Bertekên ji bo qedexeya li ser þanoya kurdî
Diyarname
Piþtî Qeymeqamiya Gazîosmanpaþaya Stenbolê lîstika bi kurdî "Bêrû" qedexe kir, li ser tora civakî gelek kesî piþtgirî da lîstikê.
Lîstikvanên Teatra Jiyana Nû îro divê li Sehneya Þanoyên Bajêr a Stenbolê ya li Gazîosmanpaþaya Stenbolê lîstika xwe "Bêrû" bilîsta lê berî lîstinê bi çend saetan lîstik hat qedexekirin. Li ser twitterê taga "KurdTiyatrosuEngellenemez" (Þanoya Kurdî Nayê Astengkirin" hat vekirin û bi ser deh hezarî de twit hatin weþandin. Gelek sazî û kesan jî bertek nîþan dan.
Fermo hin ji wan:
- Komeleya Lêkolînên Kurdî di tiwita xwe de wisa got: "Nahêlin ku kurd bi zimanê xwe li þanoyekê jî temaþe bikin. Em vê helwesta dij-kurd û dij-kurdî þermezar dikin û gelê xwe jî jê agahdar dikin."
- Navenda Giþtî ya HDP'ê di peyama xwe de got, "Kirinên wehþî yên 12'yê Rezberê nekarî vî zimanî têk bibe, hûn nikarin têk bibin. Zimanê me rûmeta me ye."
- Beþa Çandê ya HDP'ê jî wisa nivÎsî: "Hûn çi dikin bikin, çi qedexeyê îcad dikin bikin lê Þanoya Kurdî rastiya vê axê ye û ligel hemû astengiyên we jî dê mezin bibe. Ligel astengiyên pirtûkên we yên reþ jî Teatra Jiyana Nû çêbû, ji ber ku hûn tune dihesibînin dê tune nebe!"
- Tora Ziman û Çanda Kurdî jî di peyama xwe de got: "Faþîzm her diçe zêdetir dibe. Niha jî þanoyên kurdî qedexe dikin. Em helwesta Qeymeqamiya Gazîosmanpaþayê þermezar dikin û divê demildest ji vê biryara vegerin."
- Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê jî wisa nivîsî: "Em êrîþên li dijî Çand û Hunera Kurdî þermezar dikin."
- Tiyatro Kooperatîfî: Baweriya me ew e li gor Danezana Mafê Mirovan a Gerdûnî û Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê bêyî li ziman, ol, nijad û cinsiyet bê nêrîn divê huner bi awayekî azad û wekhev bê kirin. Berî lîstika TJN Bêrû bê lîstin bi çend saetan bi sedema ewlehiya raya giþtî hate qedexekirin, em vê qebûl nakin.
- Kadikoy Halk Tiyatrosu: Þano ewlehiya raya giþtî xira nake.
- Mebûsên HDP'ê Tayip Temel, Nuran Îmîr, Gulîstan Kiliç Koçyigit, Murat Çepnî, peyam weþandin, Meral Daniþ Beþtaþ mesele li Meclisa Mezin a Tirkiyeyê anî rojevê.
- Stîlîstê navdar Barbaros Þansal: "Yên pirtûka olê di dest wan de deng dixwestin heta ber bi rojên ku þanoya kurdî hatiye qedexekirin.
- Mebûsên CHP'ê Mehmet Bekaroglu, Eren Erdem peyam weþandin.
- Þanoger Orhan Aydin: Ey mirovahiya dinyayê, hunermendno vê barbariyê bibînin: AKP'ê li nava Stenbolê bi îdîaya "Ji ber ku bi kurdî ye ewlehiya raya giþtî xira dibe" lîstika þanoyê qedexe kir.
Lîstikvana þano û sînemayê ya tirk Nihal Yalçin got "Ji ber ewlehiya raya giþtî çend saet ji bo lîstinê maye qedexe kirin! Ji bo ewlehiya raya giþtî Qedexe. QEDEXE! QEDEXE! QEDEXE!"
- Hunermendên kurd ên wekî Pervîn Çakar, Rojda, Rewþan Çelîker, Sakîne Tayne, þanogerên kurd wekî Berfîn Zenderlîoglu, Yavuz Akkuzu, Berfîn Emektar peyamên piþtgiriyê weþandin.
- Lîstikvan û mebûs Bariþ Atay: Bi her zimanî lîstik azad, bi kurdî qedexe ye!
- Ozgur Mumcu: Ewlehiya raya giþtî bi qasî ku bi lîstika Daio Go ya bi kurdî xira bibe ew qas nazik e?
**
Nûçeyên eleqedar:
- Lîstika bi kurdî 'Bêrû' hate qedexe kirin
- Þanoyên Bajêr ên Stenbolê yekem car cih da þanoyeke bi kurdî
- 'Bêrû' li Moskovayê bi Xelata Mezin hat xelatkirin
- Dario Fo li Berlînê bi kurdî deng kir
-