Aydogdu: Gotinên Pêþiyan ji bo gelan û zimanê wan gelek bi qîmet in
Hevpeyvîn: Cemil OGUZ
Di qada pirtûkên kurdî de kêm pirtûk çend çapan dikin. Niha yek ji wan heye ku bi çapa xwe ya 3’yan li pêþberî me ye: Pirtûka “Gotinên Pêþiyan”. Pirtûk ji aliyê Abdurrahman Aydogdu ve hatiye berhevkirin û ji Weþanxaneya Na derketiye.
Dema Gotinên Pêþiyan tê gotin qîmetek din a xebatê derdikeve holê ku Gotinê Pêþiyan parçeyeke girîng a ziman û çandê ye. Ez bi xwe jî gelek ji Gotinên Pêþiyan hez dikim. Hem vê hezkirinê, hem qîmeta gotinên pêþiyan, hem jî çapa 3’yem kir ku em ber bi vê hevpeyvînê ve herin. Me pirsî, Aydogdu bersiv da. Kerem bikin em bi hev re lê binêrin.
Ser xêrê pirtûkê çapa 3’yan kir. Te hin gotin lê kirine. Di vê çapê de çend gotin çêbûn?
Di çapa nû de 4.500 Gotinên Pêþiyan hene û pirtûk 200 rûpel e.
Li gor çapên berê te çi lê zêde kir? Di çapên berê de zêdetir herêma Rihayê bû, bi heman awayî ye, yan herêmên din jî ketin navê?
Li gor çapa berê min hezar Gotinên Pêþiyan lê zêde kir. Di çapa berê de Gotinên Pêþiyan li gor tîpan dest pê dikir û di her rûpelekê de derdora 25 Gotinên Pêþiyan hebû û di navbera gotinan de valahî tune bû, ji ber vê jî dema xwendinê de çavê mirov diêþand loma mirov nikaribû bi hêsanî û rihetî ev Gotinên Pêþiyan bixwenda, di vê çapê de ji bo ku xwendina pirtûkê xweþtir bibe min di navbera gotinên pêþiyan de bi sembola du stêrkan (**) valahî kir nav gotinan da ku xwîner bi hêsanî û xweþî van gotinên me yên pêþiyan bixwînin.
Qîmeta Gotinên Pêþiyan ji bo gelekî, zimanekî çi ye?
Gotinên Pêþiyan rastiya jiyana gelekî ye. Ji ber ku Gotinên Pêþiyan gotinên qalibgirtî ne û di demên dûr û dirêj de li gor tecrûbeya civakê derdikeve holê ev jî rastî û jiyana vî gelî nîþanî me dide. Ji bo vê jî Gotinên Pêþiyan ji bo gelan û zimanê wan gelan bi qîmet in.
Wekî te gelek kesî pirtûkên gotinên pêþiyan amade kirine. Ferqeke çawa di navbera ya te û yên din heye?
Wekî we jî got di mijara Gotinên Pêþiyan de gelek kesî li ser Gotinên Pêþiyan pirtûk amade kirine. Lê çi cudahî di navbera wan pirtûkan de hene, li gor tecrubeya min û yên min dîtî ev e ku hinek Gotinên Pêþiyan bi lêkolîn û bi lêgerînê dernakeve holê ji bo ku mirov bikaribe hinek Gotinên Pêþiyan derxe holê divê mirov li wir mezin bibe û li wir bijî. Mînak ez ji Sirûcê me û li Sirûcê mezin bûme her roj ez Gotineke Pêþiyan nû dibihîsim û li ba xwe dinivîsînim ev bi serê xwe cudahiyek e. Ji ber ku heta niha bi qasî ez dizanim kesî ji Sirûcê li ser Gotinên Pêþiyan nenivîsandî ne. Ger nivîskarek ji bo lêkolîna Gotinên Pêþiyan hatibin Sirûcê û gotinên li vir kom kiribin hebin jî nikarin bi gelek kesî re rûne û bi salan li pey gotinan bikeve. Ev mijar ji bo me ji bo kesên li ser Gotinên Pêþiyan dixebitin hemûyan re derbasdar e. Mînak ji bo lêkolînê bajarê herî zêde ez lê xebitîm Amed bû lê dema em bipirsin bêjin tu bi çend kesan re rûniþtî û te ew gotin ji kê standin? Tiþtên ez bibêjim kesên ez bi wan re axivîm ne ew qas pir bûn û dema ez li wir xebitîm jî tenê çend meh bûn û dawiya hefteyan bû. Lê kesekî ji Amedê be an li wir jiya be gotinên wî/ê komkirine dê ji yên min cudatir be. Ji bo vê jî xebatên her kesî ji hev cudatir in.
Li gorî te hema ji aliyê her kesî/gelek kesî ve amadekirina pirtûkên wisa tiþtek baþ e, yan divê berhevkirineke amademîktir hebe? Divê çawa be û ji niha û pê de di vî warî de tu çi hêvî dikî?
Belê li gor min amadekirina pirtûkên Gotinên Pêþiyan li gor her kesî bê amadekirin tiþtekî baþ e. Jixwe kesekî/ê Gotinên Pêþiyan nizanibe û meraq neke li ser vê mijarê naxebite. Di vî warî de çiqas pirtûk û Gotinên Pêþiyan derkevin holê ji bo çand û zimanê me baþ e. Di vî warî de hêviya min ew e ku bila ev gotinên me yên pêþiyan bi kal û pîrên me re nemirin.
Wê rojê Weþanên Sîtavê got em ferhenga gotinên pêþiyan a Mehmet Oncu amade dikin û têde 50 hezar gotin hene. 50 hezar ne hejmarek zêde ye gelo? Mesela welatên din çend gotinên wan hene?
50 hezar Gotinên Pêþiyan ji bo vê qadê û vê mijarê rekorek e. Hejmarek pir zede ye û ez bawer dikim ji xêncî van 50 hezar gotinan hêj jî gelek gotinên me yên nehatine nivîsandin hene. Zimanê kurdî di Gotinên Pêþiyan de zimanekî pir zengîn û rengîn e. Lê yên welatên din çend gotinên xwe yên pêþiyan hene ez nizanim. Ya ez zanim zimanê kurdî di Gotinên Pêþiyan de pir dewlemend e.
Gelek kes pirtûkên roman, çîrok, helbestê heta dawî dixwînin, lê dema pirtûka gotinên pêþiyan be wekî ku ne karê wan be, yan nakirin, yan naxwînin. Tu vê çawa dibînî, çi pêþniyar dikî?
Ez dixwazin bi meseleyeke xwe ve vê pirsê bipersivînim. Dema min nû ev pirtûk çap kir ez 22 salîbûm. Wê demê jî kesî pir ez nas nedikirim. Wê demê ez beþdarî pêþangeha pirtûkan bûm, jixwe pirtûka min nû derketibû pir kesî jî ez nas nedikirim û fikra her kesî jî ew bû ku tenê kesên vî karî dikin kesên temen mezin kal û pîr in. Ji bo vê jî çend kesên hatibûn pirtûka min a Gotinên Pêþiyan bistînin xwestin bidin îmzekirin, dema dîtin berhevkarê vê pirtûkê ez im ew kes hinekî sekinin, bawer nekirin ku min ev pirtûk amadekirî gelek kesan jî gotin tu pir biçûk î, ev ne karê te ye. Dema pirtûk çap bû bi þûn de jî gelek kes þaþ man û bawer nedikirin ku min ew pirtûk amadekiriye, tim digot ev kar karê kesên mezin e!
Lê dixwazin vê bibêjim çawa ku roman helbest an çîrokan her kes dikare binivîsîne û bixwîne divê her kes bikaribe li ser Gotinên Pêþiyan jî bixebite û guh bidin wan þîretên kal û pîrên xwe. Bila kes nebêje Gotinên Pêþiyan kar û gotinên kal û pîran e. Ev Gotinên me yên Pêþiyan parçeyeke çand û jiyana me ye. Divê em van bixwînin û ji xwe re jê þîretan bigrin.
Tiþtê ez dibînim: Piraniya xwendevanan meseleya folklor, gotinên pêþiyan wekî tenê karê folklorzanan be dinêrin. Bi kûrahî nagirin naxwînin. Divê xwendevan çawa nêzî meseleyê bibin?
Divê xwendavan bizanibin ku ji bo me tiþtên herî bi qîmet û zû winda dibe folklor û Gotinên Pêþiyan e. Ji ber ku niha bi piranî kal û pîrên me Gotinên Pêþiyan dizanin dema kal û pîreke me dimire ew folklor û ew gotinên me yên pêþiyan jî bi wan re dimirin. Ji bo vê jî divê xwendevan di vê baldariyê de bin û li gor vê nêzikî vê meseleyê bibin
Ji bo berhevkirinê te qala "Divê mirov li wir bijî" kir. Ev yek karê berhevkaran zehmet dike. Di vir de xwendevan, însanên rêzê çawa dikarin alîkarî bikin? Mesela waye dizanin te li ser Sirûcê xebat kiriye, yên wir gotinên bibihîzin biþînin, bibin alîkar... Tiþtên wisa çiqas mimkûn in?
Belê ji bo mirov li herêmekê qasî ku bikaribe gelek gotinan berhev bike divê mirov an ji wê herêmê be an jî li wir bijî. Ev jî wekî we got karê berhevkaran zehmet dike û ne tiþtekî pêkan e. Ji bo vê jî kesên li wan herêman dijîn her ku Gotineke Pêþiyan nû bihîstin dikarin bi me re parvebikin û dikarin ji bo me li der û dorên xwe Gotinên Pêþiyan berhev bikin. Ev jî ji bo berhevkêr dibe xweþî, dibe hêsaniyek. Mînak di xebata min de jî hinek hevalan bi vî rengî ji min re bûn alîkar. Lê pir kêm kes alikariyên wisa dikin. An bikin jî çend gotinên hemû kes dizanin kom dikin. Ji ber ku lêkolîn hem demeke dirêj dixwaze hem jî zehmetiya xwe heye. Ji bo vê divê berhevkar bêhtir li ser herêman bisekine.
Di dema lêkolînê de qet þikek te ya wisa çêbû: Em bibêjin te gotinek pirsî, te xwest not bikî, lê te texmîn kir ku ev ne kurdî ye, belkî ji zimanek din hatibe nav kurdî? Gelo qet tiþtên wisa dibin?
Carinan hinek zimanên ku di nav hev de dijîn ji hev bandorê digrin. Di Gotinên Pêþiyan de jî ku kêm be jî carinan mînakên wisa derdikevin. Hinek mînak hene ku mirov zû bi zû nizane ku ji zimanekî din hatiye û hinek mînak hene jî gotin bi kurdî ye (ji bo kurdî) peyv bi tirkî ye ji wan yek jî ev e: “Meriv omîþ dibe, damîþ nabe” Ev ‘omîþ û damîþ’ ‘Aliþmak û dayanmak’ a tirkî ye, lê gor mantiqa kurdî ketiye zimên… Ev jî ji hev bandordabûna zimanan derdixe holê.
Berevajî pirsa berî vê: Em bibêjin te gotinek nû bihîst, lê te ferq kir tirkan ew ji me diziye... Mînakên wisa qet rastî te hatin.
Na! Min nedît lê dibe ku hebin, niha nayê bîra min jî…
Pirsa dawî: Ji bo dema pêþ çi xebatên te hene?
Ji bo demên pêþ niha di dest min de xebata ferhengoka Sirûcê heye. Di vê ferhengokê de peyvên herêmî hene wekî din jî ez niha li ser çîrokên folklorîk dixebitim û wan berhev dikim.
***
Abdurrahman Aydogdu kî ye? Abdurrahman Aydogdu di sala 1992'yan de li Pirsûsa Rihayê hatiye dinê. Dibistana seretayî, navîn û lîse li Pirsûsê xwendiye û 2012'yan de li Zanîngeha Çewligê Beþa Felsefeyê qezenc kiriye lê heman salê ketiye ezmûnê û di sala 2013'ayn de vê carê li heman zanîngehê Beþa Riwekên Zeviyan (Tarla Bitkileri) qezenc kiriye û dest pê kiriye her du bi hev re xwendiye. Pirtûka Gotina Pêþiyan yekemîn pirtûka Aydogdu ye.