Ganz Unten û Kurd
Yeko ARDIL
Gunter Wallraff êvarekê ji xwe re rûdine û diponije, mitale dike û dibêje: "Min li ser tirkên li Almanyayê xebateke girîng kir û ew xebat bû sedema gelek nîqaþan. Ji wê xebatê herî zêde tirkên koçber sûd wergirtin. Ka ez carekê jî wekî kurdekî xwe hîs bikim û lêkolînekê jî li ser wan bikim."
Bi wê biryarê serê sibê ji malê derdikeve. Li eywanê li rastî malbata cîran a kurd tê. Jin û mêr û zarokên wan bi hev re ne. Reng û rûyên wan melisîne û di nav xebariyê de xerq bûne. Gunter pirsa halê wan dike û hîna ji destpêkê ve li pirsa xwe poþman dibe. Malbat mîna komeke ji gotinbêjan pêkhatî pêþî bav dest pê dike û dûv re, jin û wisa jî zarok almaniya wan a nîvçê teman dikin. Ew sibe lêkolînerê alman bi çîroka zordariyên dewleta Tirkiye, Sûriye û Îranê careke din dihese û ew nûçeya dagirkirina rojavayê Kurdistanê di hiþ û bîra wî de nû dibe. Di dawiya sohbetê de bav ji tûrikê xwe komek kaxed derdixe û dibêje: “Bi ser hemû derd û kulan re divê ez vana bidim xwendin û bersiva wan jî ji saziyên dewletê yên têkildar re binivîsim û va ye tu almaniya min jî dibînî. Ka ez çi xweliya heft gundan li serê xwe bikim!"
Gunter ji wir bi reverev xwe berdide ser kolana ku gelek qehwexane û dikanên tirk û kurdan lê hene.
Di deriyê dikanekê re dikeve hundir û li rastî pevçûnekê tê: “Mêrê navsere yê kirêdar bi ser firoþkar de diqîre û dibêje, "Kuro tu çawa bi tirkî nizanî?!" Firoþkar bi almanî bersiva wî dide: “Ji xwe re bi edeb be. Ez ne tirk im û ev der Almanya ye. Dikarî bi min re bi almanî biaxivî." Gunter ku êdî bi tirkî jî fêm dike û piçekî jî dikare biaxive, dikeve navberê û ji yê tirk dipirse ka mesele çi ye. Yê tirk bi doza xwe bawer e û dibêje: "Ev yamyam dibêje, ez kurd im, û bi tirkî nizanim. Kurdekî çawa bi tirkî nizane! Ma bi serê kê dikeve?"
Ji wir derdikeve di nav ponijandinan de ji bo kirîna destmaleke kaxez dikeve dikaneke din û çi bibîne. Li wir jî xirecireke din li dar e. Vê carê herdu alî jî kurd in û yê karsaz bi ser karkerî de diqîre: "Law min sed carî ji we re got. Li nav dikanê bi kurdî nepeyivin. Ma hûn dixwazin mala min xera bikin! Mane hûn dizanin heger tirk peyveke kurdî jî bibihîsin nema tên vê dikanê!"
Karkerê di tengasiye de bi þermînî bersiva wî dide: “Hêja, welle bille em bi kurdî napeyivin. Ew yê kirêdar kurdê Sûriyeyê bû, bi tirkî nedizanî û ji neçarî min bersiva wî da. Yê tirk jî hema tûrîkên xwe avêtin ser masê, di ber xwe de kir pilepil û çû. Ma sûcê min çi ye?"
Ji wir xwe berdide metroyê û li quncikekê rûdine. Li aliyê din bav û kurek rûniþtî ne. Bi kurdî diaxivin. Kesê li hemberê wan jî mîna ku çavdêriya wan bike wisa bi baldarî li wan dimeyizîne. Bîstekê bi þûn ve ji herduyên ku bi kurdî diaxin, dipirse: “Ew lawik bi tirkî nizane gelo?" Bav dibêje, “Na, nizane."
"Çima?"
Bav: "Ma ez mecbûr im bersiva te bidim?"
"Tu ne mecbûr î lê tiþtekî nebaþ e ku hûn li Almanyayê eslê xwe wenda dikin. Ew zarok bêyî tirkiyê wê seqet mezin bibe." Demek þûnde radibin hev. Gunter dikeve navberê yê kurd dibêjê. "Dibînî nivîskarê herî jîr. Em ji destê wan direvin, welatê xwe diterikînin û li vir jî nahêlin em bi rehetî bi zimanê xwe biaxivin. Ma em biçin fezayê?!"
Li gel tevahiya dijwariyan jî nivîskar bi biryar e û vê carê rêya xwe bi þaredariyê dixe. Li wir jî kurdek û berpirsyarek di sînga hev de ne. Yê kurd dixwaze di qeyd û nasnameya wî de "Kurd" bê nivîsandin û karmend qebûl nake, "Mixabin em nikarin binivîsin. Lewra hûn ne xwedî dewlet in. Her kes bi welat û dewleta jê hatî tê pênasekirin."
Gunter cardin li ser kolanê ye û li rastî xwenîþandanekê tê. Bi sedan jin, mêr û zarok jî di nav wan de diqîrin. Kêlîkê li wan temaþe dike û ji niþkeve polîs mîna boxeyên spanî yên çav bi rengê sorê ketîn, bi nav girseyê dikevin. Al û remzên wan, jin, mêr û zarok û heta erebeyên pitikan jî li ber lingên polîsan belawela dibin. Polîs bi ser de jî diqîre, "Kurdino, hûn ji bo Rojava dimeþin. Nabe hûn wêneyên Ocalanî bidin nîþan."
Gunter dawiyê digihîje pêþ Parlementoya Almanyayê. Li wir jî komek kurd li hev civiyane û pakêtên qirase li ber wan bi kelecan li benda bersivekê ne. Yê berpirsyar bi kinahî jê re rave dike, "Me xwest li Almanyayê jî mîna gel û miletek mafê me hebe û em bi fermî bên naskirin û ji me re ereb, faris û tirk nebêjin. Ji me xwestin em 60 hezar îmzeyan kom bikin. Me bi qasî 70 hezarî berhev kirin. Lê dîsa jî gotin, "Em nikarin nasnameya we ya neteweyî qebûl bikin!"
Gunter ê lehengê nivîsa me herî dawî çi hizir kir em nizanin. Lê mîsoger wiha gotiye, "Bavo, baþtir e ez li ser tirkan li xebatên xwe bidomînim. Nexwe wê dilê min bisekine!"
Vêca hûn bêjin, gelo li Almanyayê yên herî bindest kî ne?
11.12.2020, Yenî Ozgur Polîtîka