Fîlmên ku li ser Maradona hatine kiþandin
Diyarname
Efsaneyê fûtbolê Diego Armando Maradona roja 25'ê mehê wefat kir. Heta niha li ser wî çend belgefîlm hatine kiþandin. Em di vê nûçeyê de wan pêþkêþî we bikin.
Belgefîlmê 'Diego Maradona'
Belgefîlmê bi navê "Diego Maradona" yê herî dawî ye ku li ser wî hatiye kiþandin. Belgefîlm ji aliyê derhêner Asif Kapadia ve par hat kiþandin û nîþandayîn.
Belgefîlm berê xwe dide lîstikvan Diego Armando Maradona û bi dîmenên arþîvî ku berê nehatiye weþandin jî jiyana wî radixe ber çavan. Belgefîlmê ku di sala 2019'an de li Festîvala Fîlman a Cannesê hat nîþandayîn hat ecibandin.
Derhêner Asif Kapadia li ser hunermend Amy Winehouse bi navê "Amy" belgefîlmekî kiþandibû û bi vê yekê Xelata Oscarê girtibû. Bi vî belgefîlmî carek din hem bal kiþand ser derhêneriya xwe hem jî kiþand ser Maradona. Belgefîlm 120 deqîqeyî ye.
'Amando A Maradona'
Belgefîlmê bi navê "Amando A Maradona" senaryoya wî ji aliyê Nicolas Ajruj ve hatiye nivîsandin û Santiago Bonta saz kiriye. Belðefîlmê 75 deqîqeyî ye û di sala 2005'an de hatiye kiþandin.
'Maradona'
Belgeîlmê bi navê "Maradona" ji aliyê derhênerê navdar Emir Kusturica ve hatiye kiþandin. Belgefîlmê ku di sala 2008'an de hatiye kiþandin 90 deqîqe dikiþîne.
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Efsaneyê dinyayê Maradona þopeke mezin li dû xwe hiþt û çû