Biden: Dem dema yekîtiya Amerîkayê ye
Diyarname
Berendamên Partiya Demokratan Joe Biden ku ji bo Serokdewletê DYA'yê hat hilbijartin li bajarê Wilmington ê eyaleta Delaware axaftina serketinê kir. Biden ligel cîgira xwe Kamala Harris derket ser dikê.
Biden got ew serbilind e ku gelê Amerîkayê bi wî bawer û wisa dom kir: "Ez soz didim ezê nebim serokekî ku parçe dike, ezê yekbûnê saz bikim. Ezê eyaleta ne wekî sor an hêþîn bibînim, ezê bibim serokek ku hemû Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dibîne."
Joe Biden rexne li Trump jî girt û got, "Ez, kesên deng dane Serok Trump fêm dikim ku çawa xeyalþikên bûne. Min jî du caran winda kir lê niha divê em rê li ber hev vekin. Niha dem ew dem e ku em gotinên dijwar deynin aliyek, tansiyonê daxin û guh bidin hev. Em gere dest ji helwesta 'reqîbê me neyarê me ye' berdin, ew ne neyarên me ne, Amerîkî ne."
Serokdewletê DYA'yê yê nû Biden diyar kir ku niha dema têkoþîna li hemberî Covid-19, baþkirina aboriyê, têkbirina pergala nijadperesiyê û têkoþîna ji bo kiþwerê ye. Biden li ser Covid-19 wisa got, "Duþemê ezê komek ji zanyar û pisporan bînim ba hev ku ew piþtî 20'ê rêbendana 2021'ê dê li hemberî Covid-19'yê têkoþîn bidin."
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Û 46'emîn Serokdewletê DYA'yê Biden e
- Li DYA'yê rewþa dawî (Hemû serokên heta niha bi ser ketine û notên nû)
- Hilbijartina DYA'yê: Hemû Agahiyên 3 û 4'ê mehê)
- Li ser hilbijartina DYA'yê çend not (Notên heta roja hilbijartinê)