Efsaneyê dinyayê Maradona þopeke mezin li dû xwe hiþt û çû
Diyarname
Lîstikvanê efsanewî yê fûtbolê Armando Diego Maradona di encama qeyrana dil de îro mir. Maradona 60 sali bû.
526 GOL KÛPAYA DINYAYÊ
Diego Armondo Maradona di 30'ê kewçêra 1960'î de li Lanus a Buenos Aires a Arjantînê hat dinê. Maradona wekî efsaneyekî bû. Di tîmên Arjentinos Juniors de dest bi lîstina profesyonel kir. Di navbera salên 1976-81'ê de li vir lîst û tam 116 gol avêtin. Heman salê transferê Boca Juniors bî ku vî tîmî rê li ber vekir: Di sala 1982'yan de bi 5 mîlyon Euroyî transferê Barselonaye bû. Wê çaxê ev transfer rekor bû. Di salên 1982-84'an de di 36 maçan de 22 gol li ser navê Barselonayê qeyd kirin û sala 1984'an transferê Napolî bû. Maradona bi 6.9 mîlyon Euroyî transfer bû ku ev rekora transferê bilindtir kir. Paþê Sevilla, Newell'is Old Byos, Boca Juniors bi temamî di 492 maçên Lîgan de lîst û 259 gol avêtin. Maradona di tîma neteweyî ya Arjantînê de jî 91 caran formaya tîmê li xwe kir û 34 gol avêt.
'DESTÊ XWEDÊ' Û GOLA SEDSALÊ
Maradona di sala 1986'an de Kûpaya Dinyayê li ser navê Arjantînê bi dest xist. Di fînalê de Arjantînê Almanyaya Rojava bi 3-2 têk bir û kûpa bir mala xwe. Maradona jî ji ber serketina wî bi Xelata Goga Zêrîn hat xelatkirin. Di vê tûrnûvayê de meseleya ku li dinyayê bû navdar di çarîk fînalê de gola ku avêtibû Îngilistanê bû. Di maçê de Maradona du gol avêtin û yek jê bi dest avêtibû ku ev mesele wekî "Destê Xwedê" ket nav dîroka fûtboyê ya dinyayê. Gola din jî balkêþ bû ji ber ku Maradona 60 metre gog digindirand, gelek lîstikvan li dû hiþtin û gol avêt. Ev gola Maradona di sala 2002'yan de ji aliyê FIFA'yê ve wekî "Gola Sedsalê" hat hilbijartin. Arjantînê Îngilistan di vê maçê de bi 2-1 têk bir.
KAKOÎNÊ MALA WÎ XIRA KIR
Maradona ne bi fûtbola xwe ya serketî tenê, bi jiyana xwe jî dibû rojeva dinyayê. Di sala 1991'ê de dema li Îtalyayê bû testa kokaînê kir û test pozîtîf derket, bi vê re 15 mehan ji sehayan dûr ma. Loma jî di sala 1994'an de nekarî di Kûpaya Dinyayê de bilîze.
Maradonaya ku li Napolî du caran tîm kir Þampiyonê Lîgê (1986-1987, 1989-90), Coppa Îtalya (1987), Kûpaya UEFA'yê (1989), Supercoppa Italiana (1990) girt, pirsgirêkan xwe rû da, dest bi kokaînê kir û jiyana wî ser û bin bû.
TEKNÎK DÎREKTORIYEKE NE SERKETÎ
Piþtî destjêberdana fûtbolê Maradona di sala 1994'an de dest bi teknîk dîrektorî kir. Wê salê ligel Mandiyu de Corrientes kar kir, sala 95'an de bû berpirsê tîma Racing lê serketineke baþ bi dest nexist. Ev macera jî tenê salek dom kir. Piþtî salan di sala 2008'an de bû Teknîk Dîrektorê Tîma Neteweyî ya Arjantîmê du salan li ser kar bû, di 19 maçan de 14 caran bi ser ket, 5 caran têk çû lê ji ber tu kûpa negirt, tu serketin li ser navê wî nehat qeydkirin. Maradona di gulana 2011'an de bû berpirsê tîma AI Wasl FC, salek ew tîm bi rê ve bir lê bi ser neket.
Ew îdola gelek lîstikvanan bû. Dinyayê jê hez dikir. Ligel kokaînê, digel jiyaneke tevlihev, û paþê ligel teknîk dîrektoriya ne serketî jî ew her efsane bû, her jê dihat hezkirin û diçû ku derê her hurmet didît.
Û XATIR XWEST
Madarona serê vê mehê ji mejiyê xwe emeliyet bûbû. Doktoran gotibû emeliyet baþ derbas bû. Û ji wê rojê de li mala xwe ya li Tigreyê dihat dermankirin lê roja 25'ê sermaweza 2020'an qeyrana dil derbas kir û mir.
Maradona navekî efsanewî, jiyaneke gelek balkêþ li dû xwe hiþt û xatir ji vê dinyayê xwest.
SÊ ROJ ÞÎN DANÎN
Serokdewletê Arjantînê Alberto Fernandez li ser mirina Maradona ji bo sê rojan li hemamê welat þîn danî.
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Ciwaniya Maradona li vir derbas bû