Hunermend Hozan Canê hat berdan
Diyarname
Hunermend Hozan Canê (Bi navê nasnameyê Saîde Înanç) piþtî du salên li girtîgehê duh hat berdan.
Hozan Canê li Edîrneyê piþtî beþdariya xebata hilbijartina HDP'ê roja 22'yê pûþpera 2018'an hat binçavkirin û roja 26'ê mehê hat tewqîfkirin. Hozan Canê ku ji ber stran gotin hat girtin lê bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" hat darizandin û 6 sal û 3 meh cezayê hepsê lê hat birîn.
Parêzer Newroz Akalan gotiye ku dadgehê demek dirêj girtîmayîna wê wekî neadil qebûlkiriye û li gor vê berdaye lê qedexeya derketina derveyî Tirkiyeyê li ser daniye. Hozan Canê ku ev du sal in girtî bû roja 30'ê mehê ji girtîgehê derket.
Hozan Canê hemwelatiya Almanyayê ye Keça wê Gonul Ors ji bo diya xwe hatibû Tirkiyeyê lê ew jî hatibû binçavkirin û paþê hatibû berdan.
**
Nûçeya Eleqedar: