Ji bo min megrî Arjantîn
Yeko ARDIL
Strana Evîta bi vê hevokê dest pê dike, "Ji bo min megrî Arjantîn."
Lehengên wî welatî bi lez û di rîtma bahozekê de dijîn û wisa jî dimirin.
Çawa ku lehengên welatî di lez û liva bahozê de dijîn, wisa jî jiyana wan bi qasî bablîsokekê tevlihev e. Gava mirov dêhna xwe didiyê, di jiyana wan de li gel hejarî û rebeniyê, dewlemendî û serfirazî jî hene. Di nav çîroka wan de aliyên qenc û xerab têkel in û ev jî dike ku ew di asta mirovbûnê de bimînin.
Jiyana jina Arjantînî jî her wisa pirr alî ye. Li aliyekî jina dîktatorekî leþkerî ye û li aliyê din jî bi alîkarî û desteka dayî hejaran ve kariye xwe bike xûþdiviya gel û vegere remza welatekî. Vê gavê dema behsa wê dibe, ew hêrs û kerba wê ya bilindbûnê û alîkariya dayî pergaleke stemkarî nayê bîra gelê wê, nexasim mîna îkoneke pîroz Evîtaya delaliya welatê xwe ye. Evakê gava di temenê 33 salî de ji ber nexweþîna pençeþêrê koça dawiye dikir, rondikên gelê wê diherikîn.
Kesê duyemîn û herî zêde li cihanê bandor kirî jî bêguman fermandar Ernesto Che Guevara ye. Che bi qasî Eva û Maradona ji aliyê aborî ve hejarî neditibû. Lê wî dil berdabû rizgarkirina çîna hejar û jiyana xwe diyarî têkoþîna li dijî bindestiyê kiribû.
Bi wêrekî û serbindî jiya. Li çol û çiyan, di nav nexweþên kotî û leþkerên birçî de ji bo armanceke pîroz êþên dijwar kiþandin. Lê ji ya xwe nehat xwarê. Li dewsa ku di hundirê buroyeke bijîþkî de por spî bike û di nav çîna serdest de bijî, hêtûna di nav dilê xwe de da ber guleyên bêbext. Dema li Bolîvyayê bê darizandin dihat kuþtîn temenê wî 39 sal bû.
Che destpêkê Arjantînî bû, paþê bû xortekî Latîniya giþtî dûv re ji bo cîhanê hemûyî û bi taybetî jî ji bo bindestan veguherî remza serhildana li dijî mijokdariyê.
Diego Armando Maradona yê wekî dewama wan lehengan derket meydana jiyanê, di warê navdariyê de ji wan jî bihurî. Lewre ew bi karekî wisa rabûbû ku pêþîlêgirtina wî ne pêkan bû.
Gelek dewletên ku bi dîktatorî û faþîzmê hatine îdarekirin, karîne Che li welatê xwe qedexe bikin yan jî rê li ber bigirin. Lê tu dewlet û pergal nikare lîstika pêgokê asteng bike. Ji salên 1980´yî ve Maradona bi riya medya dîtbarî, li tevahiya mal û xanûmanên cîhanê dibû mêvan. Ew xortê bejinkin ê qemerî gava derdiket meydana lîstikê, vediguherî dêwekî çîvanokan û kelehên li hemberî xwe ji hev belawela dikirin. Di demeke kin de ne tenê li welatê xwe, li tevahiya cîhanê navdar dibû.
Ew lawikê ji malbata hejar û bindest êdî li ser rûpelên medya cîhanî bû. Serketinên mezin bi lîstika wî didan dû hev. Êdî navekî din ê pêgokê jî Maradona bû. Li aliyê din ji bo gelên bindest ku herdem pêdivî bi leheng û mesîhan heyîne, ew jî wekî hêviyeke rizgariyê di dilê gel de cih digirt. Di jiyana wî ya bilindbûnê de lûtkeya herî jor jî lîstika li hemberî Brîtanyayê bû. Ew lîstik ji bo gelê Arjantînê ne tenê gihîþtina pokala cîhanî bû, her wisa wan dixwest tola Giravên Falklandê jî ji îngilîzan wergirin. Di sala 1986´an de Maradona û hevalên xwe tîma îngilîz pêrîþan kirin û gola bi destê xwe avêtî jî kete rûpelên dîrokê. Êdî ji bo gelê xwe ew ne tenê leheng, lê yezdan jî bû. Li Arjantînê bi navê bawermendên "Destê Xwedê" mirîd û bawermend jî peyda dibûn.
Wisa jî Maradona êdî bi rastî jî yezdanek bû. Lê wî baþ pê dizanîbû ku ew yezdanekî li ser rûyê zemîn e û yezdan jî dikarin li gel çêyiyan, þaþiyan jî bikin.
Hêtûn û pêta di dilê wî de ew star nedikirin. Loma jî dest avêt madeyên hiþbir û xwe berda nav jiyana ne asayî. Gelek bûyerên ku bi nav û keda wî ve li hev nedikirin bi serê wî de hatin. Hîna wê demê dihat payîn ku li deverekê di bin zikê xwe yê qelew de bifetise, lê ew Maradona bû. Careke din xwe ji nebûnê heyî kir. Çêbû û bilind bû. Ligel pêgokê pergalên serdest jî rexne kirin. Heta bi Vatîkan jî þermezar kir û hezkirina xwe ya ji bo bindestan diyar kir.
Lehengê me 60 salî li ser milê wî bi deqên Che ve ji nav me koç kir. Wî herî zêde ev rastî îspat kir ku yezdan jî du alî ne: çêyî, xerabiyê, bilindbûn û ketinê jî dihundirînin. Lê dîsa jî ew di dilê gel û gelan de li lûtkeya herî jor in.
Niha ne tenê Arjantîn tevahiya hezkiriyên wî li pey wî digirîn û newayên strana Evakê li ber guhan dikevin: "Ji bo min megrî Arjantîn, min tu carî dev ji te bernedaye."
27.11.2020, Yenî Ozgur Polîtîka
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Fîlmên ku li ser Maradona hatine kiþandin
- Efsaneyê dinyayê Maradona þopeke mezin li dû xwe hiþt û çû
- Ciwaniya Maradona li vir derbas bû