Iþik: Divê DalKurd li cem UEFA'yê gilî bike
Diyarname
Duh li Swêdê maça Dalkurd û IK Braga hebû: Maç wekî hemû welatên dinyayê li Tirkiyeyê jî di nav îdîayê de bû. Lê "nesine.com" a Tirkiyeyê navê Dalkurdê nenivîsî û wekî "123456789" reqem nivîsî.
Li Tirkiyeyê di nav fûtbolê de êrîþê tîmên kurdan hatibû kirin lê heta niha di îdîayê de, yanê di nav vî karî de tiþtek wisa nehatibû dîtin. Bi vê jî diyar e tehamulê navê kurdî jî nayê kirin.
Yek ji nivîskar û þirovekarê sporê ê kurd Alî Fîkrî Iþik e ku ew baþ Dalkurdê diþopîne, me xwest ji bo me binirxîne.
"Ev nijadperestiye"
Iþik vê yekê wekî "Em karin bi dengekî bilind bêjin ew nijadperestî ye. DalKurd tîmeke ku di klasmana UEFA'yê de ye û wekî fermî tîma Swêdê ye. Navê wê navdar e. Ku rewþ ev be kiryar rasîsîzm e. Ku UEFA bi xwe li hamberî wê kambaxiyê ye. Ji berê vê dilê tirkan heye ku me bênav bikin. Ji xwe dikin jî. Wekî tê zanîn karê kayûmê herî pêþî êrîþkirina kurdî kiriye. Ev erîþ jî wekî êrîþên din ji bo heman mebestê ye. Ú navê vê mebestê nijadperestiye."
Nivîskar Iþik dibêje "divê rêvebiriya DalKurdê demildest vê bûyerê bibe qada UEFA'yê. Wan þîkayet bike" û vê jî lê zêde dike: "Dilxwazên DalKurd do piþtî wê nûçeyê bertekeke xweþ nîþan dan di sosyal medyayê de, loma nesine.com rabû navê DalKurd nivîsî. Ez ji berteka hîskêrê DalKurd razî me."
"Bila kurd 'nesine' bikar neynin"
Edîtorê malpera me Cemil Oguz ku ew jî serê xwe bi sporê re diêþîne li ser bûyerê dibêje, "Ev yek asta vê nijadperestiya tirkan nîþan dide" û wisa didomîne, "Wekî gelek qadan, di sporê de jî ev nijadperestî xwe nîþan dide. Tiþtê nesine.com kiriye ne hiqûqî, ne însanî ye. Li hemberî Amed sporê û tîmên din ên kurdan jî êrîþ çêbûne heta niha. Bi ya min hem di vê bûyerê de hem di bûyerên din de, çawa bûyer çêbûn divê kurd serî li hiqûqê bidin. Ji bo li nav Tirkiyeyê dibe hinek zehmet be lê mesela DalKurd li Swêdê ye, di cih de dikare here ber deriyê UEFA'yê. Tiþtek jê derê, neyê ew tiþtek din e, lê divê qada navneteweyî de bê xuyan ku kurd bi çi re eleqedar dibin."
Li aliyê din Oguz dibêje helwesta kurdan a di nav tora civakî de di bûyerên din de jî di vê de jî baþ bû û divê em baþtir vê qadê bikar bînin û van lê zêde dike: "Li Tirkiyeyê ji bilî nesine.com gelek malperên bahisê yên din jî hene. Ez naxwazim navên wan bidim, lê dibêjim ku kurd ne mecbûr in nesine.com bikar bînin. Madem ew wisa dike, bila kurd jî herin di yên din de kûponan razînin. Wê çaxê dê diyar bibe ku kurd bi rastî xwedî li xwe, li navê xwe, li tîmên xwe dertên."
DalKurd di kîjan astê de ye?
Tîma fûtbolê ya kurdan DalKurd li Swêdê di astek baþ de ye û tê nasîn. Salên borî derketibû Lîga 1'emîn (Jêre "Allsvenskan" dibêjin) a Swêdê lê nekarî li wir bimîne û ket lîga duyemîn. Îsal di Lîga Duyemîn (Jêre "Superettan" dibêjin) de dilîze. Maça duh 1-1 bi dawî bû. Di hefteya 19'an de Dalkurd bi 18 pûanan di rêza 13'yan de ye. Di komê de 16 tîm hene. Hefteya pêþiya me (26'ê mehê, saet 16.00) DalKurd dê tîma Akropolis bike mêvan.