Platforma Zimanê Kurdî bangî diyanetê kir: Bi kurdî xizmetê bidin
AMED
Platforma Zimanê Kurdî, ji Diyaneta Tirkiyeyê daxwaz kir ku xizmetên ku bi tirkî dide li bakurê Kurdistanê bi kurdî jî bide. Platformê, derbarê mijarê de daxwaznameyeke amade kir û bi rêya PTT’ê û e-maîlê ji Serokatiya Karên Diyanetê re þand. Paltformê, di destpêka daxwaznameya xwe de cih da çend ayetên derbarê mijarê de û bal kiþand ser girîngiya xizmetên olî yên bi zimanê kurdî.
NAVEROKA DAXWAZNAMEYÊ
Kurteya daxwaznameya paltformê wiha ye: “Cudabûna ziman û rengan ji ayetên Xwedê ye. Ji bo ku her misilman olê baþtir fêm bike, fêrbûna bi zimanê dayikê mafê bingehîn e. Dema ku me li rewþa nêzî 30 mîlyon kurdên vî welatî ku zêdetirî wan misilman û þafî nêrî dît ku nikarin di çarçoveya ayet û hadîsan de xizmeta olî bigirin. Lê li bajarên kurdan di mizgeftan de hemû xizmetên olî bi tirkî û li gorî mezhebê Henefî ne.
‘KURD BI ZIMANÊ DAYIKÊ XIZMETÊ NAGIRIN’
Kurd li tu mizgeftê xizmeta weaz û xutbeyên înê bi zimanê xwe yê dayikê û li gor mezheba xwe nagirin. Zarokên kurdan li qursên Qûranê nikarin bi zimanê dayika xwe Quranê fêr bibin. Jin, zilam, pîr û zarokên kurd ên dibistan nexwendine ji derveyî zimanê xwe yê dayikê zaravayên kurmancî û kirmançkî tu zimanên din nizanin. Ji ber vê yekê kurdên ku tirkî nizanin xizmeta li mizgeftan tê dayîn nagirin. Ji ber vê yekê di çarçoveya mafê xizmeta olî girtinê de hem li gor mafên mirovan ên gerdûnî, hem mafên zarokan û hem jî mafê welatîbûyînê de em dixwazin ku xizmeta olî çawa ji civaka tirk û mezhebê Henefî re tê dayîn bila heman xizmet ji kurdan û mezhebê þafî re jî bê dayîn.”
Ji MA'yê hatiye girtin