Ûsivê Koçer û Adorno
Luqman GULDIVÊ
Min doh semînerek li ser bîr û civakê li Zanîngeha Rojava da. Mijara sereke ya rêzesemînaran Dibistana Frankfurtê bû ku semînera min jî di navê de hatibû bicihkirin. Ji ber ku ez ne ehlê teoriya rexnegir û vê dibistanê me, min pêþî nexwest xwe bi mijarê bikim. Lê mirov hin tiþtên bi wan dizane jî dikare bi rehetî parve bike. Min Ûsivê Koçer sala 2002'yan nas kir, herçî nivîs û fîlozofiya Adorno ye, min ew sala 2000'î nas kirin.
Gava mirov behsa teoriya krîtîk dike, ji Dibistana Frankfurtê serê pêþî Theodor W. Adorno tê bîra mirovî. Adorno jî bi teoriya rexnegir, bi wê teoriyê ji hev derxistina sîstema heyî û bi vî rengî ronîkirina civakê tê nasîn. Lê ji wan bêhtir jî bi reþbîniya xwe navdar e. Hinekî jî serketina nazîsmê li Almanyayê û paþê Þerê Cihanê yê Duyem û qirkirina cihuyan bûn sedema vê reþbîniya wî.
Bi ya wî, totalîtarîzm mutleq e û naþike. Lê wî di meseleya ku dîrok ne hema xeteke rast a bipêþketinê ye, fikrên hêja derxistin holê ku îro jî ji bo fêmkirina gelek bûyerên civakî bivê nevê ne.
Lê bêhtir reþbîniya wî kir ku ez di semînerê de behsa Ûsivê Koçer bikin. Ew ji mezin û rûspiyên eþîra Kiçan e. Ez bi dîroka berê ya eþîrê danakevim, lê qismê wê yê li Bakur, zivistanan bi berdêlekê li çend gundên dêmanî dima. Konên zivistanî vedidan, biharan berê xwe didan zozanan. Niha gelek kesên ji vê eþîrê li Hezexê dimînin; qismê eþîrê yê li Rojava ji mêj jê qut bûye.
Ji bo hevpeyvîneke ku diviyabû çend rojekî dewam bike, sala 2002'yan ez bûm mêvanê wî li bajarê Almanyayê Hammelnê. Lê ji ber ku li Hezexê hingê dewleta Tirk bi ser malên xizmên wan de girtin, ev hevpeyvîn wekî hesabkirî wê neçûya serî. Lê ez bûm mêvanê Ûsivê Koçer û hem di rewþa pirs û bersivan de û hem jî di rewþa mêvandar û mêvên de min gelek pirs jê kirin. Wî jî texsîr nekir, li min vegerand.
Wî ji xwe re digot qewlbêj, tiþta ji wan re qewl jî digot, diþibiya tiþta berê min wekî seratî (serhatî, serpêhatî) nas dikir. Zêde dewam nekir heta min fêm kir, ev binavkirineke ji êzîdîbûna berê ya eþîrê jê re maye.
Jixwe gava wî got, ew rûspî ye û ji zaroktiyê ve wekî "zarokekî rûspî" ew bi karê eþîrê rabûye, min fêm kir ku rûspîtî li cem vî beþê Kiçan jenalojîk e, yanî ji malbatê tê; eynî wekî kastên di nava êzîdiyan de. Pê re jî navlêkirina cureyê wî îcra dikir wekî qewl ev zena min xurt dikir. Qewl li cem Ûsivê Koçer behsa bûyerên dîrokî, çîrokên þîretker, pend û dîroka eþîrê û mekanên ji bo eþîrê girîng dikin. Lê, Ûsivê Koçer ev qewl bi awayekî ji peywenda xwe qut ji min re digotin, ji ber ku min jê rica dikir. Bivê nevê min jê pirsî, ka gelo zarokên wî jî jê fêr dibin. Lewma çawa ew rûspî bû ji malbatê, diviyabû zarokên wî jî rûspî bin. Lê wî bersiveke kurt û xurt da: Na yabo, koçer êdî neman!
Ez pêþî ecêbmayî mam, gelo wî ji pirsa min fêm nekir! Lê zûzûka bi xwe hisiyam ku min ji wî þaþ fêm kiribû. Wî derseke mezin dabû min: Fonksiyona wî ya rûspîtiyê, muhafezekirina zanînên li ser xwedîkirin û firotina pez, penîr û wekî din, zanîna wî ya li ser dîroka eþîrê, þîretên civakî û pendan, hemû jî yekser eleqedarî koçeriya eþîra wî bûn. Gava koçerî nedima, pêdiviya muhafezekirina vê bîrê jî nedima. Yanî wî rewþa heyî ya civakî ji bo rengê hebûna xwe, wekî "mutleq diyarker" didît û li gorî wê jî helwêstên xwe yên civakî diyar dikirin.
Ji bo Adorno bi qasî Ûsivê Koçer fehman bibe, diviyabû li Almanyayê Nazî bi ser kevin, ew di muzîkê de negihe miradê xwe û þerekî cihanê tevî qirkirina cihû û romanan biqewime. Adorno fehman bû, lê pê re jî hêviyên xwe ji dest dan. Ew bi awayekî rexnegir bi civakê û awayên rêxistinbûna wê daket, lê rewþa civaka heyî xwe li ser wî wekî mutleqbûna totalîtarîzmê giran kir. Û ew reþbîniya ku li cem wî totalîtarîzmê mutleq dike, ji ber ma. Ji fikrên wî yên li ser xweþbûna muzîka klasîk bêhtir, reþbîniya wî ya li ser belavbûna muzîkên din ku bi ya wî ji ya klasîk "kêmtir" in derkete pêþ. Min halo behsa civak û bîrê kir, û têkilî jî di navbera Adorno û Ûsivê Koçer de danî.
Yenî Ozgur Polîtîka