Kevokek bi mîlyon û 600 hezar Euroyî dike?
Diyarname
Zemanekî li Amedê kevok pir bûn. Amediyan ji wan hez dikir. Amedî hê jî ji kevokan hez dikin. Kêm be jî hê jî li hin cihên Amedê ew kevok hene lê heta niha yek ji wan jî bi mîlyon û 600 hezar Euroyî nehatine firotin.
Li nêzî bajarê Brugge ya Belçîkayê jinek 79 salî kevokan xwedî dike. Lê ji ber temenê wê mezin bûye û ji ber nexweþiyê êdî nikare li wan binêre 400 kevokên xwe derxistin mezatê.
Ji ser înternetê re kevok hatin firotin û kevoka bi navê "New Kim" 15'ê mehê ji aliyê çîniyekî ve bi mîlyon û 600 hezar Euroyî hat kirîn. Heta niha li Ewropayê kevokek bi vê buhayê nehatibû firotin.
Li aliyê din hat gotin ku New Kim hê du salî ye, di sala 2018'an de li Belçîkayê pênaseya kevoke herî ciwan bi dest xistiye. Nûçe radigihîne ku kevok heta 10 caran dikarin çêlikan bînin û ji ber vê yekê hê salên dirêj li pêþiya New Kim hene.