Romana bêmiradan 'Bêmiraz'
Lokman POLAT
Di navçeya me de (li Licê) xelk/gel peyva bêmiraz û bêsiûd bi kar tîne. Bêmiraz ji bo kesên feqîr, belengaz û kesên ku miradê wan neçûbû serî re dihate gotin. Ji bo evîndarên ku evîna wan têk diçû, nedigihîþtin hev û din re jî bêmiraz digotin; ”Bêmirazên negihîþtine mirazê xwe.” Bêsiûd jî di heman maneyê de dihatin gotin. Carna jî di maneya bêþans, bêþansiyê de bi kar dianîn.
Romana birêz Abdullah Yavuz jî navê wê ”Bêmiraz”e. Nivîskarê kurd A. Yavuz ji Serhedê ye. Dibe ku li Serhedê di þûna bêmirad de bêmiraz bikar tînin. De ka em binêrin bêmiradî/bêmirazî ya lehengên romanê çiye? Ka naveroka romanê li ser çi mijarê hatiye honandin?
Di romanê de, qala bêmiraziya Bedran tê kirin. Di romanê de di gel Bedran gelek tîp, fîgur û karekterên din jî hene. Zalo hevalê Bedran e. Berîvan Evîndara Bedran e. Avdel Axa jî navî li ser e, Axayê herêmê ye û herweha wekî Xwedayê herêmê ye.
Roman di esasê xwe de romanek antî-feodal e. Lêbelê, di naverokê de bi giranî mijara evînê, evîna Bedran û Bêrîvanê û nakokiyên ku derdikevin pêþberê wan û têkoþîna evîna wan tê rave kirin.
Avdel Axayê ku bûbû sedemên hemû xirabî bûyerên nebaþ ku li herêmê pêk hatibû, vêca jî ew di navbera Bedran û evîndara wî Bêrîvanê de bûbû Bekoyê . Avdel Axa çav berdabû Bêrîvanê. Wî li ser malbata Bêrîvanê bandor danîbû, bavê Bêrîvanê ji tirsa wî nedixwest Bêrîvanê bide Bedran.
Avdel Axa hevkarê dewletê bû, sîxurî dikir û giliya Bedran dike, dibêje; ”Bedran fîrar û qaçaxçiyan xwedî dike, bi wan re dibe alîkar.” Leþkerên qerekolê diavêjin ser mala Bedran û wî digrin, dibine qereqolê. Fermandarê qereqolê dost û hevkarê Avdel Axa ê bertîlê ye. Ew bi alîkariya Avdel Axa ji gel bertîlê digre, dixwe.
Avdel Axa hem gundiyan û hem Bedran dide girtin û hem jî ji malbata wan bo bertîl bidine qumandarê qereqolê navberî dike û zêr û pere/dirav werdigire û dide qumandarê qereqolê.
Roman bi þêweya ekola ”realîzma civakî/sosyal realîzm” ku bi tirkî jî jê re dibêjin ”toplumsal gerçekçilik” hatiye afirandin. Lewre jî, bûyera romanê evînek trajedîke ku li Serhedê pêk hatiye. Bûyerên di romanê de, jiyana gundiyan, têkiliyên wan, hevaltî û dostaniya wan û bêmiraziya evîndaran parçeyek ji jîyana kurdan a tijî êþ û jan e.
Roman bi hêsanî lê belê bi meraqekê hetanî rûpela dawî xwe bi meriv dide xwendin .
Avdel Axa ji malbata Bedran bertîl digre dide qumandar û Bedran tê berdan. Lê belê, êdî ew fêm dike ku Avdel Axa dê nehêle ew bi mirazê xwe þa bibe. Bedran ji hevalê xwe Zalo re dibêje : ”Avdel wê tu caran nehêle ez bi Berîvanê re bizewicim. Ev bêbav bûye Bekoyê Ewan ketiye navbera me.”
Avdel Axa pêncî salî ye. Du jinên wî, þeþ zarokên wî hene. Xwedî xulam û qewraþan e. Û niha jî dixweze Berîvanê bîne bike jina xwe a sêyem. Bedran dixwaze Avdel Axa ji holê rake, ango wî bikuje. Lê bi rêbazeke ku kesek jê zirar nebîne. Ew di serê xwe de planekê çê dike û plana xwe ji hevalê xwe Zalo re dibêje.
Bedran ji malbata xwe û gundiyan re dibêje ku ew dê ji gund here bajarekî dûr. Ew ji gund diçe navçeyê û Xwedêgiravî ji navçeyê jî dê bi trênê here wî bajarê dûr. Ew diçe navçeyê lê naçe bajarê dûr û ji navçeyê bi dizîka vedigere, li ber gund xwe berþê dide. Armanca wî ev e ku; li pêþiya Avdel Axa kemîn dayne û wî bikuje.
Di romanê de jiyana li gund, têkilî û hevkariya gundiyan bi hevûdu re, dostaniya rasteqîn a du gundiyan, dîlan/dawet û alîkariya gundiyan di dema dîlanê de bi Zalo re, hestên tolhildanê, adet/tore û tradisyonên kevnare di nav civakê de tê rave kirin.
Romana A. Yavuz ”Bêmiraz” romaneke naveroka wê li ser zordariya axayekî û li hemberê wî serîhildaneke, tolhildan e û bêmiraziya du evîndaran e.
Bedran li ser riya gund li pêþiya Avdel Axa kêmînê datîne û wî û qumandarê leþkerên dewletê birîndar dike. Ew Bedran nabînin, nizanin ku kî gule bera wan daye. Avdel li ser þikê giliyên bavê Bedran û hevalê wî Zalo dike. Wan herduyan digrin. Ji bo ku Bedran çend roj berê gotiye ew ê here bajarê dûr û ne li gund bûye, loma Avdel bûyerê nekiriye ser wî, kiriye ser bav û hevalê wî. Lêbelê, li ser þahidiya gundiyan ku ew herdu di dema bûyerê de li gund bune, wan berdidin.
Bedran li çiya çend roj tî û birçî dimîne û paþê diçe mala dostekî bavê xwe ku li navçeyê xancî ye. Xancî jî wî ji wir diþîne bajarek din cem dostekî xwe. Li bajêr Bedran dest bi kar dike, bûyerek diqewime û ew tê girtin. Dema ew li hepisxaneyê ye, Avdel Axa jî baþ dibe, birînên wî rehet dibe û ew Berîvanê ji xwe re dibe dike bermalî.
Bedran þeþ meh li hepisxaneyê dimîne û tê berdan. Û paþê ew dibihîse, pê dihese ku Avdel Axa Berîvanê biriye kiriye jina xwe. Ew þoke dibe, hêviya wî diþke. Wî soz û peyman dabû Berîvanê ku ew dê here wê birevîne. Lê belê, ji ber ketina hepisxaneyê nikare here ku wê birevîne.
Di çend rûpelên dawîn de têkçûna evîna Bedranê bêmiraz bi þêweyeke dramatîk tê rave kirin. Min bi xwe ji lehengê romanê Bedran û ji hevalê wî Zalo hez kir û dilê min bi bêmiraziya Bedran û Berîvanê þewitî. Bedran û trajediya dawiya wî di çar rûpelên dawî de tê rave kirin. Dema mirov dixwîne gelek li ber dikeve. Evîndariya evîndarên bêmiraz, bi dramayê dawî dibe.
Wek min berê jî gotibû; roman romaneke realîzma civakî ye. Bûyerên ku di romanê de têne ravekirin û leheng, tîp, kesayetî û karekterên di romanê de têne ravekirin xeyalî nîn in, neçêker in, rastîn in. Jixwe di dawiya romanê de romannivîser wek gotina dawî dibêje : ”Ev roman, jiyana kesekî ku li herêma me jiya ye bûyera di serî de derbaz bûye hatiye nivîsandin. Mixabin min dixwest ku saxiya lehengê romanê bi we re parve bikim, lê beriya ku romana min bi dawî bibe, çar meh berê, lehengê romanê Bedran mir.”
Romana ku ji nav weþanên ”Sîtav” derketiye hêjayê xwendinê ye. Min wek xwendevanekî, roman baþ û romannivîser serketî dît. Min romanê xwend, hûn jî bixwînin.