Pirtûkên Ferîd Egdu bi 2 wergerên cuda derketin
Diyarname
Ferîd Edgu yek ji nivîskarê jîr ê tirk e. Ji aliyê kurdan ve yek ji taybetiyên çîrok û romanên wî jî gelek çîrok û mijarên wî li ser kurdan, herêma kurdan in. Edguyê ku demek li Culemêrgê mamostetî kiriye, ev yek ji bo wî bûye bingeha nivîsandina gelek berheman. Yek ji wan jî "Demsalek li Hekarîyê" ye.
Edgu piþtî li Zanîngeha Stenbolê dest bi xwendinê dike, dûre ji bo berdewamiya xwendina xwe diçe Parîsê. Di vegerê de ji dêvla leþkerî ji bo dewletê mamostetî dike û wî diþînin Culemergê. Di sala 1964'an de li Culemêrgê mamoste-leþker demê derbas dike û bi salan paþê vedigire wan rojan, vê pirtûkê lê dike.
Ev pirtûk di sala 1977'an de bi navê "O/Hakkari'de Bir mevsim" (Ew/Li Culemêrgê Demsalek) bi tirkî derdikeve. Û niha ji bo kurdî ji aliyê du kesan ve hat wergerandin û ji aliyê Weþanên Lîsê ve hat çapkirin.
Di vir de yek ji xala balkêþ ew e ku Lîsê du wergerên cuda, wekî du pirtûk çap kirine. Yek jê Brahîm Ronîzêr bi navê "Demsalek Li Hekarîyê" wergerandiye, ya din Nejdet Kaya bi navê "Le Hekarî Demsalek" wergerandiye. Weþanxaneyê her du pirtûk bi du bergên cuda weþandine. Di weþanxayaneke kurdan de ev cara pêþî ye tiþtek wisa diqewime. Li ser vê yekê weþanxaneyê wisa gotiye, "Dilê me qebil neda em ji her du wergeran yekê bibijêrin ku di þert û þirûtên cihê de hatine kirin. Jêwêdetir wekî weþanxane ev neket serê me. Her wiha wergêran, nivîskar û weþanxaneyê ya xwe kir yek û rêbazeke nip û nû bijart: Romarek bi du wergeran. We kîjan xwest wê bixwînin."
Ev rewþ ji bo lêkolînerên wêjeya kurdî, xwendevanên kurdî yên zanîngehan jî dê bibe firsendek ku li ser lêkolîn û nirxandinê bikin. Em yekê ji bo wan dihêlin û paragrafek ji her du wergeran pêþkêþ dikin:
"Di nav kîsikan de hingiv, birinc, savar,
xwê, yên xwêkirî,
rûn, þekir, boyax, zerdeleyê hiþkirî, tirî,
pênûs, lênûsk, pirtûk,
tebeþîr, al, derman
û li kêleka min bav û kurên kotîbûyî.
Ligel torbeyên arvan, qutîyên toz a þîr û derman ku UNICEF'ê ji beþa alîkariyê ji bo kotîbûyîyan þandiye,
du mih û sê bizin em bi rê ketin.
(Dilê min de hestekî ecêb: wekî ku ez li ser navê kesekî cuda rêwî dikim.)" (Wergera Nejdet Kaya, beþa "X/Veger)
"Di nav kîsan de hungiv, birinc, savar,
xwê, tiþtên kesirandî,
rûn, þekir, boyax, miþmiþên hiþkkirî, mewîj,
pênûs, defter, pirtûk,
tebeþîr, al, qotîkên dermên
û di rex min de bav û kurên bi nexweþiya kotî
kîsên arvên, qotîkên dermên û þîrê toz yên ku UNICEF'ê di demên alîkariyê de dane, du mî, sê bizin, em ketin rê.
(Di dilê min de hestekî seyr: Wekî ku ez li ser navê hineke din rêwingîyê dikim.)" (Wergera Brahîm Ronîzer, beþa "X/Veger)
'Di Keþtiyê De'
Li aliyê din Brahîm Ronîzer pirtûkek din a Ferîd Edgu wergerandiye, "Di Keþtîyê De". Ev pirtûka Edgu bi navê "Bir Gemide" yekem car di sala 1978'an de hatiye weþandin û niha bi kurdî li ber destên xwendevanên kurdî ye.
Li ser mijarê sê cuda
Weþanxaneyê; Paþnavê nivîskar wekî "Edgü" nivîsandiye ku tîpa "Ü" di alfabeya kurdî de nîn e.
Li aliyê din pirtûka Edgu ya li ser Culemêrgê bûbû fîlm. Derhêner Onat Kutlar ew kiþandibû û Genco Erkal serlîstikvaniya fîlm kiribû. Fîlmê ku di sala 1983'yan de hatibû kiþandin di 33'yemîn Festîvala Fîlman a Berlînê de xelata mezin "Hirça Zêrîn" girtibû. Fîlmî di festîvalên din de jî xelatên cur bi cur girtibûn.
Her wiha pirtûkek din a Ferîd Edgu bi navê "Dengê Doyê" ji aliyê Cemil Oguz ve hatibû wergerandin û di sala 2011'an de ji Weþanên Evrenselê derketibû.