Skoçya ji bo serxwebûnê dixwaze careke din referandûmê li dar bixe
Diyarname
Serokwezîra Skoçyayê Nicola Sturgeon diyar kir ku dê sala bê careke din referandûma serxwebûnê ya veqetîna ji Îngilistanê li dar bixin.
Serokwezîra Skoçyayê û Seroka Partiya Neteweyî ya Skoçyayê Sturgeon got ku ew dixwazin sala bê referandûmê li dar bixin û got ku di encama anketan de derketiye hole ku gelê Skoçyayê serxwebûnê dixwaze. Sturgeon wisa got, "Gel gelê Skoçyayê vê dixwaze ne di demek dirêj e, demek zûdir divê vê firsendê em bidin wan. Parlemena bi baþî li vê meseleyê dinêre."
Li nava welat 14 anket hatine çêkirin û gel daxwaza xwe aniye ziman û serxwebûn xwestiye.
Di gulana 2021'ê de li Skoçyayê hilbijartin heye û Partiya Neteweyî ya Skoçyayê di anketan de yekemîn dixuye. Gotinên Seroka Partiya Neteweyî jî hinek di vî alî de hatine nirxandin.
Di sala 2014'an de li Skoçyayê referandûm hatibû çêkirin û sedî 55 gotibûn na û xwestibûn jiyana xwe ya ligel Qraliyeta Yekbûyî bidomînin. Tê gotin ku piþtî Îngilistanê biryara Brexit a veqetîna ji Yekîtiya Ewropayê da û piþtî di meseleya Covid-19 de bi ser neket, li Skoçyayê asta alîgiriya serxwebûnê bilind bûye.
Ji DW hatiye girtin