Tam 13 heb gol barîn
Diyarname
Di Lîga Hollandayê Eredivisie de îþev maça VVV-Velno û Ajaksê hebû û maç bi skoreke dîrokî bi dawî bû: Tam bi temamî 0-13.
Di Lîga Eredivisie de maçên hefteya 6'an hatin lîstin. Ajaks li VVV-Velno bû mêvan. Venlo poþman bû ku Ajaks kiriye mêvan ku ji ber ku tam 13 gol xwarin û nekarî yekê jî biavêje. Bi vê yekê di dîroka fûtbola Hollandayê de rekorek derket holê. Heta niha tu tîmek nikaribû di lîga mezin Eredivisie de 13 golan biavêje û qet golê nexwe. Li aliyê din lîstikvanê Ajaksê Lassina Traore jî tam 5 gol avêtin û bi vî awayî jî rekorek çêbû.
Golên Ajaksê di deqîqeyên 12 û 57'an de Jurgen Ekkelenkamp, di deqîqeya 17, 32, 54,56 û 87'an de Lassina Traore , di deqîqeya 44'an de Dusan Tadic, deqîqeya 55Ran de Antony, deqîqeya 59'an de Daley Blind, deqîqeya 74 û 76'an de Klaas-Jan Huntelaar û di deqîqeya 78'an de Lisandro Martinez avêt.
Ajank bi vê encamê bû xwedî 15 pûanan û bi maçeke zêde bû yekemîn.
PSV bi maçek kêm xwedî 13 pûanan e. Roja yekþemê (25'ê mehê) PSV li Vitesse dibe mêvan. PSV ger di maçê de bi ser bikeve dê dîsa kursiya xwe ji Ajaksê bi paþ ve bigire.
Madrîdê Barça parçe kir
Li aliyê din ji maçên balkêþ ên vê hefteyê maça Barselona û Real Madrîdê hebû. Di derbiya ku dinya her li bendê ye de Barselonayê li mala xwe bi 1-3 li ber Real Madrîdê serî xwar kir. Madrîd di deqîqeya 5'an de bi Valverde bi 1-0 derket pêþ. Di deqîqeya 8'an de Barselonayê bi Fati bersiv da û nîveka yekemîn bi vî awayî bi dawî bû. Madrîdê di deqîqeya 63'yan ji penaltiyê bi Ramos skor bir 2-1'ê û di deqîqeya 90'î de Modric gotina dawî got: 1-3.
Bi vê encamê Real Madrîdê pûanên xwe derxistin 13'yan û di encama hefteya 6'an de bi maçek zêde bû yekemîn.