Li ser “Derî Vekirî Bihêlin Wê Hechecik Vegerin” þêwir çêbû
Amadekar: Endamên Koma Þêwra Amedê
Þêwra Koma xwendinê Ya Amedê vê carê romana "Derî Vekirî Bihêlin Wê Hechecîk Vegerin nirxandin.
Þêwir bi edîtoriya endama komê Mamoste Remziye dewam kir. Remziye bi xêrhatina komê û Nivîskar dest bi axaftinê kir. Piþtî xêrhatinê, Remziye qala Nivîskar û jiyana wî kir . Remziye got: ji xwe me berê jî romana Nivîskar Îrfan Amîda a "Þevek Þîzofren " xwendibû.
Piþtî Remziye ji hevalên komê re got: kî mafê axaftina dixwaze bila ew dest bi nirxandinê bikin, rûsipiyê komê Ahmed Kanî dest bi axaftinê kir. Ahmed Kanî got: gelek spas, nivîskarê me jî bi ma re ye, wek Mamoste Remziye jî got, me berê jî "Þevek Þîzofren " xwendibû. Êdî em dibînin romanên Mamoste taybetî ya wan bê tir romanên pîskolojîk in,yanî ev roman jî hema bibêje bi tarzek " Þevek Þîzofren " hatiye nivîsandininê ,ku romaneke pîskolojîk e,lê bêtir em kari bibêjin ku,jan û êþa kesê ku li piþt sîperan, yanî ne raste rast di nav enya þer dane,li paþ in,ya din belkî kesê di nav þerda bûn,lê îjar bêtir çîrok di nav çîrokê de heye,çîroka Seydxanko du xwiþkê wî hene,,ku zarokên wa di nav þer dane,þerê xendekan ê li Nisêbînê ne. Yanî ê êþ û kedera ê ku zarokên wan di nav þar dane,an hevjînê þerwanan di nav þer dane,Pîro ,xanima wî Zerga û keçika wî bi hev ra ne. Di beþa pêþîn da Zerga û Þîlan bi wan dest pê dike,em bêjin haletê ruhiyayê Zerga çiqasî perîþan e û çawa þiyar dibe ji xew û çawa Þîlanê tê li pêþberî wê,yanî rastî jî me go,ev roman kî wek pîskolojiya Karekteran pir xweþ anî ye ziman. Lê ji min ra taybetî ya vê romanê bê tir wek gencîneya bêjeyên min nizanibûn,gelek peyv ez jê fêr bûm,di hêla peyvan de gelek dewlemende.Di hêla honandinê da, Hinek flajbek tê hene,lê ne pir wîsa ne,bi Karektera Zerga û keça wê dest pê dike. Lê di nava çîrokê de honandina Çîroka Seydxanko û herdû xwuþkên wî ,xwuþka wî ya Nesîme ye,Nesîme ji Zerga re çîroka malbata xwe dibêje, em bêjin wek desthilatdariya bavê bi rexneyan desthilatdariya bavik salarî rexne dike,vê ya bi çîrokê ve honandiye,çîrok di nav çîrokê da ye.
Wekî dinê jî " wekî "di romanê de gelek car bikar anîbû.
Mamoste Ahmed di dawiya axaftina xwe de got: ez pir dirêj nakim,lê hinek kes dibêjin, roman ne herikbar e, lê li gor min ne ew qas jî giran bû.
Piþtî axaftina Ahmed Kanî ,mamoste Remziye spasî ji mamoste Ahmed re kir û mahfê axaftinê da endama komê mamoste Seyhan.
Mamoste Seyhan xêrhatina Nivîskar kir û dest bi axaftinê kir.
Seyhan got: Mamoste pirtûka te pîroz be!Pirtûka te hî nû ji qalikê xwe derketiye û gihaþtiye destê me.
Birastî xwendina pirtûkê ji bo min hinekî bi zahmet hat,çawa zahmet hat? Mamoste Ahmed di dawiyê peyva xwe de got,hinekî mirov tê de dialiqe,birastî jî ji bo min jî ûsa bû. Hem di her rûpelî da zêde zêde, te xwestiye her peyva xwe bixemilîne,te xemilandiye jî elbet,yanî tiþtê ku belbî ez nizanim jî derkete pêþberî min. Lê di xemlandinê da ,xwendin jî giran dikir,ya din xalbendî pir zêde xwendin giran dikir. Yanî li piþt her peyvê xal danî bû,xal danî bû, xal danî bûn.Dema mirov dixwend, mirov jî disekinî,bîhna xwe didan ,bîhna xwe didan, bîhna xwe didan.. bi vî yekî jî xwendin girantir dibû. Ya din mijar bûn. Zerîfa û Nesîma du xwuþk bûn.
Gava dest pê kir,gotin, emê çîroka xwe bibêjin,du xwuþkan û dê,. miraq bi min re çêkirin .. her dem balafirên þer derbas dibin,,yanî gava mirov dixwînin,meriv hizir diki kû ev pirtûk pirtûka þerekî ye,yanî ev pirtûk roja me ya îro ye,ewê tiþtek derkeve holê,,lê heta rûpelê dawiyê jî mirov zêde tê nagihije wê encamê..
Erê di rûpelên dawî de em fêhm dikin þer ,þerê Nisêbînê ye,yê xendexan e,ew þervan derdiketin ,em wan rewþan zanin elbet,rola wan þervanan jî pir dernekitiye, li malê hene,Sozdar heye,Þemsî heye,Mazlûm þervanek e.. li mala xwe ne,xwuya dikin,lê vedigþin, mirov fahm nake,yan jî mi fêhm nekir ku nivîsar dixwaze ji me re çi bibêje! Çîroka vê pirtûkê çi ye? Gelo çîroka vê pirtûkê Seydxan û xwuþkên wî ne,? Yan çîrok çîroka þer e? Balafirên þer derbas dibin,herkes mala xwe bar dikin,.. Nesîma naxwaze ji wur derkeve,diçe doqtor ,ji Diqtor re jî dibêje ,ev ax axa me ye,hûn ji vê derê herin.. van tiþtana derdikevin holê,lê hinek tiþt xwe xwuya nakin,mirov fêhm nake ev çîrok çi ye,ev pirtûk ji bo çi hatiye nivîsandin, mebesta pirtûkê çi ye,eger pirtûk çîroka Seydxan be, ev çîrok pir balkêþ nîne,çiye ! Bav û bira li ser tiþtên biçûk li hev xistine,ev tiþt derdikevin holê,yanî kuþtina însanan ewqas hêsan e! Yanî çi ye,di wê derê de þînek derdikeve holê, di nav þînê da ji bo tiþtan li hev dixin,du bira û bav hêrsa xwe li ser kurê xwe derdixe û bi þaþî kur ji ser banê xênî dikeve . Yanî çîrokeke, ,erê.. lê ji bo vê pirtûkê kare bibe mijar ? Ew jî tê nîqaþkirin . Em vegerin þerê xendekan, ew þer þerekî dijwar bû,li hemû deveran hebû,li Nisêbînê jî hebû,lê ew çiqwasî derketibû holê, li gorî min ewqasî derneketbû holê. Yanî þervan yek bi yek derdiketin holê,lê wan þervanan çi dikirin ne diyar bû,mesela Zerga,Zerga ji Rojava hatibû,ji bo parastinê, lê hew çarekê qala hevjînê wê Pîro tê kirin. Ew jî gava Sîpan tê, dibê heval Pîro baþ bû. Yanî wek me got,gelo,Îrfan Amîda xwestibû ji me re çi bibêje.. ez tê negihiþtim çîroka romanê çi ye.
Seyhan got, ez naxwazim pir dirêj bikim, ez spasî ya xwe ji Îrfan Amîda re dikim.
Piþtî Mamoste Seyhan , endamê komê Mamoste Mem mahfê axaftinê kirt.
Mamoste Mem jî xêrhatin a hevalên komê û Nivîskar kir û dest bi axaftina xwe kir. Ez jî naxwazim tiþtên hevalan got ez dubare bikim,
Hema tiþtên bala min kiþandine ezê qala wan bikim. Serî da tiþtê kû Seyhanê got,ez jî di wî fikra da me kû ev berhem hinek zahmet bû xwendina wê, xwe nedida xwendinê,ne diherikî, lê tiþtê herî xweþ ew bû ku zimanê wê, peyvê wê,gotinên wê,mamoste Îrfan gelek peyvên xweþ bi kar anîbûn, xemilandin hebû pir zêde bûn,belkî xemilandina zêde jî, zêde zêde jî xwendina wê giran dikir. Peyvên gelekî xweþ ê herema Mêrdînê tê de hatibûn bikaranîn . Di romanê de pir dengî jî hebûn,wek em bibêjin leheng nemaze bi xwe, bi dengê xwe diaxivîn. Ew pir dengî bi min tiþtekî xweþ bû. Wekî din tiþtên kû kêfa min jê re dihat hema hema di pirtûk da tunebû ,kêm zêde hema min heta aniha sed pirtûkên kurdî xwendine,piþtî kû min ewqasî bi kurdî pirtûk xwendine, divê xwendina vê pirtûkê ji min ra ewqasî ne zahmet bûya,fehmkirina wê.. nemaze piroblemeke lehenga hebû ,yanî leheng,di nava pirtûkê da,di nava atmosferê da,di nav mijarê da,di nava honakê da ,mîna kevirên di nav birincê da xwuya dibûn,wîsa req disekinîn,yanî ew leheng bi liv û tevgerên xwe, bi axaftinên xwe, di nav romanê da bi cih nebûn,bi goþt û hestî nebûn,wîsa req disekinîn. Hema ji serî û heya binî em wan naskin,em çîroka wan nizanin . Mesela ,Zerga çima diçe çavdêriya Nesîma yê dike? Li gorî em tê digihijin ne aqreba ye,ne tiþtekî wê ye,çima wê xemê dixwe, ? Belkî jl mihacireke ji Þengalê hatiye, em wê yekê nizanin. Qala Seydxanko dike,lê em nizanin Seydxanko çi kir,çawa bû,Seydxanko ji ser xênî dikeve, lê ez nizanim çawa bû,min ew jî fêhm nekir. Ez ne bawerim kû Seydxanko ji ser xênî ketibe û miribe jî. Em der heqê dê û bavê wî de jî tiþtekî nizanin,jintiya Nesîma û qîza wê hene, lê em navê wan nizanin, ka çi dikin ew jî ne diyar e. Zinar kaxetekê dixe destê Hêlînê,dibêje vê bide hevalan,lê Hêlînê dibê,heval meval li vir tunene.
Sofî kîsik hinekî serpêhatî ya navê wî tê kirin, wekî din em di heqê wî de tiþtekî nizanin . Ew perda ewil, metirsiya li ser Zerga û Þîlanê hinekî mere bi kelecan dikir,wek tiþtekî asayî qewimî be,ka ewê çi bibe, dawiya wê tiþtek nabe. Nivîskar xwestiye atmosferaka þer çê bike,lê atmosfereke þer tuneye,gelek ji rêzê te,elîqopter tê,teqînek çê nebû,tiþtek nebû. Bi min di aliyê mekan da jî promlem hebû,qala Nisêbîn dibe,lê qala çend mala dike,mîna gundekî biçûk,wek çend malbat hene. Di romanê da aksiyonek tunebû,tiþtekî meraqa me re cezb bike tunebû herikbarî kêm bû.
Çîrokek vê romanê tunebû, ji bo wê jî hefteyek din ewê di hiþê mirov da nemîne.Li gor min tu wan peyvên xweþ û xemilandî ji romanê derxe ,tiþtek di romanê de namîne,spasiya we dikim ji bo we gohdarî ya min kir
Piþtî Mem endama komê mamoste Selehat dest bi axaftina xwe kir . Selehat jî ji hevalên komê re û Nivîskar re got silav ji we re,piþtî demekê ez dîsa tevlî hevalan bûme,ez bi hatina we ya komê re kêyfxweþ bû me.
Selehat got: Hevalan got pirtûk giran bû,ne herikbar bû,yan jî me fahm nekir,.. ez aniha difikirim,gelo min xelet fahm kir,yan jî min di mejiyê xwe de pirtûkek nû afirand,ez hinek þaþ mam ez wîsa bêjim. Li gor min di pirtûkê da gelek tiþt hebûn. Belkî jî ji ber ez ji wan pirtûkan hez dikim . Ê derûnî,yan jî ez bi dû ê derûnî dikevim,ew bêtir bala min digþînin,birastî pir kêfa min ji pirtûkê re hat . Tenê tiþtê ez tê de aliqîm,peyvên berê min nebihîstibûn tê de hebûn,ew hinekî xwendina min giran dikir.
Ez bêm ser pirtûkê,bi xwe çîrokek wê tuneye,feqet gelek çîrok bi çîrokan ve dinixomîne. Yanî çîrokek nîne,çîroka Zerga heye,çîroka Nesîma ayrî heye,çîroka wan kolanan heye. Mesela metefora derî hatibû bikaranîn,fikirîm gelo ji bo çi derî hatibû bikaranîn ! Çunkî di romanan da derî ji bo gelek tiþtan tê bikaranîn, li gor min, derî yan jî þemûka derî ,wek jiyanek nû,wek çavrêyek,jiyanek ji derve û ya di hundir da jî. Ê ku der û hundir ji hev diqetandin jî derî bû,deriyê hewþê bû,hertim deriyê hewþe vekirî dima jî,lê Zerga du kilît li derî dixistin, ew jî ji min re bû meraq. Me zani bû derî ji bo hechecîkan vekirî dihêlin.
Mesela nêrîna jintiya Nesîma yê diyarbû,ê ku ji Þengalê tên çawa nêzîk dibin,wek ê Misilman bin çawa li ê êzîd dinerin.
Li gor min çîroka Seydxanko ne hew çîroka bav û law bû,wek bav îkdîdar ,wek desthilatdar dihat bikaranîn, min wîsa fahm kir. Qala þer kî tê kirin,gelo ev þer þerê îktîdarê bû,îktîdar dibe du perçe,zarên xwe diavêtin nav agir...
Deng pir metalîk bûn,dengê Mazlûm jî pir metalîk bû,wek makîneye. Wek hesta dengan namîne,hiþk dibe,çunkî wexta derî jî tê girtin û vekirin dendê zingarî, wek ew deng jî êdî xerabe ye. Birastî herî zêde beþa xalê Osman bala min kiþand,çunkî axafinên gelek kûr hebûn,li gor Karekter, em nizanin yekî çawa ye, gelo ji bo çi ji Stenbolê vegeriya ye qada þer,li gorî min ne yekî vala ye.
Sofî kîsik jî,axaftinên wî li gorî hereketên wî bûn, li gorî min Karekter û tevgerên wan li gorî hev bûn. Nivîskar di romanên xwe de bizmar bi kar tîne,bizmar vê carê bi dîwar de vala ma ye,gelo Nivîskar xwestibû çi bibêje? Mijara hechecîkan jî bala min kiþand,hechecîk li hêlîna xwe vedigerin. Hechecîk li Ferqînê pîroz bûn.. mamoste her tim xwestiye derî vekirî bihêlin,lê derî hatibû girtin, hêvî þikestîbûn, xwezî derî nehatibana girtin! Ewqas, dest û dilê mamoste sax bin!
Piþtî axaftina Selahat , endamê komê Mamoste Huseyîn dest bi axaftina xwe kir û bi vî hawî domand !
Silav! Merheba ji we ra!
Bi xêrhatina mamoste Îrfan jî dikim. Belê,ev romaneke pîskolojîk e,wek mamoste Ahmed jî got.. lê belê bi ya min ez bo bi dilekî safî dibêjim,sankî mamoste ceribandinek di vir da kiriye, yanî bi temamî pîskolojîk nîne,tarzeka dinê jî derxistiye holê. Pirî zahmet bû, min jî neqedand,min encamek jê dernexist,beþa sisê û heyþt biçekî li gor ê din herikbar bûn.. peyvên gelekî xweþ tê de hebûn.. li gorî romana " Þevek Þîzofren " peyam pir tê de tunebûn,di vê romanê de peyam hew hêvî û sebir hebû .. ez jî spasî ji mamoste Îrfan re dikim.
Piþtî mamoste Huseyîn Remziye mahfê axaftina da mamoste Xecê,lê Ji ber Xecê li baþûr bû pirtûk bi dest nexistibû û nirxandin nekir.
Endama komê Xezal mahfê axaftinê xwest û wîsa dest bi axaftina xwe kir.
Ez jî Nivîskar pîroz dikim ji bo vê kitêbê û ez yekemcar Îrfan Amîda dixwînim,berê ez ne di komê de bûm,min Þevek Þîzofren nexwendiye. Ez jî naxwazim hinek gotina dubare bikim,lê bi rastî jî vegotina bûyerê bi min zor dihat fêhm kirin . Heta hinek diyalog hebûn, min fêhm ne dikir,min dîsa dixwend, ew jî kêmasiya min bû. Peyva min hez dikir û bi wate gelek bûn,ji aliyê ziman de gelek dewlemend bû. Roman pîskolojîk e,ewqas,spas ji te re mamoste Îrfan .
Piþtî Xezal mamoste Mirad dest bi nirxandina romanê kir û wîsa domand !
Mamoste Îrfan tu bi xêr hatiye,ser çavan hatiye. Diyare me giþan ji hev cuda fêhm kiriye, lê tiþtê xirab min tiþtek fêhm nekiriye. Ez tevlî bûm, ka wan çi fêhm kiriye . Heya nîvê pirtûkê jî, li ser Karekteran hûr dibûm,li ser bûyeran hûr dibûm,ka wê kî bi çi bê girêdan,lê pirtûk bi nêvî jî bû,min tiþtek bi dest nexist,ez westiyam,min tiþtek bi tiþtekî têkildar nekir. Min go dibe Nivîskar gotibe,ez ne mecbûr im hertiþtî vebêjim. Diyar bû hinek kodê nivîsê hebûn,lê ez tê negihiþtim ew çi bûn . Heval gelek tiþt tê de gihiþtine,min ji wan sûd girt . Ev bîst sale ez bê navber pirtûkên kurdî dixwînim,lê pirtûka herî giran û ez tê negihiþtim ev pirtûk bû! Dema min pirtûk qedand,ez negihiþtim tu encamê. Dibe ku nivîskar tarzek nû di kurdî de diceribîne ,em hînî vê xwendina nebûne.
Eger mamoste qal bike ezê kêfxweþ bibim,spasiya mamoste dikim,mala wî ava be.
Remziye got: em ji mêvanê komê Þêrko re dibên,tu jî bixêr hatiye, tu kare dest bi axaftina xwe bike.
Þêrko jî ji bo mahzûbaniya komê malavayî xwest û xwe da nasîn! Ez ji koma Vejînê tevlî dibim ji Mêrdînê. Min pirtûk neqedan,ji ber wê jî ez nikarim pir qala pirtûkê bikim . Li gor þîroveyê hevalan ez dixwazim hinek tiþtan bibêjim. Hevalkî got,çîrok tuneye,mijara mekan got,xemilandina peyvan got,ji xwe pirtûkên Nivîskar de xemilandin heye,peyvên li beriya Merdînê û li derdorê li ber mirinê ne hatine bikaranîn . Lê ez dixwazim li ser çîrokan bisekinim,anûka heya cê ez hatime,balafir difirin, lê hewce nakin ku, ez zanibim þerek heye, ya jl jî Nivîskar di dawiya pirtûkê da bibêje þerek heye. Hinik kodê biçûk hene,hewce nake ji mere re bê gotin û mere fahm bike. Ez pênûsa Îrfan Amîda nas dikim,ji ber min du romanên wî yê din jî xwendine. Ez dibêm em kurd tiral in,hema çi hebe bila rasta rast bê gotin,lê di edebiyata cîhanê de êdî bi vî hawî tê nivîsandin . Ez dibêm bi tarzek postmodern hatiye nivîsandin . Di edebiyata dinyê de gelek bi vê tarza lê dikin. Spas ji bo we mahfê axaftinê da me.
Remziye mahfê axaftinê da endama komê Neslîhan,lê Neslîhan got,min pirtûk xwendiye,feqet ez naxwazim þîrove bikim.
Piþtî endamên komê þîroveyên xwe kirin,Remziye got: Ez jî çend gotinan bikim û mahfê axaftinê bidim mamoste Îrfan Amîda.
Remziye spasiya xwe ji hevalên komê kir û wîsa dewam kir. Ji xwe ev Roman pêþniyariya min bû ,min got ezê bi kêyfxweþî bixwînim,lê mixabin ez di þînê de bûm û min pir ji xwendina wê fêhm nekir, lê piþtî min li hevalan jî gohdarî kir,ez tê gihiþtim pirsgirêk ne hew ji min bû,ji xwe hevalan jî got,roman hinekî xwendina wê zahmet bû. Ez nizanim Nivîskar vê carê tarzek nû ceribandibû,li gorî min ne wek " Þevek Þîzofren bi tahm bû ,belkî jî ne li gorî dilê xwîneran bû. Di romanê de qala Þerê Nisêbîn hatibû kirin,li me þer nedî. Em bibêjin Karekterê romanê Mazlûm,Sozdar þervan bûn,lê wek mirovên ji rêzê bûn. Kelecan tune bû. Nesîma û Zerîfa xwuþkên hevdû bûn,her yek li taxe kê bûn,lê nikaribûn biçûna cem hevdû,ev jî xemgînî bi mirov re çê dikir. Gotinên pêþiyan tê de hebûn lê bi tarzek din hatibûn bikaranîn . Qala hêrahî yê hatibû kirin,ew jî xweþ bû,qala hechecîkan hatibû kirin,erê hechecîk ji bo me pîroz in ! Ez jî pir dirêj nekim û spas dikim ji bo te bi sebir li me gohdarî kir Mamoste Îrfan, kerem ke mahfê axaftinê ê te ye.
Mamoste Îrfan jî got: ez gelekî li ser vê romanê fikirîm,gelo ez bi vî hawî binivîsim,min ji gelek kesan pirsî,dibe ku ez bi ser jî neketibim,ji xwe gelek hevalan jî got çîroka vê romanê tune ye,Karekter jî ê qiraxê ne,li gorî min navend jî vala ye,ji xwe ev roman jî pirsgirêkek e,tê ji ku vegere bigêje navendê, ji xwe min jî ev xwestiye.
Di dawiya þêwrê de mamoste Îrfan got: min berî çapê ev dosya bi pênç þeþ kesan da xwendin û li dûre çapa wê kir.
Piþtî mamoste Îrfan jî peyva xwe qedand, þêwir bi dawî bû.
**
Þêwra Koma Xwendinê Ya Amedê
Roman: Derî Vekirî Bihêlin Wê Hechecîk Vegerin!
Nivîskar: Îrfan Amîda
Weþanxane: Lîs