Nîvê stenboliyan nekarî ji bo debarê pere kar bikin
Diyarname
Ofisa Îstatîstîkan a Stenbolê li ser meha borî Îstatîstîkên xwe belav kirin. Li gor wan meha borÎ nîvê stenboliyan nekarî pereyên ku têra debara wan a mehek dikin bi dest bixin.
Ji bo rewþa debarê bi stenboliyan re hatiye axivîn û anket hatiye çêkirin. Li ser pirsa "Dema li ser meha rezberê hûn bifikirin, ji aliyê debarê ve rewþa we çawa bû?" ji sedî 50,8'ê stenboliyan gotine bi wasî ku em debara xwe bikin me pere kar nekiriye. Sedî 41,6 gotine bi qasÎ debarê me pere kar kirine, tenî sedî 7,6 jî gotine me kariye hinek zêdeti pere bikin.
Li gor heman îstatîstîkê sedî 39,1'î gotiye me pere deyn kirin. Sedî 35,1 gotine em kertên krediyê bikar naynin, sedî 20,8 karîne tenê deynê asgarî (dayîna mecbûrÎ ya herî hindik) yê kertên krediyê bidin, sedî 13,7 gotine me nekarî deynên kertên krediyê bidin, tenê sedî 7,1 karîne ji asgarî zêdetir deynin kertê bidin.
Li Tirkiyeyê Stenbol yek ji bajarên herî dewlemend e; li Stenbolê rewþ ev e, bi vê mînakê dikare rewþa bajarên din jî bê dîtin.