25 mîlyonî derbas kir
Diyarname
Li dinyayê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ketine 25 mîlyon kesî derbas kir û hejmara kesên mirine jî 842 hezar kesî derbas kir.
AMERÎKA:
Li DYA'yê hejmara kesên bi vîrusê ketine bû 6 mîlyon û 106 hezar û 686. Û hejmara kesên ji ber vê mirine bû 185 hezar û 989 kes Li dinyayê herî zêde li DYA'yê kes mirine.
Piþtî DYA'yê welatên din ku herî zêde kes bi vîrusê ketine ev in:
- Brezilya: 3 mîlyon û 812 hezar û 605
- Hindistan: 3 mîlyon û 508 hezar û 95
- Rusya. 985 hezar û 346
- Perû: 629 hezar û 961
- Afrîkaya Baþur: 620 hezar û 132
- Kolombiya: 590 hezar û 520
- Meksîka: 585 hezar û 738
- Ýspanya: 455 hezar û 621
- Þîlî: 405 hezar û 972
- Arjantîn: 392 hezar û 9
TIRKIYE:
Li Tirkiyeyê li gor agahiyên fermî heta niha 267 hezar û 64 kes bi vê vîrusê ketine. Her wiha 6 hezar û 284 kes mirine.
STENBOL
Walîtiya Stenbolê daxuyaniyek weþand û got ku li cihên ser/dor girtî ji bo hemû þahiyên sinet, hene, nîþan, d awet û tiþtên wisa qedexe ne. Ligel van di dawetan de kesên bi ser 65'an de û yên bin 15'an dê beþdarî merasimê nebin.
BAJARÊN DIN
Ji bilî Stenbolê di serî de Amed, Wan, Sêrt, Enqere, li gelek bajaran rewþ gelek giran e. Odeya Tabîban a Amedê roja 28'ê mehê ragihand ku tenê roja 27'ê mehê, tenê li Nexweþxaneya Gazî Yaþargil Egîtîm Araþtirmayê 27 kes mirine.