpek vê nivîsê jî.