Reqîbên Amed, Van û tîmên din ên kurdan diyar bûn
Diyarname
Ji bo serdema fûtbolê ya 2020-2012'ê ya Lîgên 2'yemîn û 3'yemîn piþke hat kiþandin. Di serî de Amed Spor, û Van Spor, reqîbên tîmên din ên kurdan jî diyar bûn.
Ji bo diyarkirina koman îro civîna TFF'ê (Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê) çêbû û piþke hat kiþandin. Di Lîga 2'yemîn a TFF'ê de du koma hene, Koma Spî û Koma Sor. Di koma Spî de 20, di Koma Sor de 19 tîm hene.
Lîga 2'yemîn
Di nav Lîga 2'yemîn de du tîmên kurdan ên sereke hene: Amed Spor û Van Spor.
Di encama piþkeyê de Amed Spor ket Koma Spî û di vê komê de ev tîm hene: Afyon, Amed, Anagold 24Erzincan, Ankada Demir, Çorum, Ergene Velimeþe, Gumuþhane, Hacettepe, Hekimoglu Trabzon, Înegol, Kahramanmaraþ, Manisa, Nigde Anadolu, Sancaktepe, Sariyer, Þanliurfa, Uþak, Zonguldak Komur.
Van Spor jî ket Koma Sor. Di vê komê de jî ev tîm hene: 1922 Konya, Baþkent Akademi, Bayrut Ozel Îdare, Bodrum Belediye, Elazig, Etimesgut Bld, Eyup, Kastamonu, Karacabey Bld, Kirklareil, Kirþehir, Pazar, Pendik, Sakarya, Serik, Sivas Bld, Turgutlu, Van.
Lîga 3'yemîn
Di Lîga 3'yemîn de par 3 kom hebûn, îsal kirine 4 kom. Ji tîmên li bajarên kurdan Diyarbakir Spor, Malatya Yeþilyurt di komên 1'emîn de; Agri 1970 Spor, Mardin Buyukþehir Baþak Spor di Koma 2'yemîn de; Batman Petrol, Cîzre, Elazig Karakoçan di koma 3'yemîn de; Adiyaman 1954, Siirt Îl Ozel Îdare Spor jî di Koma 4'emîn de cih girt.
Maçên her du lîgan dê roja 19'ê rezberê dest pê bikin.