Ji berxwedanê heta têkçûnê Bedirxanî
Diyarname
Kovara "Kurt Tarîhî" bi hejmara xwe ya 42'yan li pêþberî xwendevanên xwe ye. Kovar ku bi tirkî dertê lê têde carinan gotarên bi kurdî jî têne weþandin sê mehan carek derdikeve. Di vê hejmara mehên kewçêr-sermawez-berfanbarê de dosyaya Bedirxaniyan hatiye pêþkêþkirin.
JI GELEK ALIYAN VE BEDIRXANÎ
Di dosyayê de 4 nivîs û hevpeyvînek li ser Bedirxaniya hatiye amadekirin û weþandin. Di nav dosyayê de Ahmet Kardam bi navê "Taybetiyên berxwedan û serhildana Mîr Bedirxan, sedemên têkçûnê û encamên wê" nivîsek nivîsiye. Nivîs van gotinan pêþkêþ dike, "Tiþtê ku Bedirxan beg kiriye efsane û heta îro hatiye ne têkoþîna çekdarî ya ku li hemberî Osmanî daye. Wî, li nav kurdan îtîfaqek berfireh saz kiribû ku heta wê çaxê îtîfaqek wisa çênebûbû. Her wiha bi jîrekiya birêvebirinê li nava xwe ewlehî, aramî û pêþketina aborî çêkiriye ku dîsa heta wê demê li Kurdistanê tiþtek wisa nehatibû dîtin. Dîsa bi dîplomasiya li hemberî Osmanî daye û bi hostetiya siyasetê bûye efsane û heta îro hatiye."
DESTPÊKA TÊKÇÛNÊ
Li ser sedema têkçûna Bedirxan jî qala komkujiya wî ya li hemberî Nastûriyan a sala 1943 û 46'an dike û dibêje "Ev komkujiya duyemîn a rezbera 1846'an de li hemberî Nastûriyan hatiye kirin dibe destpêka dawîlêhatina wî. Piþtî vê Îngilistan û Fransa bi awayekî fiîlî beþdar dibin û Sadrazam Rauf Paþa datînin xwarê, Mustafa Reþîd Paþa tînîn cihê wî ku yekem îmzeya ku ew diavêje biryara têkbirina Bedirxan Beg e. Ji bo vê planeke saz dike ku plan gelek veþarî ye."
Di nivîsê de piþtî serhildanê jî rewþa derketiye holê hatiye pêþkêþkirin.
REWÞA EBDURREZAQ
Celîlê Celîl nivîsa xwe ya bi kurdî bi sernavê "Navekî Pîroz yê Pîvana Welatparêziyê Ebrurrezaq Bedirxan" nivîsandiye. Celîl portreya Ebdurrezaq Bedirxan pêþkêþ kiriye û armanca wî ya di dema têkoþînê de nivîsandiye. Ebdurrezaq Bedirxanê ku di dema Þerê Cîhanê yê Yekemîn de bi 500 siwarên xwe Ermenî û Asûriyan rizgar dike digihîne hêsên rus, lê paþê? Paþêya wê em ji nivîsê bixwînin: "Pey rêvolyûsya bolþêvîka, ketina hukumdarya qeyser, belabûna leþkerên Rûsa li sala 1918an Ebdûrrezaq vedigere Mûsilê û dikeve destê leþkerên Tirkan. Cih da wî radikin
sêdarê, dikujin."
MÎQDAD Û KAMÛRAN BEDIRXAN
Bahoz Þavata jî bi sernavê "Mîkdat Mîdhat Bedirxan û Rojnameya Kurdistanê" nivîsa xwe amare kiriye. Lêkolîner Rohat Alakom ku portreyên balkêþ derdixe bi nivîsa "Xwiþka Jidil a Halide Edîb Mehmûre Bedirxan (1877-1939)" ked daye dosyayê. Mehmûre Bedirxan keça Alî Þamîl Paþa û jina wî Bedrîfem e. Paþê Bedrîfem ji Alî Þamîl Paþa vediqete û ligel Serkatibê Mabeynê Mehmed Edîb Beg re dizewice û Halide Edîb Adivan ji bo wan tê dinê. Bi gotineke din Mehmûre Bedinxan û Halide Edîb Adivar ji aliyê dê ve xwiþkên hev in. Di nivîsê de bi awayekî berfireh qala têkiliya herduyan tê kirin.
Di dosyayê de hevpeyvînek jî cih digire. Bahoz Þavata ligel Seîd Verok li ser pirtûka "Du birayên Bedirxanî: Celadet û Kamûran Bedirxan" hevpeyvîn kiriye.
Mehmet Emîn Purçak jî "Li ser albuma Bedirxaniyan" nivîsa xwe nivîsandiye.
MEREÞAL NADIR NADIROV
Ji bili nivîsên di dosyayê de sê nivîsên din û nivîsek jî li ser danasîna pirtûkek hatiye pêþkêþ kirin. Ji van nivîsan, Prof. Dr. Ahmet Oz bi sernavê "Mereþalê Zanista Petroz û Gazê Nadîr Nadîrov" portreya Nadirov pêþkêþ kiriye. Ji nivîsên din yek jê li ser termên erdnîgarî û siyasî yên Kurdistanê (Nasruddewle Mardux nivîsandiye) yek jî li ser cihûyên Kurdistanê ye.
Kovara Kurt Tarîhî ku heta niha tenê bi awayê çapkirî dihat belavkirin niha êdî ligel awayê kaxiz çapkirî bi þiklê e-kovar jî tê belavkirin. Yên bixwazin dikarin wekî e-kovar jî bikirin û bixwînin.
Ji bo têkilî:
Tel: 0 541 391 81 49
www.kurttarihidergisi.com/e-dergi