Pirtûkên 'Em Kakeyî ne' û 'Nigarekanî Þamaran' hatin nasandin
HELEBÇE
Li Helebceyê bi merasîmek pirtûkên wêneyan ên bi navê ‘Em Kakeyî ne’ û ‘Nîgarekanî Þamaran’ yên ku ji aliyê Rustem Resûl Axale ve hatine amadekirin, hatin nasandin.
Roja 30'yê mehê ber êvarkî li Hola Merasîman a Kakeyiyan ya Helebceyê, bi amadebûna rewþenbîr û kesayetên kakeyî, Rustem Resûl Axale pirtûkên xwe yên wêneyan ‘Em Kakeyî ne’ û ‘Nîgarekanî Þamaran’ da nasandin.
Pirtûka ‘Em Kakeyî ne’ ji 157 rûpelan pêktê, 125 rûpelên pirtûkê ji wêneyên kakeyiyan pêk tên, beþa din jî kurtedîroka kakeyiyan hatiye nivîsandin.
Ji hemû deverên ku kakeyî lê jiyan dikin, wêne hatine kiþandin û di pirtûkê de hatine bicihkirin.
Di pirtûka bi navê ‘Nîgarekanî Þamaran’ de jî ji tabloyên ku Rustem Resûl Axale di nava 10 salan de çêkirine, cih digrin.
Rustem Resûl Axale di derbarê pirtûkên xwe de got, “Ev pirtûk karekî civaknasiye, wê bibe pênaseyek ji bo pêkhateya kakeyî, her wiha wê bibe sîma û reftarek ji bo gelê kurd bi giþtî. Armanca min a van pirtûkan nasandina kakeyiyan e.”
Ji Rojnewsê hatiye girtin
Di pirtûkê de gelek wêneyên kakiyiyan hene.
Rustem Resûl Axale li ser kakayiyan gelek foto kiþandine û ew xistine pirtûk ligel kurtedîroka wan.
Gelek kes beþdarî civîna danasîna pirtûkan bû.