Di hefteyekê de mîlyonek heb firot
Diyarname
Hunermenda navdar Taylor Swift bi navê "Evermore" îsal duyemîn albuma xwe derxist û ev album di hefteya xwe ya yekemîn de gihîþt mîlyon hebî.
Hunermend Taylor Swift îsal pêþî bi navê "Folklore" albumek derxistibû. Bi vê albumê di lîsteya 10 albumên serketî ya kovara Time de wekî yekemîn hatibû hilbijartir. Ew niha bi albuma xwe ya nû jî derketiye rêzên pêþîn ên lîsteyan. Ev albuma Switf di hefteya pêþî ku ket piyaseyê de firotina wê gihîþt mîlyonek û bi vê bû sêyemîn albuma wê ku di hefteya derdikeve de mîlyon hebî difroþe. Bi vê yekê ew derket sere pêþî a lîsteya Bilboard 200'î.
Bi "Evermore" re bû nehemîn albuma wî ya studyoyê derketî.
Albuma wê "Folklore" ku roja 24'yê tîrmeha îsal der derketibû hê jî di nav lîsteya albumên pir difirotin de ye. Folklore di hefteya pêþî ku derketibû de li nav qada platformên dîjîtal de 500 mîlyon car hatibû guhdarî kirin. Di nav albumên hunermendên jin de Folklore bûbû albuma ku herî zêde lê tê guhdarîkirin û bi vê bûbû albuma 2020'an a ku herî baþ gavê diavêje nav bazarê.
Di albuma "Evermore" de ev stran hene:
EVERMORE” ÞARKI LÝSTESÝ:
01. willow
02. champagne problems
03. gold rush
04. ‘tis the damn season
05. tolerate it
06. no body, no crime (feat. Haim)
07. Happiness
08. dorothea
09. coney island (feat. The National)
10. Ývy
11. cowboy like me
12. long story short
13. Marjorie
14. Closure
15. evermore (feat. Bon Iver)
Taylor Swift kî ye?
Hunermend Taylor Swift di 13'yê berfanbara 1989'an de li West Reading a Pensilvanyaya DYA'yê hatiye dinê. Wê heta niha 9 album derxistine. Bi albumên xwe 10 xelatên Grammy gritine. Heta niha di çend fîlman de jî lîstiye. Swift di warê alîkariyê de piþtgirî dide saziyên sivîl. Di hilbijartina dawî ya DYA'yê de piþtî ku Biden ji bo cîgiriya xwe navê Kamala Haris eþkere kir Swiftê jî piþtgiriya xwe ji bo wan eþkere kir. Wê carinan rexne li Trump jî digirt.
Albumên wê ku heta niha derketine ev in:
- Taylor Swift (2006)
- Fearless (2008)
- Speak Now (2010)
- Red (2012)
- 1989 (2014)
- Reputation (2017)
- Lover (2019)
- Folklore (2020)
- Evermore (2020)
***
Nûçeya Eleqedar:
- 2020: Li dinyayê 10 albumên salê yên serketî