General Austin çawa dikare bibe Wezîrê Parastinê?
Diyarname
Serokdewletê DYA'yê Joe Biden ê hatiye hilbijartin dixwaze generalê malniþîn General Lioyd Austin ê ku di dema Kobanî de jî keda wî hebû bike Wezîrê Parastinê. Ger ev yek çê bibe li DYA'yê dê bibe yekemîn kes ê bi eslê xwe ji Afrîkayê dibe Wezîrê Parastinê. Lê tê gotin ku dibe Partiya Demokratan (PD) dijî vê yekê derê. Ji ber ku hê çar sal bi ser malniþîniya wî re derbas bûye. Ger dîsa jî Biden bixwaze peywirê bide dê çawa be?
General Lioyd Austin III di sala 1953'yan de li Mobile ya Alabamaya DYA'yê hatiye dinê. Wî 36 salan di Artêþa DYA'yê de kar kiriye û di sala 2016'an de malniþîn bûye.
Biden ji bo The Atlantic gotarek nivîsî ye û di gotarê de dibêje "Niha kesê ji bo Wezareta Parastinê ku pêdiviya me pê heye tam ew e. Di heman demê de Biden gotiye di warê bikaranîna hêzê de ew jî wekî min difikire û bikaranîna hêzê wekî rêya herî dawî lê tê nêrîn.
Di salên 2010-2011'an de dema Biden Cîgirê Obama bû, General Austin jî Serleþkerê Hêzên DYA'yê yên li IRaqê bû û ew bi hev re xebitîne. Di sala 2013'yan de Austin bû Serfermandarê Hêzên Navendî (CENTCOM) ya DYA'yê. Di dema vê peywirê de Austin ji bo þerê dijî çeteyên DAIÞ'ê gelek alîkariya kurdan kir. Dema berxwedana Kobanî de hêzên hewayî yên DYA'yê gelek hatin bikaranîn ku bi fermana wî bûn.
Di rezbera 2015'an de li Senatoyê dema axivî bû diyar kiribû ku DYA piþtgirî dide YGP'ê.
Li gor zagonên DYA'yê endamên artêþê piþtî 7 salên malniþiniyê dikarin bibin Wezîrê Parastinê lê bi ser malniþîniya General Austin re çar sal derbas bûne. Di vir de formula "Di Senatoyê de guherîna îstîsnaî" dertê holê ku tê gotin li vir dibe Partiya Demokratan dij derê.
Serokdewletê DYA'yê Donald Trump Amiral Jim Matts kiribû Wezîrê Parastinê ku ji bo wî ev xala îstîsnaî bikar anîbûn.