Helbestvan Yilmaz Odabaþi hat berdan
Amed
Helbestvan Yilmaz Odabaþi hat berdan
Helbestvan Yilmaz Odabaþi piþtî rojeke li girtîgehê êvara 31'ê mehê hat berdan. Odabaþi li ser hesabê xwe yê twitterê re ev agahî belav kir û sipasiya kesên alîkarî wî kirine kir.
Odabaþi wisa got, "Bi kurtahî, di jiyana xwe de ez tu demê alî hîle, derew, namerdî û qehpetî nebûm. Ger li vî welatî hiqûq hebe dê mufetîþ an jî AYM (Dadgeha Zagona Bingehîn) lêbikolin û bibînin ku tenê ji ber li memleketê min, li paþeroja min nêrîne ceza dane min, û dê vê yekê derxin holê. Yan na emê herin DMME'yê (Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê).
(Ev agahî êvara 31'ê mehê, piþtî ku Odabaþi hat berdan li nûçeyê hatiye zêdekirin)
Helbestvan Yilmaz Odabaþi hat girtin
Helbestvan Yilmaz Odabaþi ji ber parvekirinên wî yên li tora civakî hat binçavkirin û hat tewqîf kirin. Odabaþi ji ser twqittera xwe re paþê gotina "Dema min karekî noterê dikir polîsên hatin ez girtin bin çavan û û wan ez teslîmê polÎsên sivîl kirin. Min dibin edliyeyê." Odabaþî paþê peyam belav kir û got "Min dibin Girtîgeha Kandirayê." (Ev agahî 30'yê mehê hat weþandin)
Yilmaz Odabaþi kî ye? Helbestvan Yilmaz Odabaþi di sala 1962'yan de li Amedê hatiye dinê. Wî karê gelek salan karê rojnamegerî kiriye lê ew zêdetir bihelbestvaniya xwe tê nasîn. Yekem pirtûka wî di sala 1984'an de hatiye weþandin. Ji Ahmet Kaya, Onur Akin, Edip Akbayram, Grup Yorum, Ýlkay Akkaya, Ferhat Tunç bigire heta Sevcan Orhan, Suavi, Hayko Cepkin gelek hunermendî helbestên wî kirine stran û xwendin. Odabaþi ku bi tirkî dinivîsand, helbestên wî ji bo farisî, îngilîzî, fransizî, kurdî jî hatine wergerandin. Heta niha dor 15 pirtûkên helbestan, ligel van pirtûkên wî yên roman, çîrok, ceribandin û bîranînan derketine. Helbestvan Odabaþi heta niha gelek xelat jî girtibûn.