Mîhrîcana Fîlmên Kurdî ya Newyorkê bi mijara yekîtiya neteweyî li dar dikeve
Metîn Yoksû / MA / BATMAN
4'emîn Mîhrîcana Fîlm û Çanda Kurdî ya Newyorkê îsal ji ber þewba Covîd-19'ê bi awayekî onlîne tê lidarxistin. Wê mîrhîcan di 13-14-15'ê Mijdarê (Sermawezê) de bê li darxistin; dê 40 fîlm bên nîþandan û panel lidar bikevin. Her wiha wê di mîrhîcanê de kincên kurdî jî bên pêþandan.
Wê mîhrîcan bi fîlmê "Ax Asûman" ku çîroka Hevserokê Giþtî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaþ e û Umît KIvanç jî kiriye fîlm, dest pê bike. Wê li mîhrîcana ku bi têmaya "Yekîtiya Neteweyî ya Kurd" wê bê lidarxistin û diyarî Demîrtaþ bê kirin, wê fîlmê "Siya Avê" jî bê nîþandan ku bi piþtgiriya Ajansa Mezopotamyayê hatiye çêkirin.
Her wiha wê dahata mîhrîcanê bexþî Heyva Sor a Kurdistanê bê kirin.
Koordînatorê mîhrîcanê Xeyal Qertel, anî ziman ku wê di nêz de hûrguliyên der barê bernameyê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakiyî parve bikin. Her wiha Qertel, anî ziman ku sedema ku wan mîhrîcan diyarî Demîrtaþ kiriye ew e ku balê bikiþînin ser girtiyên polîtîk û rewþa wan ragihînin tevahiya cîhanê.
YEKÎTIYA NETEWEYÎ
Qertel, diyar kir ku ji her wextî bêtir pêdiviya kurdan bi piþtevaniyê heye û bal kiþand ser girîngiya yekîtiya neteweyî. Qertel, destnîþan kir ku lewma têmaya "Yekîtiya Neteweyî ya Kurd û Aþtî" hilbijartine. Qeretl got: "Þerê ku bi þerê navxweyî yê Sûriyeyê li hemberî kurdan hat destpêkirin hîn jî didome. Ligel þer hewl didin me ji hev du qut bikin. Lewma niha divê ji her wextî bêtir kurd bi yek bin. Ji ber vê jî em ê 3 hezar dolarê ewul ê vê xebatê bexþî rêxistinên civaka sivîl bikin."
Qertel bilêv kir ku wê rojê bi 10 dolara her kes karibe tevlî hemû bernameyan bibe.