Sancar: Emê Îtîfaka Hilbijartinê ya Kurdistanê mayinde bikin
Amed
Hevserokê HDP'ê Mithat Sancar û mebûsên HDP'ê Meral Daniþ Beþtaþ, Ýmam Taþçier, Alican Onlu, Nusrettin Maçin, Nejdet Ýpekyuz, li New Garden Hotela li Yenîþehîra Amedê ligel rêveberên partiyên kurdan hatin ba hev. Di civînê de Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevserokên DBP'ê Saliha Aydeniz û Keskin Bayindir, rêveberên DDKD, Partiya Însan û Azadiyê (PÝA), Partiya Komunîstên Kurdistanê (KKP), PDK-Bakur, PDK-T û Partiya Azadiyê amade bûn. Çapemenî negirtin civînê. Piþtî civînê daxuyanî hat dayîn. Hevserokê HDP'ê Sancar got: "Me biryar da ku ligel partiyên Kurdistanî ku di nav Îtîfaka Hilbijartinê ya Kurdistanê de cih girtibû xebata xwe mayînde bikin. Ji bo dîroka civîneke din a piþtî vê dê sekreterya biryarê bide. Di wê civînê de dê tekane mijar biryara ku îro hatiye girtin be û li gor vê rojevê bi awayekî berbiçav em çi bikin emê li ser biaxivin. Jixwe ne hewceye ez bibêjim em qîmetek mezin didin vê."
Serokê Giþtî yê PDK-T'yê Mehmet Emin Kardaþ jî got ku ew hêvî dikin ev civîn bibe sedema siyaseteke mayînde û bi vê em hêvî dikin ew fikra 'Li cem kurdan yekîtî çênabe' bê þikênandin.