Kifþek nû: Li ser vîncê temaþekirina maçê!
Diyarname
Em vî wêneyî wekî wêneyê rojê hildibijêrin û pêþkêþî we dikin. Kîjan wêne? Wêneyê Seroke Klûba Bolusorê Abdullah Abat ku çûye ser vînçê û ji wir li maçê temaþe dike. Li dinyayê ev helwesteke nû ye.
BoluSpor di Lîga 1'emîn a TFF'ê (Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê) de dilîze. Serokê Klûbê Abdullah Abat hefteya çûyî di maça Bolû û Altay de ji ber çûye odeya ku lîstikvan kincên xwe lê diguherînin li ser wî lêpirsîn dan dest pê kirin û ew þandin cem PFDK'ê (Lijneya Dîsîplînê ya Fûtbola Profesyonel). PFDK dê ceza bide yan nede hê nediyar e lê vê hefteyê divê neçûya temaþekirina maçê. Abat jî neçû sehayê, neçû trîbunê, lê çareyek din dît: Li derveyî sehayê vîncek kirê kir, çû ket nava sepeta vîncê û ji wir de li maçê temaþe kir. Ev kirinek nû bû. Li ser vê yekê di rêziknameya PFDK'ê de tiþtek nîn e, PFDK nikare bêje te çima wisa kiriye jî. Bi vê yekê Abat belkî ketibe nav pirtûka dîrokî Guinnessê jî. Axir tiþtê me eleqedar e wêneyê vê meseleyê ye û em wekî wêneyê rojê pêþkêþ dikin.
Ha, maç, Bolu li Umraniyeya Stenbolê bûbû mêvan û bi serketina bi 2-0'ê (Gol Turgay Kaçar û Nemanja Mihajlovic) vegeriya mala xwe.