Medreseya Kurdî Þanaziya Neteweyê Kurd e
Zeynelabidîn ZINAR
Roja 30.08.2020, nivîsek bi sernavê “Fetîþîzma medreseyan û ferhenga wêjeya klasîk”* bi îmzeya Welat Dilken, li malpera Diyarnameyê hatiye weþandin.
Dema min ew nivîs xwend, min bawer nekir ku ji aliyê kurdekî ve hatiye amadekirin. Îcar piþtî lêkolîneke kurt, diyar bû ku nivîskarê wê ji aliyê biyolojî ve çendî kurd be jî, lê helwesta wî xirab e.
Ez ê hin jêder ji nivîsa wî pêþkêþê xwendevanên hêja bikim, hêj dîtina xwe binivîsim, gotiye:
“Bi ya min ku sersebebeke rewþa me ya îroyîn mîr bin sersebebek jî medrese ne!” û donamdiye:
“Tê zanîn, a yekem a mîrîtiya Merwaniyan e.”
Welat Dilkenê ku Dewleta Merwanî a Kurd bi mîrektiyê binav kiriye, jê diyar dibe ku agahdariya wî derheq dîroka Medreseya Kurdî de jî tune ye.
Welat Dilken ji bo avakirina medreseyê jî wiha gotiye:
“Ew (medrese) bi îcazeta xelîfeyê îslamê yê li Bexdayê û bi destdayîna mîrîtiya Merwaniyan” avabûye, ji rastiyê dûr e.
Dewleta Kurdên Merwanî di 983’yan de ava bûye û di 1085’an de jî rûxiyaye. Lê berî wê, Medreseya Kurdî sala 950 de li Hemedana paytexta Kurdistanê ava bûye.
Welat Dilken gotiye:
“Gelo wan medreseyan bi rastî her tim û di her alî ve bo kurdan erkeke erênî pêk anîne?”
Min li jorê got ku agahdariya Welat Dilkenî li ser medreseya kurdî tune. Eger heba, wê tenê Smayil Cizîrî (Abul Iz: 1136-1206) binasiya ku projeya robot, compuret û ya gelek bûjenên dî di Medreseya Kurdî a Sor de li Cizîra Botan afirandiye, nivîsa xwe bi vî rengê bê ser û ber nedinivîsî.
Çewtiyeke din jî ya Welat Dilkenî ev e ku gotiye:
“Loma fetîþîzmkarên medreseyan bo aliyên neyînî yên medreseyan neyên nîqaþkirin tim wan helbestkarên mezin derdixin pêþ, pê ser xisara wan medreseyan daye kurdan dinixumînin.” û gotiye: “Baþ e, wan medreseyan xeynî birek helbestkar çi daye kurdan?”
Ev gotina wî bi xwe jî, nebûkariyeke mezin e ku li Medreseya Kurdî kiriye. Yanena, wê Dilkenî zaniba ku ji serê Sedsala Nozdeh û Sedsala Bîstî jî tê de, hemû serhildan û þoreþên kurdan, bi serpereþtiya kesên peyrewên Medreseya Kurdî çêbûne. Ji bilî Îhsan Nûrî Paþa, ka bila Dilkenê me navê tenê rewþenbîrekî bibêje ku ne ji medresê derketiye!
Li virê diyar dibe ku Welat Dilken bi dûrebîna Sedsala Bîstûyekê, li Sedsala 11 heta nîvê Sedsala Bîstî nihêrtiye. Ev hawe jî dîtineke þaþ e.
Ew xebata ku Medreseya Kurdî di temenê xwe yê hezar salan de kiriye, Welat Dilken û hevnivþên xwe, ji 1960 hetanî 1991’ê, bi desteka Kemalîzm û Partiya Komunîst a Tirkiyê, têkdane. Lê mixabin haya wî jê tune.
Welat Dilkenî dîsa gotiye:
“Wan (medrese) li gorî serdemê kurd perwerde kirine yan yên ola îslamê di nav kurdan de belav bikin perwerde kirine?”
Ez bi delîl û belge dibêjim ku þeþ ziman di Medreseya Kurdî de dihatin xwendin û 19 þaxên zanistiyê tê de hebûne. Ew þax ev bûne:
1- Serf û Nehwa Erebî
2- Tefsîra Quranê
3- Hedîsa Pêxember
4- Ilmê Mentiqê
5- Edeba Behsê (tewrên axaftinê)
6- Hawayên Xweþbêjîyê (waz û nesîhet)
7- Ilmê Belaxetê (ragîhandin)
8- Ilmê Kelamê
9- Ilmê Hikmetê
10- Ilmê Qanûnê
11- Ilmê Feraizê (hiqûqa mîratê)
12- Ilmê Wehdaniyetê (eqîde)
13- Ilmê Usûlê
14- Ilmê Heyetê (astronomî û astrolojî)
15- Ilmê Tendurustiyê
16- Ilmê Hesabê (matematik)
17- Ilmê Felsefê
18- Ilmê Siyasetê
19- Ilmê Leþsaxiyê
Lê belê ew pêþketin û þanedana Medreseya Kurdî, Asya û Rojhilata Navîn veciniqandine û hin dîktatoran bawer kirine ku wê kurd wekî kurdên Lor û MAD’ê, bi perwerdehiya Medreseya Kurdî dîsa împeretoriyên mezin ava bikin. Îcar dest bi êrîþan kirine çûne ser Medreseya Kurdî û piraniya wan rûxandine. Wekî van çar hêzan:
YEK: Leþkerêm Mogolan. (1250)
DIDO: Leþkerên Tîmorleng (1386–1403)
SISÊ: Împeretoriya Sefewî (1501-1736)
ÇAR: Rejîma Kemalîzmê. (1926-2002)
Dîsa Welat Dilkenî gotiye:
“Qey parastina umetê bi stûyê kurdan ketibû?”
Ev pirsa min jî ji bo wî ev e:
Ma avakirina dinyayeke sosyalîst, bi te/we ketibû ku we di van 80 salanên bihurî de piraniya ciwanên kurd kirin dijminê bav û kalên wan?
Eger Yekîtiya Sovyetan belav nebûna, îro jî me nikaribû li virê bi kurdî binivîsanda.
Gotina Welat Dilkenî ku gotiye:
“Ew hiþmendî ji kîjan saziyê der dibû, ku digo ‘þûrê kurdan ji tirkan re nayê kiþandin’!
Bêguman, eger ew hiþmendî ji Medreseya Kurdî derketibûna, Kemalîzma Tirkiyê bi wê hovîtiya xwe ya wehþane, wisa bi xurtî nediçû ser Medreseya Kurdî.
Welat Dilkenî bi nivîsa xwe ya çewt û bê ser û ber careke tenê, li xwe mikur hatiye û wiha gotiye: “…medrese restiyek in em nikarin wan ji nav rûpelên wê heyama xwe de jê bibin.”
Ez jî wekî peyrewekî Medreseya Kurdî spas bo Dilkenî dikim ku vê rastiyê gotiye.
Welat Dilken, hin kiryarên hovane ku komara Tirkî û komunîstiyê jî bi serê kurdan kirine, xistine stuyê Îslam û Ereban, çawa ku gotiye:
Yani zilamên kurd “…rih û simbêl guherî, þar guherî, rih guherî, ziman guherî, hiþ guherî; mêr guherî (pir jin anîn ne edeta kurdan e, ji ereban bi rêya îslamê hatiye nav kurdan)…” ji rastiyê dûr e.
Yê rih û simbêlê zilamên Kurdan daye guhertin, Komara Kemalîzmê bû.
Yê ku zimanê kurdan guhert û qedexe kir, Komara Kemalîzmê bû.
Yê ku hiþê kurdan guhert, Komara Kemalîzmê bû û gelek kiryarên rûreþ yên wisa…
Welat Dilken hin gotin gotine ku misqalek para rastiyê têde tune:
“…ew sazî û dezgeh (medrese) ne bo kurdan, bes bo îslamê bo misilmankirinê xebitîne…”
Piraniya kurdên ku wê demê li ser ola Îsa bûne, bûne bisilman. Lê hin kurd wekî fileh mane. Niha ew kurd tev ji nijada kurdî dûr bûne û xwe wekî Suryan û Aþîrî dihesibînin.
Lê Kurdên ku ola Îslamê pejirandine, bi vê Ayeta ku dibêje:
“Ya eyyuhen-nasu inna xeleqna kum min zekerin we unsa we ce´elna kum þu´ûben we qebailen li te´arefû.
(Gelî mirovan, me hûn ji nêr û mê afirandine. Piþtre me hûn wekî netewe û qebîle ji hev cuda kirine… (Suret Hucurat, Ayet: 13)
Kurd ji reseniya xwe dûr nebûne û nabin jî.
Gotina ku gotiye:
“Çi ku îslama nedikarî bi þûr bikeve nava kurdan, di deriyên wan medreseyan re pir bi rehetî ket hundir…” ne rast e û ji rastiyê jî pir dûr e. Bêguman leþkerên ereb bi navê Îslamê û bi þûr ketine Kurdistanê û serê bi hezaran kurd jêkirine.
Welat Dilken behsa hin herêmên Kurdistanê kiriye ku qaþo mizgeft li wan deveran nîn in û gotiye:
“Eger hebin jî dêrên ermen û suryaniyan veguherandine mizgeftan in.”
Li virê Welatî xuta xwe ya rasteqîne diyar kiriye û beþek ji axa Kurdistanê wekî cihê ermen û suryanan daye xuyakirin.
Ev nivîsa wî jî, siberoj wê bikin delîl û nîþan bidin ku ji Efrînê heta Ezirganê axa Ermen û ya Asuran e.
Dîsa Welat Dilken gotiye:
“Bi kurt û kurmancî, hebûna gelek helbestkarên ji medreseyan rabûne aliyê wan ê neyînî nade veþartin.” Yani xirabiyên wan jî eþkere ne, dibêje.
Welat Dilken jî û hemû kesên wekî wî ku dijminatiya Medreseya Kurdî dikin, fermo aliyê neyênî yê Ehmedê Xanî eþkere bikin!
Meriv nizane ku bi gotinên Welat Dilkenî bikene yan bigrî, ji ber ku wî belgeyeke tenê jî rastiya gotinên xwe nedaye xuyakirin û gotiye:
“…qalibê helbesta wan bi kurdî ye, … ziman-ferhenga helbesta wan ne xwerû kurdî ye, sê zimanî ye; bi kurdî, erebî û farsî ye!”
Gelo zimanê helbesta kîjan neteweyî, xwerû bi zimanê wî ye?
Dema sînor û pasaport hêj tunebûne, helbesta helbestvanên hemû welatan bi sê-çar zimanan bûye. Fermo li Edebiyata Dîwana Osmanî binêrin…
Welat Dilken gotiye: “Medreseyan ew asîmîle kiribûn…” ne rast e. Lewra saziya ku çanda kurdî û toreya kurdî parastiye, di radeya yekemîn de Medreseya Kurdî bûye.
Û gotiye: “…dibêjin Cegerxwîn gotiye: helbesta ku meleyan derxistibû esmanê îlahî min daxist jêr, nava gel.” ne rast e.
Lewra sê dîwanên Cegerxwînî, tev kopiya helbestên Melayê Cizîrî ne. Hin malikên wî hene ku tenê peyvek guhertiye, wekî din tev peyv û qalibê malikên Cizîrî û yên Feqiyê teyran in.
Arþîveke dewlemend li ba min heye, lê ez naxwazim hin tiþtan eþkere bikim.
Ez nivîsa xwe bi serpêhatiya Sempozyoma Zanîngeha Çewlikê ya li ser Medreseya Kurdî û Îlahiyata Tirkî bi dawî dikim.
Sal 2012, 29’ê hezîranê heta 1ê Temûzê, sê roj sempozyoma Zanîngeha Çewlikê domand. 94 zanayên nûjen û ilahiyatçî beþdar bûbûn.
Axaftina min di roja dawin de bû. Lê min roja pêþî dît ku çi kesê dipeyive, Medreseya Kurdî wekî paþverû û kevneperest dide xuyakirin.
Min daxwaz ji Prof. Xelîl Çîçekî kir ku axaftina min têxe roja diduyan saet 09.00. Spas ji kek Xelîlî re, çêkir.
Roja diduyan saet 09.00 min dev bi axaftina xwe kir, bi kurtî min wiha got:
-Hûn tev bi navê zanitiyê dipeyivin û Medreseya Kurdî kevneperest û paþverû didin xuyakirin û Îlahiyata Tirkiyê jî pêþverû û nûjen dinirxînin. Lê hûn nabêjin ku Leþkerên Kemalîzmê bi top û tangên xwe ve, bi cendirme û þervanên xwe ve, bi sîxur û alîgirên xwe ve, ji 1925 hetanî 1940 þev û roj þerê Medreseya Kurdî kirine. Dîsa hûn nabêjin ku Ilahiyata Tirkî desteka herî mezin ji rejîma Kemalîstiyê wergirtiye. Gelo ji we re dest dide ku hûn bi navê zanistiyê hewqas gotinên giran li dijê Medreseya Kurdî dibêjin?
Îcar ez eynî pirs ji bo Welat Dilkenî dikim:
- Gelo dest dide ku tu hewqas gotinên giran ji bo Medreseya Kurdî dibêje?
08.09.2020
***
* Nivîsa navborî:
- Fetîþîzma medreseyan û ferhenga wêjeya klasîk
**
Foto ji malpera Cizre.gen.tr hatiye girtin