'Schitt's Creek' mohra xwe li þeva Emmy da
Diyarname
72'yemîn Xelatên Emmy êvarê hatin belavkirin. Rêzefîlmê bi navê "Schitt's Creek" xelata "Rêzefîlmê Komedî yê Herî Serketî" jî di nav de di 7 waran de xelat girt û mohra we li þevê da.
Xelatên Emmy wekî "Oscarên Televîzyonan" têne hesibandin. Emmy yên 2020'an hatin belavkirin û êvara yekþemê bi merasimek hatin diyarkirin. Ji ber vîrusa koronayê merasim li Þanogeha Staples a li Los Angelesa DYA'yê li dar ket lê xelatgir nebûn, bi vîdeo konferans beþdar bûn. Li kursiyên þanogehê yên val jî wêneyên berendaman hatin bi cih kirin. Merasim ji kanala ABC hat weþandin.
Rêzefîlmê "Succession" di warê dramayê de xelata Rêzefîlmê Herî Serketî girt. Lîstikvar Jeremy Strong bi rola xwe ya di rêzfîlmê de di beþa dramayê de xelata Lîstikvanê Herî Serketî girt.
Di warê komedî de xelata Rêzefîlmê Herî Serketî "Schitt's Creek" girt. Di warê kurterêzefîlm de jî berhemê HBO'yê "Watchmen" xelata Rêzefîlmê Herî Serketî girt.
Vane hin xelatên hatin belavkirin:
- Beþa Drama, Rêzefîlmê Herî Serketî: "Succession"
- Beþa Komedî, Rêzefîlmê Herî Serketî: "Schitt's Creek"
- Beþa Drama, Lîstikvanê Herî Serketî: Jeremy Strong, (Succession)
- Beþa Drama, Lîstikvana Herî Serketî: Zendaya, (Euphoria)
- Beþa Komedî, Lîstikvanê Herî Serketî: Eugene Levy, (Schitt's Creek)
- Beþa Komedî, Lîstikvana Herî Serketî: Catherine O'Hara, (Schitt's Creek)
- Beþa Drama, Lîstikvanê Duyemîn ê Herî Serketî: Billy Crudup, (The Morning Show)
- Beþa Drama Lîstikvana Duyemîn a Herî Serketî: Julia Garner, "Ozark"
- Kurterêzefîlmê Herî Serketî: "Watchmen"