Serokwezîra Fînlandiyayê: Bila dema xebatê dakeve 6 saetan
Diyarname
Serokwezîra Fînlandiyayê Sanna Marin roja 24'ê mehê di civîna partiya xwe Partiya Sosyal Demokrat de axivî. Li gor nûçeya Reutersê Marin ji partiya xwe xwestiye ji bo dema saeta kar ji 8 saetan dakeve 6 saetan bixebitin.
Civina Partiya Sosyal Demokratan roja 23'yê mehê li dar ket. Serokwezîra Fînlandiyayê Sanna Marin carek din ji bo serokatiya partiyê hat hilbijartin.
Wê roja 24'ê mehê axaftinek kir û got: "Li Fînlandiyayê divê çawa demeke xebatê ya kurt çêbibe û fînlandiyayî çawa bibin xwedî jiyaneke xebatê ya baþ, li ser vê yekê divê vîzyoneke me hebe, em gavên ber bi çav biavêjin."
Marin bang li partiya xwe kir ku bixebitin û dema xebatê ji 8 saetan daxin 6 saetan.
Li Fînlandiyayê sedî 73,5 kes xwedî kar in û bi vê biryarê dixwaze vê derxe sedî 75'î.
Di axaftina xwe de Marin li ser perwerdehiyê, karbonê, geþkirina aboriyê jî axivî.
Marin di sala 1985'an de li Helsînkiya Fînlandiyayê hatiye dinê, ji sala 2015'an de li Parlemena Fînlandiyayê ye. D isala 2019'an de bû Wezîra Ragihandinê ya Fînlandiyayê û di 8'ê berfanbara 2019'an de bû Serokwezîra welat. Ew niha li dinyayê serokwezîra herî ciwan e.
Marin Serokwezîra Fînlandayê ye lê hikumet ji koalîsyonê pêk tê. Ji bo ew vê daxwaza xwe bîne cih divê partiyên din ên koalîsyonê qanî bike.