Li nav Kurdolojiyê întîhala Nesîm Sonmez
Diyarname
Niha nivîsek hat weþandin û têde dibêje ku Nesîm Sonmez bi dehan întîhal, bi gotineke din nivîs dizîne û wekî yên xwe weþandine.
Li ser meseleyê Aybuke Elîf Yilmaz di rojnameya Yenî Yaþamê de nivîseke dirêj bi navê "Kurdolojîde întîhalîn ABC’sî: Nesim Sonmez ornegî" li ser vê yekê nivîsiye. Yilmaz piþtî sekinîna li ser meseleyê întîhal û xebatên akademiyê, wisa nivîsiye, "Li jor bi kurtahî min qala xebatên Kurdolojiyê li Tirkiyeyê kir; ew dema li beþeke din mamoste bû, ji ber nebûna akademîsyenan li vê beþê hatiye peywirdarkirin û di kurtedemê de bilind bûye: Di asta normal de li Beþa Ziman û Wêjeyê Erebî dewam bike dibe hê nebûbe doçent jî lê wî ev firsenda vir baþ bikar aniye, xebatên bi dehan gotar, sempozyûm, konferans, pirtûk kiriye, bi van doçentî bi dest xistiye; ezê qale Nesîm Sonmez ê ku bi dehan întîhal kirine bikim."
Yilmaz gotiye ez dizanim di nivîseke wisa kurt mirov nikare întîhalên Sonmez hemûyan bide, encax xebateke di asta doktorayê de dikare bi tezek vê meseleyê baþ zelal bike û Yilmaz ev lê kiriye, "Di vê nivîsê de ezê qala întîhaleke eþkere ya Sonmez bikim. Ez hêvî dikim bi saya vê dê rayedarên wê zanîngehê komîsyonek ava bikin, her tiþtî zelal bikin û mafê bi dehan kesan ên ku fikra wan, xebata wan hatiye dizîn bi paþ ve vegerînin. Yan na dê rêveberiya zanîngehê jî mesûlê vê sûcê bin."
N.SONMEZ GOTARA YAVUZER WEKÎ YA XWE ÇAP KIRIYE
Yilmaz di nivîsa xwe de li ser gotara bi navê "Baba Tahir û Dubeytiyên Wî" sekiniye ku Nesîm Sonmez di pirtûka xwe "Suryanî Arap ve Kurt Klasikleri Uluslararasý Klasikler Çaliþtayi Bîldîrîlerî” (Klasîkên Suryanî Ereb û Kurd, Danezanên Komxebata Klasîkan a Navneteweyî) de weþandiye. Yilmaz dibêje, Sonmez ev li komxwebata li Zanîngeha Artûklû ya Mêrdînê de jî pêþkêþ kiriye.
Aybuke Elîf Yilmaz di nivîsa xwe de dibêje "Sonmez ev gotar ji teza Mehmet Nur Yavuzer a bi navê 'Baba Tahir di Wêjeya Kurdî de' diziye, li ser navê Nesîm Sonmez pêþkêþ kiriye û paþê kiriye pirtûk. Yilmaz wisa didomîne, "Li gor Lêkolîna ku min kir Mehmet Nur Yavuzer li Zanîngeha Bîngolê xwendina xwe heta asta teza lîsansa bilind temam kiriye, paþê derbasî Zanîngeha Yuz Yil a Wanê bûye, ji ber li wir ji ber bi awayekî fermî kesek þêwirmendiya wî bike tune bûye Nesîm Sonmez bi awayekî formalîte bûye þêwirmendê Yavuzer. Ma kî texmîn dikir dê were dest deyne ser keda wî, teza wî bidize, wekî ku wî nivîsandiye pêþkêþ bike, paþê bike pirtûk."
Her wiha Yilmaz diyar kiriye ku Nesîm Sonmez ne tenê gotar, fotoyên ku Yavuzer bi xwe kiþandine jî dizîne û wisa didomîne, "Yavuzer bi xwe çûye Hemedanê, çûye ser gora Baba Tahirê Hemedanî, fotograf kiþandine, Sonmez ew foto jî wekî yên xwe weþandine. Her wiha Yavuzer ji Muzeya Mewlana ya li Konyayê fotoyên destxetê bi pere kirîne, li gotarê kirine, lê Nesîm nesekiniye, ew jî dizîne û wekî yên xwe weþandine."
Aybuke Elîf Yilmaz paþê ji bo danberhevê paragrafek ji metra orjînal ya Yavuzer û paragrafek jî ji metra dizî ya Sonmez daye. Em vê beþê bêyî dest bidin diweþînin:
DANBERHEVA METNA ORJÎNAL Û METRA JÊGIRTÎ
1.
“Baba Tahir li bajarê Hemedanê çavên xwe li cîhanê re vekiriye ku ew; bajarekî kevnar, navendeke mutesewif e û bajarê sofî û medreseyan e. Her wiha di heman bajarî de jiyaye û çûye ser dilovaniya Xwedê. Di vî bajarê navborî de mirovekî pêþeng û navdar bûye. Wî jiyaneke qelenderî û derwêþî domandiye. Di derbarê jiyana Baba Tahir de gelek kêm agahî gihiþtine roja îro” [Yavuzer, r. 13].
“Baba Tahir li bajarê Hemedanê çavên xwe li cîhanê re vekiriye ku ew; bajarekî kevnar, navendeke mutesewif e û bajarê sofî û medreseyan e. Herwiha di heman bajarî de jiyaye û çûye ber rehma Xwedê. Di vê bajarê navborî de mirovekî pêþeng û navdar bûye. Wî jiyaneke qelenderî û derwêþî domandiye. Di derbarê jiyana Baba Tahir da mixabin gelek kêm agahî gihiþtine roja îro” [Sönmez r. 356]
2.
“Kevntir pirtûka ku behsa Baba Tahir dike ya bi navê “Ra?etu?s-Sudûr we Ayetu?s-Surûr der Tarîx-ê Al-ê Selçûq” e. Ev pirtûk di sala 599/1202?yan de ji aliyê Rawendî (Muhammed bîn „Elî bîn Sulêyman Rawendî, kd. pîþtî mêjûya 603/1207?an) ve hatiye nivîsandin. Di vê pirtûkê de tê gotin ku Baba Tahir hevdemê Siltan Tu?rulê (990-1063) Selçûqî ye. Her wiha ev pirtûk ji aliyê Muhammed Îqbal ve hatiye sererastkirin û Muctebâ Mînovî û Bedî?uzzeman-a Frûzanfer ji vê pirtûkê re pêþgotin nivîsandine” [Yavuzer, r. 13].
“Kevntir pirtûka ku behsa Baba Tahir dike ya bi navê “Rahetu’s- Sudûr we Ayetu’s-Surûr der Tarixê Alê Selçûq”e. Ev pirtûk di sala 599/1202’yan de ji aliyê Rawendî (Mihmedê Kurê Elî Silêmanê Rawendî) ve hatiye nivîsandin. Di vê pirtûkê de tê gotin ku Baba Tahir hevçaxê Siltan Tuxrulê (990-1063) Selçûqî ye. Herwiha ev pirtûk ji aliyê Mihemed Îqbal ve hatiye sererastkirin û di 1333yan de ji aliyê Mucteba Mînewî ve hatiye çapkirin” [Sönmez r. 356].
3.
“Wekî ku tê zanîn Siltan Tu?rul di devdora salên 447/1055”an û 450/1058”an de jî çûye Hemedanê û di wan salan de Baba Tahir ne li dinê bûye. Ji vê mêjûya ku Siltan Tu?rul hatiye Hemedanê derdikeve holê ku wan hevdu nedîtine” [Yavuzer, r. 14].
“Wekî ku tê zanîn Siltan Tuxrul di devdora salên 447/1055’an û 450/1058’an de jî çûye Hemedanê û di wan salan da Baba Tahir ne li dinê bûye. Ji vê tarîxa ku Siltan Tuxrul hatiye Hemedanê derdikeve holê ku wan hevdu nedîtine” [Sönmez r. 356].
4.
“Navê helbestvan “Tahir” e ku ew di helbesta xwe ya jêr de navê xwe aniye ziman. Ew di heman demê de mîna helbestvanên klasîk ên rojhilatê, vî navê xwe di helbesteke xwe de wekî nasnav bi kar aniye” [Yavuzer, r. 16].
“Navê Helbestvan “Tahir” e ku ew di helbesta xwe ya jêr de navê xwe aniye ziman. Ew di heman demê de mîna helbestvanên klasîk ên rojhilatê, ev navê xwe di helbesteke xwe de wekî nasnav bi kar aniye” [Sönmez r. 358].
5.
“Wateya peyva “tahir” paqijbûn û bêlekebûn e. Paqijbûn û bêlekebûn taybetiyên rihê Îlahî ne. Her wiha rih, ji Xwedê ye, paqij û bêmirin e. Nexwe, Baba ji aliyê rih ve Tahir e, teceliya Îlahî ye, rast e, qudret û evîn e. Ew di vê dubeytiya xwe ya jêr de navê xwe wiha tîne ziman” [Yavuzer, r. 16-17].
“Wateya peyva “Tahir” paqijbûn û bêlekebûn e. Paqijbûn û bêlekebûn taybetiyên rihê Îlahî ne. Herwiha rih, ji Xweda ye, paqij û bêmirin e. Nexwe, Baba ji aliyê rih ve Tahir e, teceliya Îlahî ye, rast e, qudret û evîn e. Ew di vî dubeytiya xwe ya jêr de navê xwe wiha tîne ziman” [Sönmez r. 358]
6.
“Yekem berhema ku navê wî wekî Tahir tomarkiriye, berhema bi navê “Nameyan” e û ev berhem ya Aynu?l-Qu??at-ê Hemedanî ye. Berhema navborî di sala h. 520-525?an de hatiye nivîsîn” [Yavuzer, r. 18].
“Yekem berhema ku navê wî wekî Tahir tomar kiriye berhema bi navê “Nameyan” e û ev berhem ya Aynulqudatê Hemedanî ye. Berhema “Nameyan” di sala h. 520-525’an de hatiye nivîsîn” [Sönmez r. 359]
7.
“Helbestvan bi çend bernavan tê naskirin. Ev bernav; Baba, Uryan, Lorî û Hemedanî ne. Helbestvan di helbestên xwe de bernavên Baba, Uryan û Hemedanî bi kar anîne. Di heman demê de ev bernavên biwate, di derbarê raman û jiyana wî de agahî didin me [Yavuzer, r. 18].
“Baba Tahir bi çend mexlesan tê naskirin. Ev mexles; Baba, Uryan, Lorî û Hemedanî ne. Helbestvan di helbestên xwe de mexlesên Baba, Uryan û Hemedanî bikaranîne. Di heman demê de ev mexlesên biwate, di derbarê raman û jiyana wî de agahî didin me” [Sönmez r. 359].
8.
“Peyva “baba” di demên kevn de ji bo kesên navdar ên ji malbatên mezin, kesên ku ji aliyê gel ve hatine hezkirin û pêþrevên komên baweriyan re hatiye bikaranîn. Di heman demê de peyva “bav” a ku Kurd dewsa “baba” yê bi kar tînin, di demên kevn de ji bo þêx û kesên rêber re jî hatiye bikaranîn. Xêncî van peyva “baba” wateyên mîna “bavê mezin”, “mirovê pîr û kamil” jî dihudirîne” [Yavuzer, r. 18].
“Peyva “Baba” di demên berî ji bo kesên navdar ên ji malbatên mezin, kesên ku ji aliyê gel ve hatine hezkirin û pêþrevên komên baweriyan re hatiye bikaranîn. Di heman demê de peyva “Bav” a ku Kurd di dewsa “Baba” yê de bikartînin, di demên berê de ji bo þêx û kesên rêber re jî hatiye bikaranîn. Xêncî van peyva baba, wateyên mîna bavê mezin, mirovê pîr û kamil jî dihudirîne” [Sönmez r. 359].
9.
“Peyva “Baba” ji bo rêzgirtina mezinên Yarsan, Bektaþî, Qelenderî, Melametî, Hayderî, Nûqtewî û Hurûfî re hatiye bikaranîn” [Yavuzer, r. 18].
“Peyva “Baba” ji bo rêzgirtina mezinên Yarsan, Bektaþî, Qelenderî, Melametî, Hayderî, Nûqtewî û Hurûfî re hatiye bikaranîn” [Sönmez r. 359].
10.
“Bernava “baba” ji bo Tahir cara yekem di pirtûka Rawendî ya bi navê “Ra?etu?s-?udûr we Ayetu?s-Surûr Der Tarîxê A?lî Selcûq” de cih girtiye. Di pirtûkê de helbestvan bi navê “Baba Tahir” cih digire û rêza ku hikûmdarê Selçûqî ji Baba Tahir re girtiye û daxwazên Baba Tahir ên ji hikûmdarê Selçûqî, wekî gotûbêj cih digirin. Pirtûk cara yekem di sala 1386?an de hatiye çapkirin. Destnivîsa vê pirtûkê di pirtûkxaneya Parîsê de ye.” [Yavuzer, r. 19].
“Bernava “Baba” ji bo Tahir cara ewil di pirtûka Rawendî ya derbarê dîroka Selçûqiyan ya bi navê “Rahetu’s Sudûr û Ayetu’s Surûr” de cih girtiye. Di pirtûkê de Helbestvan bi navê “Baba Tahir” cih digire û rêza ku hikûmdarê Selçûqî ji Baba Tahir re girtiye û daxwaziyên Baba Tahir ên ji hikûmdarê Selçûqî, wekî gotûbêj cih digirin. Ev pirtûka navborî di sala hicrî 599an de bi zimanê Erebî hatiye nivîsandin û destnivîsa vê pirtûkê di pirtûkxaneya Parîsê de ye.” [Sönmez r. 35-360].
11.
“Peyva “uryan” peyveke Erebî ye, di Kurdî de wateya peyvê “rût” e. Ji ber ramana wî ya felsefeya sofîzm û jiyana wî ya derwêþî bixwe, yan jî kesên din jê re “uryan” gotine. Ev bernav, arifî û sofîtiya wî diyar dike. Ji ber ku wî nirx nedaye dinê û guh nedaye tiþtên dinê, bernava “uryan” li wî kirine. Vê bernavê ji bo xwe wiha bi kar aniye” [Yavuzer, r. 19].
“Peyva “uryan” peyveke Erebî ye, di Kurdî de wateya peyvê ”rût”an jî bêkiras e. Ev bernav, arifî û sofîtiya wî diyar dike. Ji ber kunirx nedaye dinê û guh nedaye tiþtên dinê, bernava “uryan” li wî kirine. Vê bernavê ji bo xwe wiha bi kar aniye” [Sönmez r. 360].
12.
““Peyva “Uryan” di dîroka terîqetan de ji bo derwêþên ekola Qelenderiyan hatiye bikaranîn. Jixwe Baba Tahir jî ji aliyê pisporan ve ji pêþiyên vê ekolê tê hesibandin” [Yavuzer, r. 20].
““Peyva “Uryan”di dîroka terîqetan de ji bo derwêþên ekola Qelenderiyan hatiye bikaranîn. Jixwe Baba Tahir jî ji aliyê pisporan ve ji pêþiyên vê ekolê tê hesibandin” [Sönmez r. 360].
13.
“Rût û tazîbûna helbestvan terkirin e. Xwe ji bar û bendên dinê û tiþtên dine rizgarkirin e. Yanê terkirina mal, milk û nirxên badilhewa ên dinê ne. Wî, cil û bergên kevn xwekiriye û girîngî nedaye dîmenê. Her wiha ew uryan e ku xwe ji qirêjiyên dinê þûþtiye û paqij kiriye. Evîndariyeke rût û tazî jiyaye ku jê re gotine Baba Tahirê Uryan. Wî xwe bi bendê eþqa Xwedê ve girêdaye. Eþqa wî ya uryan û xwerû di dilên mirovan de hezkirina Xwedê peyda kiriye”
[Yavuzer, r. 20].
“Rût û tazîbûn û bêkirasiya helbestvan terk kirin e. Xwe ji bar û bendên dinê û tiþtên dine rizgarkirine. Yanê terkirina mal, milk û nirxên badilhewa ên dinê ne. Wî, cil û bergên kevn li xwe kiriye û girîngî nedaye dîmenê. Herwiha ew uryan e ku xwe ji qirêjiyên dinê þûþtiye û paqijkiriye. Evîndariyeke rût û tazî jiyaye ku jê re gotine Baba Tahirê Uryan. Wî xwe bi bendê eþqa Xweda ve girêdaye. Eþqa wî ya uryan û xwerûdi dilên mirovan de hezkirina Xweda peydakiriye” [Sönmez r. 360].
14.
“Bernaveke wî ya din jî “lorî” ye. Ew, wekî “Baba Tahirê Lorî” jî tê naskirin. Ji ber ku bixwe Lor e ji wî re Lorî hatiye gotin.” [Yavuzer, r. 20].
“Bernaveke wî ya din jî “Lorî” ye. Ew, wekî “Baba Tahirê Lorî” jî tê naskirin. Ji ber ku bi xwe Lor e ji wî re Lorî hatiye gotin” [Sönmez r. 360].
15.
“Baba Tahir ji ber ku li bajarê Hemedanê hatiye dinê û li wir çûye li ser dilovaniya Xwedê, ji wî re “Baba Tahirê Hemedanî” jî dibêjin. Ev bajar bajarekî kevnar e û paytextê dewleta Medan bûye. Ew di dubeytiyeke xwe de vê bernava xwe wiha dîne ziman” [Yavuzer, r. 21].
“Baba Tahir ji ber ku li bajarê Hemedanê hatiye dinê û li wir çûye ber rehma Xwedê, ji wî re “Baba Tahirê Hemedanî” jî dibêjin. Ev bajar bajarekî kevnar e û paytextê dewleta Medan bûye. Ew di dubeytiyeke xwe de vê bernava xwe wiha dîne ziman” [Sönmez r. 360-361].
16.
“Xezel tê wateya peyvên xweþik û bi eþq, ên ku ji jinan re tên gotin. Bi giþtî ji 5-12 beytan pêk tên, lê xezelên ji diwazdeh beytan zêdetir jî hene. Serwaya xezelê bi giþtî wiha ye: a-a, x-a, x-a, x-a, x-a, x-a. Di wêjeya klasîk de helbestvan giringiyeke mezin dane xezelê. Bi xebatên cihêreng çar xezelên Baba Tahir hatine tomarkirin. Em ê li vir xezeleke wî wekî mînak bidin” [Yavuzer, r. 104].
“Xezel tê wateya peyvên xweþik û bi eþq, ên ku ji jinan re tên gotin. Bi giþtî ji 5-12 beytan pêk tên, lê xezelên ji diwazdeh beytî zêdetir jî hene. Serwaya xezelê bi giþtî wiha ye: a-a, x-a, x-a, x-a, x-a, x-a. Di edebiyatya klasîk de helbestvan giringiyeke mezin dane xezelê. Bi xebatên cihêreng çar xezelên Baba Tahir hatine tomarkirin. Em ê li vir ji xezeleke wî wekî mînak beyta destpêkê û ya dawî bidin [Sönmez r. 361].
17.
Bend, ji her beþên helbestên ji serî heya dawiyê bi heman kêþeyê ve hatine ristin û ji gelek rêzan pêk hatine re tê gotin. Bendên Baba Tahir di destnivîsa Qûmî, ya li muzeya Mewlana de hene. Me ji destnivîsa Qumî wêneya bendan wekî resana wan di dawiya teza xwe de pêþkeþ kirin. Bendên Baba Tahir wihan ne [Yavuzer, r. 106].
Bend, ji her beþên helbestên ji serî heya dawiyê bi heman kêþeyê ve hatine ristin û ji gelek rêzan pêk hatine re tê gotin. Bendên Baba Tahir di destnivîsa Qûmî, ya li muzeya Mewlana de hene. Bo nimûne ji bendên Baba Tahir [Sönmez r. 361].
18.
“Ev berhema Baba Tahir berhemeke tesewifî ye. Di vê berhemê de bi gotinên wî ên puxtedar, aliyê wî yê tesewifî derdikeve pêþ, her wiha ramanên sofîtî û arifbûna wî xuya dike. Berhem ji aliyê mutasawifan ve peywendiyeke xurt dîtiye” [Yavuzer, r. 109].
“Ev berhema Baba Tahir berhemeke tesewifî ye. Di vê berhemê de bi gotinên wî ên puxtedar, aliyê wî yê tesewifî derdikeve pêþ, herwiha ramanên sofîtî û arifbûna wî xuya dike. Berhem ji aliyê mutasawifan ve peywendiyeke xurt dîtiye” [Sönmez r. 362].
19.
“el-Kelîmatu?l Qi?ar 23 bab e ku ji remz û nasandinan pêk tê. Derbarê 21 rîsaleyên ku ji aliyê Baba Tahir ve hatiye nivîsîn gotegot hene, lê derbareyê van gotegotan belge di dest de tune ne. Ev 23 bab derbarê ilm, wecd, merîfet, îlham û feraset, aqil û nefs, dinya û ûqba, zikir û îxlasê de ne. Ew, van mijara bi 368 gotinên xweþ û bi hikmet aniye ziman” [Yavuzer, r. 109-110].
“El-Kelîmetu’l-Qisar 23 bab e ku ji remz û nasandinan pêk tê. Derbarê 21 rîsale gotegot heye ku ji aliyê Baba Tahir ve hatiye nivîsîn lê derbareyê van gotinan belge di dest de tune ne. Ev 23 bab derbareyê ilm, wecd, merîfet, îlham, aqil, nefs, zikir û îxlasê de ne. Ew, van mijara bi 421 gotinên xweþ û bi hikmet aniye ziman” [Sönmez r. 362].
20.
Dubeytî; helbesta ji çar rêzan pêk tê û bi qalibên arûzê tên nivîsin re tê gotin. Rêza serwaya dubeytiyê aaxa ye. Hinekî wan bi qalibê mîna aaaa û xaxa jî tên nivîsandin. Yên tevî rêzên wan biserwa ne re (aaaa) terane tê gotin. Dubeytî aliyê hecim ve piçûk bin jî ji aliyê nivîsînê ve gelek dijwar in. Di dubeytiyan de peyv hindik in lê gotin û wate pir in. Her wiha ev gotinan bi awayekî xweþik, balkêþ û mayînde tên gotin. Di jiyanê de her tiþt ji bo dubeytiyê dibin mijar. Dubeytî xwerû, kurt û bi wate ne. Bandor li ser mirovan saz dikin, wan kelecan dikin û difikirînin. Her du rêzên pêþiyê ji bo ramana ku were gotin re dibin bingeh û di rêza sêyem û çaram de ramana ku hatiye armanckirin cih digire. Di wêjeya rojhilatê de gelek pisporên dubeytiyan hene. Yên herî bi nav û deng di wêjeya Kurdî de Baba Tahir (kd. 1010) ya Farisî de Omer Xeyyam (kd. 1135) û ya Tirkî de jî Asmîzâde Haletî (kd. 1630) ne. Ji ber ku bi dubeytiyan bi hêsanî hestên nazik û xweþik dikarin were gotin, dubeytî heta roja me ya îro hebûna xwe domandiye [Yavuzer, r. 87].
Dubeytî; helbesta ji çar rêzan pêk tê û bi qalibên arûzê tên nivîsin re tê gotin. Rêza serwaya dubeytiyê aaxa ye. Hinekî wan bi qalibê mîna aaaa û xaxa jî tên nivîsandin. Yên tevî rêzên wan biserwa ne re (aaaa) terane tê gotin. Dubeytî ji aliyê hecim ve piçûk bin jî ji aliyê nivîsînê ve gelek dijwar in. Di dubeytiyan de peyv hindik in lê gotin û wate pir in. Herwiha ev gotinan bi awayekî xweþik, balkêþ û mayînde tên gotin. Di jiyanê de her tiþt ji bo dubeytiyê dibin mijar. Dubeytî xwerû, kurt û bi wate ne. Bandor li ser mirovan saz dikin, wan kelecan dikin û difikirînin. Her du rêzên pêþiyê ji bo ramana ku were gotin re dibin bingeh û di rêza sêyem û çaram de ramana ku hatiye armanckirin cih digire. Di edebiyata rojhilatê de gelek pisporên dubeytiyan hene. Yên herî bi nav û deng di edebiyata Kurdî de Baba Tahir (kd.1010) ya Farisî de Omer Xeyam (kd.1135) û ya Tirkî de jî Asmîzâde Haletî (kd.1630) ne. Ji ber ku bi dubeytiyan bi hêsanî hestên nazik û xweþik dikarin were gotin, dubeytî heta roja me ya îro hebûna xwe domandiye [Sönmez r. 362-363].
21.
Baba Tahir ji yekem pisporê dubeytiyan e. Ji heyama xwe û heta roja me ya îro bi dubetiyên xwe ên delal, dilsoz û têrwate deng vedaye. Wî, di dubeytiyan de him eþqa esmanî aniye ziman, him jî derbarê qelenderî, feqîrî û hejariya xwe agahî daye. Dibaytiyên wî bi piranî eþqa Xwedayî, ramana wehdetê wicudê dihundirînin. Ew ji aliyê gel ve wekî mirovekî pîroz tê naskirin û hezkirin. Dubeytiyên wî ji aliyê gelek kesî ve hatine jiberkirin, hinekî wan hatine bestekirin û hin dubeytiyên wî jî wekî stranan bi tembûrê tên gotin ku çêja teraneyên wî ji stranan zehftir in. Dubeytiyên wî wekî gotinên pîroz tên pejirandin [Yavuzer, r. 88].
Baba Tahir ji yekem pisporê dubeytiyan e. Ji heyama xwe û heta roja me ya îro bi dubetiyên xwe ên delal, dilsoz û têrwate deng vedaye. Wî, di dubeytiyan de him eþqa esmanî aniye ziman, him jî derbarê qelenderî, feqîrî û hejariya xwe agahî daye. Dubaytiyên wî bi piranî eþqa Xwedayî, ramana wehdetu’l-wicudê dihindurînin. Ew ji aliyê gel ve wekî mirovekî pîroz tê naskirin û hezkirin. Dubeytiyên wî ji aliyê gelek kesî ve hatine jiberkirin, hinekî wan hatine bestekirin û hin dubeytiyên wî jî wekî stranan bi tembûrê tên gotin kuçêja teraneyên wî ji stranan zehftir in. Dubeytiyên wî wekî gotinên pîroz tên pejirandin [Sönmez r. 363].
22.
Terane helbestên ku hatine bestekirin û bi sazê tên gotin in. Gelên Yarsan dubeytiyên Baba Tahir bi tembûrê wekî staranan dibêjin [Yavuzer, r. 88].
Terane helbestên ku hatine bestekirin û bi sazê tên gotin in. Gelên Yarsan dubeytiyên Baba Tahir bi tembûrê wekî staranan dibêjin [Sönmez r. 363].
23.
“Dubeytiyên Baba Tahir ji aliyê ruxsarî ve bi kêþa erûza Erebî ji behra Hezeca þeþa hezifkirî li ser kêþa “Mefaîlun mefaîlun feûlun” hatine nivîsandin. Lê di çapa Arma?an de kêm dubeytî bi kêþên wekî “Faîlatun mefaîlun feûlûn” hatine nivîsandin” [Yavuzer, r. 88].
“Dubeytiyên Baba Tahir ji aliyê ruxsarî ve bi kêþa erûza Erebî ji behra Hezeca þeþa hezifkirî li ser kêþa “Mefaîlun mefaîlun feûlun” hatine nivîsandin. Lê di çapa Armaxanê de kêmdubeytî bi kêþên wekî “Faîlatun mefaîlun feûlûn” hatine nivîsandin” [Sönmez r. 363].
24.
“Serwaya dubeytiyan, wekî serwaya ruba?iyê ye. Misrayên yekem, duyem û çarem hemserwa ne, ya sêyem ji wan cihê ye (aaxa)” [Yavuzer, r. 88].
“Serwaya dubeytiyan, wekî serwaya ruba’iyê ye. Misrayên yekem, duyem û çarem hemserwa ne, ya sêyem ji wan cihê ye (aaxa)” [Sönmez r. 363].
Yilmaz di beþa dawî de lîsteya hin întîhalên din ku Sonmez kirine weþandiye û paþê çavkanî dane.
Ji bo kesên bixwazin bi berfirehî lê binêrin:
- Kurdolojîde întîhalîn ABC’sî: Nesim Sonmez ornegî / Aykube Elîf Yilmaz