Portreya mamosteyê ku bi dehan bajaran dersa kurdî daye kurdan
Diyarname
Çîrokek balkêþ e. Ew zarokek sêwî ye lê zarokek jîr e û dibêje, “Ew jîrî dibe bela serê min.” 40 sal berê bi gotina “Em ji te siyasetê naxwazin, dest bi berhevkariya folklorê bike” dest bi xebata berhevkariya folklorê dike ku dê paþê bibe xebata ziman jî. Ji derbeyê direve diçe Almanyayê, birçî dimîne, diþînin Kampa Hîtler. Em qala mamosteyê kurdî û nivîskar Fêrgîn Melîk Aykoç dikin. Aykoç ku li Almanyayê di dehan bajaran de dersa kurdî daye/dide zarokên kurd li ser wan jî diaxive û mînakek wisa dide, “Malbateke baþûrî ji min xwest ez dersa tirkî bidim zarokên wan.” Û kurdên ku ji bo dersa wî xira bikin giliyên wî dikin jî derdikevin holê. Bi kurt û kurmancî ev portreyeke balkêþ e. Me vê mehê Fêrgîn Melîk Aykoç kir mêvanê Portreya Mehê. Kerem bikin...
ÇÎROKA BÛYÎNEKE BALKÊÞ
Rojbûna min jî mînakek ji rojbûnên Kurdan e. Ji ber ku saziyên me yên dewletî, her wiha kevneþopiyeke vaftizkirinê li ba me tine, rojbûna min jî mina ya hemû Kurdan ne zelal e. Roja ku Kurd serî li saziya tomarkirina þêniyan didin, ew roj wekî rojbûna kesan tê nivîsandin. Anegorî vê di nasnameya min de 04. 04. 1953 hatiye nivîsandin. Rastiya roja rojbûna min jî wekî yê her kurdî li ser bibîranîna dê û bavê min bû. Çawa her kes dizane; vegotinên dê û bavan jî ji mêjû, ango hêjmaran bêtir li ser rûdanên civakî û xwezayî rûdinin. Mînak; “sala pir berf barî, dema filankes çû leþkeriyê, yan jî mir û hwd.”
Ez anegorî agahiya dê û bavê xwe teqrîben çel - pêncî roj li pey beranberdana sala 1951’ê li gundê Baskan /Gimgimê hatime dinê. Li vê herêma me beranberdan di dawiya meha 9’an destpêka meha 10’an de ye. Her wiha dema hê yek salî bûme, bavê min ê ku di nifûsê de ketim bû, girtine û birine leþkeriyê. Ji wê dizanim ku di mijdara sala 1951’an de hatime dinê. Wê salê dibistana nû jî di gundê me de hatibû çêkirin.
Kalên min ji eþîra Balanên Dêrsimê ne, baweriya malbatê baweriya Ehlî Heq (Ra Heq) e. Piþtî serhildana Þêx Seîd leþker davejin ser gundê Baxçecika Depê, 25 mêrên li gund digirin (Rêya Heq û sunî têkilhev). Kalikê min di firsendekê de direve, lê bi guleyên leþkeran birîndar dibe, ew bi wê birînê diçe ser dilovaniya xwe. Birayê wî jî bi tevê 25 mêran dibin li Xezikê bi Sunguyan dikujin. Tenê yek ji wan xilas dibe (Sal 1925). Ez bi wî re li ser mijarê axivîm. Piþtî kuþtina kalike min, pîrika min ya nijad ermenî yekê nijad ermenî dibine vê re dizewice, diçe Gimgimê. Bavê min jî bi diya xwe re diçe. Bavê min hetanê 35 saliya xwe nikane bizewice. Gundî jê re dibêjin: “Tu qizilbaþî, em qîz nadin te.” Dema diçe nava Xormekan jî, ew jî jê re dibêjin: “Tu ji gundê Suniyan hatiyî, tu sûnî yî em qîz nadin suniyan!” Du re xalanên (Lolan) min tên gund, diya min û meta min berdêlî dikin, bavê min bi wî awayî dizewice.
Malbata bamariyê bavê min ermenî (ne bi dil jî be, bûbûn misliman), xalanên min ji Rêya Heq (lolij), gund gundê Qasim Begê tê gotin ku ji Þêx Seîd re îxanetkirî sunî, Birayê Qasim Beg e, Selîm Beg axayê gund bû. Ez kurê sêwiyekî komkujiyê û li ciheke wiha mezin bûm. Vê xweber bandor li jiyana min jî kir. Mijara bavê min di romana min ya bi navê “Dîlên li Ber Pûkê” de (Li Almanyayê derket) bi berfirehî heye.
ZAROKATIYEKE SÊWÎ
Zarokatiya min ji di bin siya rewþa sêwîtî û bi her awayê hewldana jiyaneke malbatî afirandina bavê min de derbas bû. Bavê min em muhtacê kesî nekirin, lê di her gav avêtinê de, me siya wê sêwitiyê hîs dikir. Tenê du bîranînên taybet vekim bes e.
Ez û neviyê bamariyê bavê xwe (em ji hev re pismam dibêjin), em hê dehsalî bûn, em çûbûn nava mêrgan, me dilîst. Du keçikên azev derketin hatin, para berdan me, min nekanî, ez xwe ji wan xilas bikim. Wan ez girtim û gotin: “Bise, em dersekê bidin vî pîncê qizilbaþan” (her çendî bavê min jî diçû mizgeftê). Derpê min xistin, bi gupikê keran ez di nava xwînê de hiþtim. Pevçûna me û koma zarokan her hebû. Rastî were pirsîn her demê zarokatiya min romanek e. Bingeha wê di vê gotinê de veþartiye: “Sêwîtiya bavan siya xwe berdide ser lawan!”
‘SAZÊ MIN Û MELE BADAYÎ’
Li Gimgima me yekî saz çêdikir. Sal 1967, min xwest sazekî bikirim. Camêr xalê min nasdikir, çend caran jî ez û xalê xwe jî çûbûn dikana wî. Gava min xwest ez saz bikirim ji min re got: “Here geliyê Baskan ji min re qurmê bîya sor bîne, Ez ji te re çêkim.” Min qurmê biya sor bir, wî ji min re saz çêkir. Ez û pismamê xwe, Mele Badayî û tevê çend gundiyan em li traktorê siwar bûn, diçûn gund, Mele herê carê digot: “Kuro wî tiþtikî wê de bibe, heram e!” Piþtî gengeþeyeke dirêj ez qehirîm û min jê re got: “Darê geliyê me ye, paqij e, wekî te li ser navika nanivîse!” Mele ji traxtorê peya bû, kesên li wir li ber geriyan û cardin siwar bû. Cara yekem sazekî hatibû gundê me. Her kesî digot: “Axirdewr e!” A ew saz hê jî heye. Birayê min mamoste Mewlût û birayê min ê aranjor Alettin bi wî sazî fêr bûn. Ew saz demekê di destê Koma Azad de bû. Ket destê gelek navdaran, 53 sal e hê jî ew saz heye.
‘JÎRBÛN BELAYÊ SERÊ MIN BÛ’
Min dibistana seretayî li gund xwend. Ez xwendekarekî bê derfet, lê gelek jîr bûm. Dema ez di pola sisêyan de bûm, mamosteyê pola çaran û pêncan bang min dikir, ez dibirim, min proplemên matematîkê ya pola pêncan bê pirsgirek çêdikir. Mamoste ço dida destê min û digot: “Li wan bixe!” Eger min li wan nexista, yan jî hêdî li wan bixista, mamoste li min dixist. Dema ez diçûm malê jî wan zarokên mezin dor li min digirtin û li min dixistin. Yanê jîrbûn jî bela serê min bû.
Ez di sala 1966’an de ketim nav azmûnê Alparslan Ogretmen Okulu Wan. Ez di azmûna yekem de bi ser ketim. Lê 19 Tebaxê (Gelawêj) 1966’an li Gimgimê Erdhejeke mezin pêk hat. Wekî îro her tiþt tê bîra min. Berê yên ku di azmûna yekem ya “ilkogretmen okulu” de bi ser ketibûn. Yekber li dibistanên îlkogretmenokuluyên Tirkiyê (Lêman /yatili) bela kirin. Ez þandim Demircî Îlkogretmen Okulu Manîsa. Li wir jî me di nava þer de xwend. Nûtirkên nijad Grêk derpê me dadixistin li teriya me digeriyan!. Lê piþtî me kurdên ku di dema Yavuz Sultan Selîm de hatibûn sirgûnkirin, Zarokên “Pezkelan” (Karakoyun) nasîn, dibistan ket destê me. Em ji wê belaya êrîþên nûtirkan filitîn.
Mamostekî me ji Qersê hebû, welatparêz û çepgir bû. Wî gelek caran ji bo tiþt kirînê ez diþandim. Ji min re behsa kurdan jî dikir. Di warê welatparêziyê de bandora wî li min bû.
DI ÇARSALIYA XWE DE MEMÊ ALAN DIBIHÎZE
Bingehe kurdiniya min yek ev çîroka bavê min bû. Ya diduyan jî xalê diya min Hesenê Dengbêj ê ku bi nav û deng bû. Ew ji Xinûsê hatibû, heta tê gotin ku Þakiroyê di xortaniya xwe de (di salen 40 de) gelek caran hatiye ba wî û jê stran fêrbûye. Pisxaltiyê diya min Dengbêj Kalî jî dengbêjeke bi nav û deng bû, li ber destê xalê xwe Hesenê Dengbêj fêr bûbû, çend caran bi tevê Þakiro jî di civatan de strabû. Li ser înternetê dengê dengbêj Kalî (Baskan) hê jî heye. Min destana Memê Alan di çardesaliya xwe de ji wî bihîstibû. Li gel wan me ji mezinan çîrokên dirêj û bi stran guhdarî dikir. Yanê bingeheke min a kurdinîyeke xurt hebû.
ÇÎROKA KUNDIR
“Çîroka Kundir”
(Nivîsa min a yekem sal 1971, bi alfaba tirkî lê bi kurdî)
Ev serpêhatiyeke rast bû, bi kurtî çîroka min û Mamosteyê Edebiyatê û Mamosteyê me yê ji Qersê bû.
Ez di dibistana Mamostetiyê de nerihet bûm, min danedixwar. Li piþta min zarên kurdan hebûn. Lê dîsa jî danexwarina min carna dibû bela serê min.
Ew mamosteyê edebiyatê yê ji Amedê sirgûn hatibû, gava cara yekem ket dersa me ya edebiyatê, xwendekarekî tirk rabû û ji mamoste pirsî:
“Mamosteyê min. Hûn dikanin hinek behsa Amedê bikin?”
Mamoste piþtî hin þiroveyên bêteþe û ji rêzê der, wiha pêde çû:
“Gelê Amedê gelekî wehþ e! Hê nizanin kincên þarezayî jî li xwe bikin?”
Xwîna min herikî ser mêjiyê min, lema min bi hêrs pirsî:
“Çawa?”
Wî got:
“Navrana þalvarên wan bi erdê ve dikiþe!....”
Dema cihê gotinê were, serê min jî jêkin, gotina xwe dibêjim. Min carê ji mamosteyê me yê þêwekariyê bihîstibû (çepgir bû) ku mirovên Gebzeyê ji biwêja “Bir kabaga bîr kiz” (Bi her kundirek keçek) bihîstibû. Ev gotin wekî belayekê hat bîra min. Min tiliya xwe rakir û got:
“Mamosteyê min, anegorê daneyên zanistî, þalvar di rojên germ de hewa dida nava þeqe mirovan û nahêle, mirov biþeliqe, tiþtek bijûne! Lê li Gebzeya we, keçek didin bi kundirekê!”
Li ser vê gotina min, mamoste hat ber teqandinê, wekî dînekî qêriya, pirtûka di destê xwe de bi hemû hêza xwe ve avêt, li serê min xist. Bû qîjevîþa xwendekaran! Mamoste bi weþ derî lêxist û ji polê derket. Mamosteye me yê Qersê berpirsê perwerdê (egitim þefî) bû. Bi hêrs hat! Qêriya Ser min, ez kirim lêpirsînê, dema min mijare jê re vekir û xwendekaran jî vegotina min “erê” kirin, ew di bin lêvan de keniya û ji min re got; “ev baþ bû!” Piþtê civîna bi gernînde re sê roj cezayê neketina dersê dan min. Lê mamostê me ye Qersê ev heyf ji wî re nehîþt. Di jûra mamosteyan de bi gotina kundir wî dîn dike. Herê carê dibêje; “Kundir!” di dawîyê de jî wiha dibêje:
“Di mamostetiyê de xêr nemaye. Ezê mamostetiyê cih bihêlim û biçim Gebzeyê. Zeviyek kirê bikim û kundir bajom!”
Demekê peyva kundir li dibistanê qedexe bû.
Wi mamosteyê edebiyatê tayîna xwe ji wir rakir û çû.
Nivîsa min a yekem bi kurdî ev serpêhatiya “Kundir” bû. Yekî giliyê min kiribû. Mamostê ji Qersê bi tevî mamosteyê polê li nav tiþtên min nêrîn. Berê mamosteye Qersê ew nivîs dît, bi dizî ew nivîs kir bêrîka xwe û ez ji cezayê xilaskirim.
1972’yan de ez mezûn bûm û min li gundê Bêþkiza (Çorim Sungurlu) ku kurdên di dema hatina rûsan de hatibûn koçberkirin de dest bi mamostetîyê kir. Di sala 1975’an de jî tayîna min derket Depê (Karakoçan).
Nivîsa min ya dudiyan jî li ser semînera di TOP Derê de bû, lê ew jî nehat weþandin.
Ev mijar jî wiha bû:
Sal 1974, ez çûm TOP Der a Sungurluyê. Li wir yekê bi navê Osman (Halkin Kurtuluþu) Semîner dida. Di dawiya semînerê de min pirsek pirsî: “Kurd bindest in, hûn li ser wan çi difikirin!” Necamêr hima got: “Mîliyetçîlîk yapma!” Em li ser vê mijarê hatin hev, neçar min cih hiþt û ez çûm.
DURMUÞ: BERHEVKARIYÊ BIKIN
(Li ser pirsa ‘Yekem nivîsa te kengê li ku hat weþandin?’): Di salên 1975 – 1978’an de çi “Kovarên Kurdî” legal îlegal derdiketin, min digirt. Ji “Xebata” ji teksîrê pêkdihat bigire, heta “Rizgarî” û yên “Ozgurlik Yolu” min tev de dikirin. Ez baþ fêrê nivîsandin û xwendina kurdî bûbûm. Min rêzimana tirkan mînak girtibû, xwe bi xwe bingeheke gramera kurdî jî amadekiribû. Ya Celadet Bedirxan pir dû re li Almanyayê ket destê min.
Di Kanuna 1978’an de M. Hayrî Dûrmuþ bang me 7 kesan kir. Li Amedê Delîl Dogan hatibû pêþiya min û ez biribûm cihê civîne. Wî gorbihuþtî ji me re got: “Em tu karên siyasî ji we naxwazin, bes têkevin nava gel, çi kelepora me heye bicivînin! Dibe ku sibe ew jî di destên me de neminin!” Li ser vê daxwaziya wi gorbihuþtî ez ketim nava lêgerîneke bê ser û ber, ji Zozanê Þerevdînê bigire hetanî Tendurekê çûm. Min bi qase hezar rûpelî ji gotinên pêþiyan bigire hetanî çîrokan, ji biwêjan bigire hetanî gotinan, ji pêkenokan bigire hetanî metelokan civand. Lê di havîna 1980’yî de ez hatim girtin. Hevjîna min, ji tirsan tev de þewitandibû. Jixwe ez ji kar hatibûm girtin. Berê cuntayê min xwe gihand Almanyayê. Her du berhemên min “Çavkaniyên Çanda Gel I , II.” berhemên wê civandinê ne. Ez li Almanyayê jî ketim nava civandinan. Hin tiþtên hatibûn þewitandin jî hatin bîra min. Bi gotineke kurt min di jiyana xwe de bi giranî karê ziman û wêjeyê wergirt. Di nava siyasetê de lê ji siyasetê dûr bûm.
SALÊN 80’YÎ Û WERGERA KURDÎ
Me di salên 1980’yî de bi giranî ji bo kovaran werger çêdikirin. Em çend kes wekî wergerê kurdî bûn. Min di navbera 1985 -1987’an de Li Zanîgeha Darmstadtê ders da xwendekarên zanîngehê. Du hevalên min ên alman ên ku lînguîst /zimanzan bûn, hebûn, wan di warê zanyariya ziman de ez perwerde kirim. Min wê çaxê hin tekstên dersê amadekiribûn ku beþeke wan dû re di berhema min a dersê ya bi navê “Fermo bi Kurdî” de derketin. Berê Enstîtutaya Kurdî Almanya û dû re ya Îstanbolê jî ew weþandin.
Nivîsa min a yekem hate weþandin li ser têgînên zimanê kurdî bû. Di hêjmara Rewþenê (Ewropa) ya 10 Sibat (Reþemî)1993’yan de hate weþandin. Li pey wê jî di kovarên cuda de nivîsên min belav bûn.
LI 30 BAJARAN DERS DA
Di payîza sala 1995’an de li Berlînê Konferansa Zimanê Kurdî hebû. Min gotara xwe li ser rûberîna Zaravayîn Kurdî amade kiribû. Dû re ev gotar di bin navê “Kurdîzan” de wekî pirtûk derket (1996).
Ji ber ku em êdî di nava nivîsan de bûn, me qurs li ser qursê ji bo perwerdekirina hîndekar û mamosteyan didan, ji bo min nivîsandina kurdî êdî mîna tiþteke xwezayî bû. Min li 30 bajarên Ewropê ev qurs dabûn. Yanê çawa ku pîþeya xwe pêkbînim. Ji wê nikanim behsa hestekî taybet bikim. Îro hemû kesên di qursê min re derbasbûne, bi kurdî dinivîsin, mamostetî dikin, hinek jî kevir û kuçan li min wer dikin. Dema bimirim, ezê çav vekirî neçim.
LI ALMANYAYÊ ZIKÊ BIRÇÎ
(Li ser pirsa “Veqetîna te ji welat çawa çêbû?): Ez bi girtinê re ji kar (mamostetiye) hatibûm avêtin, berê ku werim girtin, min xwestibû werim Almayayê û pasaport girtibû, lê hatim girtin, bi derketinê re bê rawestan min berê xwe da Almanyayê, wê demê hê vîze tune bû, bê pirsgirêk hatim. Cîranek dost hebû, hetanî radeyekê, ji min re bû alîkar. Bi rawirtina rojan re pereyê min nema, min þerm dikir ku ji yekî pere bixwazim. Rojeke li Frankfûrtê bûm mêvanê kesekî, birçî bûm, tenê pênc Marqê min mabû, Di mala wî de xwarin tune bû. Ew sibehê rabû çû kar, ez rabûm, di sepeta nanê wî de hinek hûrikên nan û di sarinca wî de jî penêrê kufikî hebû. Min roja berê jî nan nexwaribû, hinek ew xwarin û qurequra zikê xwe da rawestandin. Ew roj hefteyekê li pey roja 12 Îlonê (Rezberê) bû. Min dixwest yekî bibînim ku ji min re parêzerekî bibîne, da ez serî li pênaberiyê bidim, lê kî?... Bi zikê birçî, bi wan ramanên kûr û bê hêvî, serî di ber de di kolanê de dimeþiyam, bi carê ve cizdanek li erdê li ber çavên min ket, min berê bi tirs li dora xwe nêrî, Keseke tune bû, min cizdan girt di cizdan de 175 Marq hebû. Neçar min ew kir bêrika xwe, berê çûm, min zikê xwe têr kir. Ez ji Frankfûrtê vegeriyam çûm Hanauwe mala wî dostî. Ez û kurê wî em cardin vegeriyan Frankfûrte û çûn navenda KOMKAR’ê. Jixwe wê çaxê bê wê saziyê jî tu saziyên kurdan li Frankfûrtê nebû. Min li wir Sertac Bucak nas kir. Hezar car sipas ji wî re, wî ji min re parêzerek dît û min serî li Pênaberiyê da.
KAMPA HÎTLER
Saziya Pênaberiyê ez dam qampekî taybet. Ev qamp pir pêþ de þatoya mîrekî zalim bû ye, di dema Hîtler de, cihûyên ji baþûr, berê di wir de hatibûn civandin û hê þandibûn kampên mirinê. Li pey têkçûna Faþîzma Hîtler jî pênaberên Rojhilatê Almanyayê berê di wir de hatibûn bi cih kirin. Û vê carê jî kiribûn qampa pênaberan. Hesteke gelek biyanî li min geryabû. Bi min saweke sar li giyana min piçikî bû. Dibe ji wê be, fikra romanekê li ser vê qampa taybet nivîsandinê hate min. He jî fikreke wisa li min heye.
Tirkdaniþê Hanau bi fesadiya kurdekî ji Depê giliyê min kiribû. Ew gilî jî çîrokeki taybet bû. Li ser giliyên wî tirkdaniþî li aliyekî ez hatibûm sirgunkirin. Li aliyê din dosya min neþandibûn cihê sirgûnê. Daireya ji qampê berpirsiyê bang min kir, ez çûm, sê polîs li wir hebûn. Ji qampê re gotine vî li ba filistinyan perwerdeya þer dîtiye. Lema ew polîs anîbûn. Wan dosyayek dirêjî min kir, min lê nêrî, min almanî hinek fêm dikir, hin tiþt jî digotin, lê ne zimanekî têr bû. Jineke çepgir li wir dixebitî, ji min re çav kir û min ew dosya îmza nekir, min ji wan re got: “Ich will mein Rêchtsanvalt!” Yanê ez parêzerê xwe dixwazim. Me hevdu bir anî, jinika çepgir bê tirs dij derket got: “Hûn karekî ne qanûnî dikin!” Polîsan cih hîþtin û çûn. Min dosya neda wan. Ez bi lez ji wir derketim, berê bi tevê wê dosyayê çûm ba parêzerê xwe. Parêzerê min dîn bû û giliyê rêvebiriya Qampê kir. Ji ber ku bêqanûniyeke bêbav kiribûn (ji rêvebiriya qampê yek dostê tirkdaniþ bû), cihê kar yê du kesan hate guhertin û dostê tirkdaniþ jî ji kar avetin. Ez hatim Dornigheime. Keþeyên kîlîseyan, rojnamegeran ev mijar bîhistibûn. Giþtan piþtgiriya min kirin, ji min re odeyek bi banyo û pejgeh dîtin. Ew roj e, ev roj e, ez li vî gundê li ber pêþa Frankfûrtê de me û niha hemwelatiyê alman im.
KURD GILÎ DIKIN
(Li ser pirsa dersdayîna bi kurdî): Min çawa di pêþ de jî nivîsî bû. Min berê li zanîngehê ders da (bi fermî) xwendekarên kurd. Dû re li Maînzê di saziya perwerdeya gel de ders da. Ew jî pirsgirekek mezin bû. Çîroka wê jî wiha ye:
1 – Bi serî lêdana hin kurdên welatparêz, min di salên 1990 -1993’an de li Saziya Perwerdeya Gel ya Mainzê dersa zimanê kurdî da mezinan.
Di destpêkê de bi du aliyan ve gilî kiribûn, a) – Peyayên Balyozxaneya dewleta tirk gilî kiribûn, saziya alman ew cidî negirtibûn.
b) – Peyayên hin kom û partîyên kurd gilî kiribûn. Giliyên wan komên kurd gelek cidî hate girtin.
Giliyên wan ev bû: “Ev ne dersa kurdî, dersa siyasî û îdeolojîk dide!”
Min jî got: “Bila ew werin dersa kurdî bidin, ezê ji wan re bibim alîkar.” Lê mamosteyê zimanê tirkî bûn, hinê wan kurdî jî baþ nedizanîn, diçûn Balyozxaneya Tirk tawaf dibûn.
Eh! Ax rastî!.. (Yekî gulmistek ji min xwar, lê mixabin ku diranê wî neþikestin)
2 – Dema min xwest ez li bakurê Almanyayê ji bo zarokan mamostetiya kurdî bikim jî, ev bêbextî careke din derket pêþ min. Hin kesên pir û pir kurdewar (Xwedê kurdan ji wan biparêze) gilî kiribûn, hem jî mamoste bûn. Berpirsiyarên saziya perwerdê bi tevê hin kesên bi berçavikên tarî, ez kirim ber pirsiyariyê! Me sê saet hev bir û anî. Lê bersivên min, hêza dostê ku ji min re bûbû alîkar, pêdiviya dibistanên herêmê ya bi alkariya kesekî wekî min hebû, bi hêztir bû, em bi ser ketin.
BAÞÛRÎ DIXWAZIN DERSA TIRKÎ BIDE ZAROKÊN WAN
Di dema destpêka mamostetiya min de pirsgirêka mezin ev bû, materiyal zêde tunebûn. Dû re em wekî YMK (Yekitiya Mamosteyên Kurd) û Komak (Komaleya Mamosteyên Kurd li Sachsena Jêrin) bi hev re ketin nava xebata materiyal amadekirinê. Ji ber ku deverên ez lê mamoste bûn, ji sedî nod kurdên êzdî bûn, pirsgirêkên min zêde tunebûn. Bes çend malên baþûrê Kurdistanê hebûn, ji min xwestin ku ez dersa tirkî bidim zarokên wan, (tiþteke sosret e nee!?) ji ber ku ji bo wan li Antalyayê betlana xwe derbaskirin ji her nirxî girîngtir bû. Li zarokên xwe hîç xwedî dernediketin, gelek pirsgirekên wan û dibistanê hebûn, ez çend caran bi tevî mamosteyên alman çûm malên wan. Du sê sal bûn, ji baþûr hatibûn, di TV’yên tirkan de li rêzefîlmên tirkan dinerîn. Mêrê malê yê xwe wekî axayê çend gundan didît, bi awayê axayekî ji min pirsî: “Mamoste, tu jî li van rêzefîlmên tirkan dinêrî?” Min got: “Na!...” Vegeriya ji min re got: “Mamoste tu cahîl mayî! Tu dikanî ji vana gelek tiþtî fêrbî!” (Ji dora Hewlêrê bûn.) Min nezanî ku ez bikenim, yan bigîrîm!
KURDÊN ALMANYAYÊ DIBIN SÊ BEÞ
(Li ser pirsa ‘Tu ji eleqeya malbat, sazî û dezgehên kurdan ên ji bo perwerdeya kurdî li Almanyahê memnûn î?): Malbatên kurd yên li Almanyayê, du sê beþ in. Beþek êdî hatine biþaftin, her çendî di civatan de xwe kurdên herî baþ bifiroþin jî, li dijê perwerdeya kurdî ne. Dibêjin; “Wê bi kurdî bixwînin bibin çi?” Beþekê pir tiþtên mezin dibêjin, lê tu tiþtekî nakin. Beþeke piçûk xwedan têgihîþtina neteweyî ne, perwerdehiya zimanê dayikê girîng dibînin. Ji bo zêdekirina vê beþê jî, min bi xwe bi dehan komaleyan de semîner daye. Hê jî dema komaleyekê bixwaze (Ti cudahî nakim nav komaleyên siyasetan jî) amade me ku di warê girîngiya zimanê dayîkê de semîner bidim. Dikarim bêjim; me bi van semîneran gelek pirsgirêk jî çareser kirine. Piraniya Konfederasyonên Kurd di vî warî de pirr diaxivin, biryaran digirin, lê di pratîkê de tu tiþtekî nakin.
PIRTÛKA YEKEMÎN DERDIKEVE
Pirtûka min ya yekemîn hate çapkirin, “Kurdizan” e, naveroka wê berewirdkirina hemû zaravayên kurdî ne. Di vî warî de yekem pirtûk e. Di sala 1996’an de derket. Di rastiyê de min berê dixwest romana xwe ya bi navê “Mamosteyê Zinaran“ bidim tomarkirin. Min di sala 1976’an de ew nivîsîbû. Lê hate þewitandin. Min di sal 1984’an de li vir Almanyayê cardin ew bi heman þêweyî nivîsî, gelek hewl da ku çap bikim, lê derfetê min çênebû. Sala 1999’an di nav Weþanên Rewþenê de derçû.
EW Û KEÇEKE TIRK JI EGEYÊ
Li dibistana mamostetiyê meyla min û keçeke ji Egeyê ku di heman dibistanê de dixwend li hev hebûn. Demekê dirêj me bi hev re hevaltî kir. Di wê navberê de bi qasî 300 panotê tirkan pereyê bavê wî gihîþtibû min. Yanê malbata wê jî ji xuyê min hezkiribû. Rojekê gotinên me di ber hev re çû. Xanimê bi awayeke bê edep got: “Babasinin agzina siçtigim, babamin parasiyla yaþiyorsun!”
Cin bi min ket. Ez bi tevî hevalekî xwe xebitîbûm. Ji ber ku xalê wî hevalê min mitahît bû, rûyê boyaxkirina beþek xaniyên erdhejê yên li herema Gedîzê dabû me. Ji wê di banqê de sê hezar pereyên min hebûn. Wê demê ew pir pere bû. Min tenê serê xwe hejand û min gotê: “Siçarsin, siçarsin!” Û ez rasterast çûm banqeyê min 300 panot kiþand û ez hatim. Mîna ku tew tiþtekê nebûbe, ji min re çêr nekiribe, bi dilþahî hat pêþiya min.. Min got; “Ka destê xwe dirêj ke!” Wê jî bi kêf bi niyeta diyariyekê destê xwe dirêj kir. Min ew 300 panotê tirk kir destê wê û got: “Here di devê bavê xwe, cisnê xwe de birî!“ Dû re çûm Depê bi keça pismamê bavê xwe re zewicîm. Sê zarokên min hene. Hê neviyên min jî (sisê ne) bi kurdî diaxivin. Ez bi vê bextewar û serbilind im.
KELEHÊN XALDIYAN
(Li ser pirsa “Ji îro pêde dixwazî çi bikî?”): Niha li ser kelehên Xaldiyan/Ûrartûyan dixebitim. Her hefte kelehekê di rojnameya Yeni Ozgur Polîtîkayê de didim nasandin, wê berfirehiya wan wekî pirtûk derkeve. Eger temenê min rê bide, ezê du romanên dîrokî yên din binivîsim. Niha di nava lêkolînên wan de me. Li gel wan hin xebatên min hene, wan jî ji bo çapê amade dikim. Silav û serkeftin.
***
PIRTÛKÊN FÊRGÎN MELÎK AYKOÇ ÊN ÇAPKIRÎ
LÊKOLÎN:
- Kurdizan (rûberîna Zaravayên Kurdî)
- Çavkaniyên Çanda Gel I
- Çavkaniyên Çanda Gel II (civakî)
- Kaniya Xwendinê (pirtûka dersê)
- Fermo bi Kurdî (ji bo mezinan).
NOVEL:
- Rondikên Hêviyên Wenda.
ROMAN:
- Mamosteyên Zinaran
- Dîlên li ber pûkê
- Siya Dema Borî
- Heft Rojên Kalekî
- Asoyên Dînan
- Bextê Dagirkirî
- Serwerê Med Aþtiyago
- Neviyê Aþtiyago Gaumada
- Evîna Korona-tonîk