‘Dilop’ê li ser Osman Sebrî dosya amade kiriye
Diyarname
Kovara du mehane Dilop ku bi kurdî û tirkî derdikeve bi hejmara xwe ya rezber û kewçêrê li pêþberî xwendevanên xwe ye. Kovarê li ser rewþenbîrê kurd Osman Sebrî dosya amade kiriye.
Kovara Dilopê hejmara xwe ya 16’an pêþkêþî xwendevanên xwe kir. Kovarê vê hejmarê dosyaya xwe li ser rewþenbîrê kurd Osman Sebrî amade kiriye. Firat Cewerî, Mehmet Oncu, Þeyhmus Diken û Hêvî Sebrî (Keça Osman Sebrî) li ser Osman Sebrî nivîs nivîsandine. Jiyana Osman Sebrî ku li Semsûrê dest pê kiriye û li Þamê bi dawî bûye bûye mijara kovarê.
Di hejmara borî de li ser statuya ziman dosya hatibû amadekirin, di vê hejmarê de jî ev nîqaþ berdewam dike. Necat Ayaz li ser mijara bikaranîna kurdî ya ji aliyê çînên civakî ve nivîsek weþandiye, bi mînakên dinyayê nîþan dide û bal dikþîne ser dewlemend û xizanên kurd bê ka kîjan çîn çima bêhtir bi kurdî dipeyive.
Îsal ji nav muzîka kurdî du hunermendên kurd Seîd Yûsif û Seîd Gabarî wefat kirin. Zeyneb Yaþ ku li ser muzîka kurdî nivîsên lêkolînî dinivîse di vê hejmarê de li ser van her du Seîdan nivîsiye. Yaþê, bi berfirehî jînenîgariya wan, xebatên wan ên di warê muzîkê de û girîngiya wan a bo muzîka kurdî nîþanî xwendevanan daye.
Ayhan Erkmen, Mesut Alp, Fewzî Bîlge, Elif Eser, Recep Maraþli, Mehmet Bayrak, Rafip Încesagir, Mela Mihyedîn, M. Ender Ondeþ, Serdar M. Geîrmencîoglu, Evîn Þikakî, Hayan Aydin, Îbrahîm Þadman, Mihemed Ronahî, Îbrahîm Karaca bi nivîsên xwe ked dane kovarê. Her wiha di vê hejmarê de helbestên Osman Sebrî, Turgut Uyar û Narîn Omer hatine weþandin.
Ji bo têkilî:
telefon: 0543 488 69 96
e–mail: dilopdergisi@gmail.com