Mîhrîcana Wêjeyê ya Osman Sebrî li benda berheman e
QAMIÞLO
Ji bo salvegera koça dawî ya rewþenbîr û þoreþger Osman Sebrî Gerînendetiya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê û Komîteya Wêjeyê ya Rojava bi diruþma "Bi wêjeyê em bi pêþ dikevin" dê 11'ê Cotmeha (Kewçêra) 2020`an Mîhrîcana Osman Sebrî ya 4'emîn li dar bixe.
Nivîskar û helbestvanê kurd Osman Sebrî di sala 1905`an li Semsûrê hatiye dinê û sal 1993`yan wefat kiriye. Ji bo bîranîna wî mîhrîcanek li dar dikeve lê ji ber li herêmê vîrusa korona berbelav e, Gerînendetiya Çand û Hunerê mîhrîcana îsal di asta pêþbirkên wêjeyî yên mîna çîrok, helbest û pexþan de sînordar bike.
Gerînendeya Çand û Hûnerê diyar kir ku ew ê xelatên mîhrîcana sêyemîn a par li dar ket, di mîhrîcana îsal de belav bikin. Par vê serdemên ji ber êrîþên dewleta Tirkiyeyê xelat nehatibûn belavkirin.
Gerînendetiya Çand û Huner ya Herêma Cizîrê da zanîn ku nivîskarên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikarin tevlî pêþbirka wêjeyê bibin.
Þert tevlêbûnê wiha ne:
- Zimanên tevlêbûnê; kurdî, erebî û suryanî.
- Beþên pêþbirkê; helbest, kurteçîrok û pexþan.
- Beþdar dikarin tenê bi berhemekê tev li pêþbirkê bibin.
- Divê berhem li tu deverê nehatibin weþandin.
- Divê berhem li ser bernameya word werin amadekirin.
- Divê berhemên kurdî bi puntoya 12 û berhemên erebî û suryanî bi puntoya 14 bin.
- Kurteçîrok û pêþxan dive herî zêde 1000 gotin bin.
- Helbestan divê ji du rûpelan zêdetir nebin.
Gerînendetiya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê diyar kir ku kesên dixwazin tev li pêþbirkê bibin dikarin heyanî 30 Îlonê (Rezberê) berhemên xwe tevî wêneyekî xwe û kurtejiyanan xwe biþînin ser vê e-maîlê: apo.osmansebri@gmail.com
Ji ANHA'yê hatiye girtin