Dê bikaribin zêdetir azadiya komeleyan asteng bikin
Diyarname
Li Meclisa Tirkiyeyê zagona "Pêþîlêgirtina Fînansa Belavbûna Çekên Têkbiriya Girseyan" hat qebûlkirin. Nav ev e, wekî ku li gor rêgezên Neteweyên Yekbûyî ev zagon hatiye derxistin dixuye lê li Tirkiyeyê ji vê jî wêdetir gelek tiþtên din xistin nava vê zagonê. Loma jî saziyên sivîl dijî vê bûn. Ligel nerazîbûna saziyên sivîl ku bi sedan saziyan daxuyanî dan jî zagon hat qebûlkirin.
Li gor vê zagonê, ger der barê komele yan weqfek de lêpirsîna sûcên terorê dest pê bike Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê û walîtiyên bajaran dê bikaribin endamên komele-weqfan biguherînin . Wezaret ji bo xebatên wan bide rawestandin dê bikaribe ji dadgehê vê daxwazê bike.
Vê hefteyê saziyên mafên mirovan, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî jî di nav de saziyên sivîl daxuyanî dabûn, gotibûn li Tirkiyeyê "sûcên terorê bi awayê kêfî tê bikaranîn" û dijî vê zagonê derketibûn.
Saziyan wisa gotibû, "Di çarçoveya têkoþîna li dijî terorê de lêpirsîn der barê bi hezaran aktîvîstên saziyên sivî, rojnameger, siyasetmedar, endamên rêxistinên pîþeyê de hatine vekirin. Dema em bi vî çavî li meseleyê dinêrin ev zagona niha tê derxistin dê hemû komeleyên muxalîf ji bo xwe bike hedef."