Çîrokên ji 'Þikefta Fîlozofiyê' dertên
Diyarname
Bi navê "Þikefta Fîlozofîyê" pirtûkek çîrokan derket. Pirtûka ku ji aliyê Leyla Atabay ve hatiye nivîsîn ji Weþanên Lîs derket.
Lehengên Leyla Atabey du zarokên cêwî yên bi navên Dîlan û Baran in ku di rojeke Newrozê de dema baran dibe û roj jî heye keskesor dertê. Li gor baweriyê ji bo xezîneyê li ber lingê keskesorê bibînin û derxin dikevin rê, digihîjin serê çiyayekî, devê þikeftek. Ew þikefta ku Leþkerên Îskender jî newêrine bikevin hundir. Û dema lehengên pirtûkê dikevin hundir rastî heft deriyan tên. Dê ji kîjan derî bikevin hundur, dê çi bînin? Nivîskar Atabay di her derî de qala felsefeyek dike. Kalên Zerdeþt, Enkîdû û Gilgamêþ, Ehmedê Xanî, Rabîaya Bedew, Mazdek, Kant, Platon û hwd. Di her derî de çîrokek felsefîk heye. Ji çîrokan diyar e nivîskar xwestiye bi çîrokan felsefeyê bide xwendin. Wekî qisûrek carinan zarok ji zarokatiya xwe dertên û wekî fîlozofan diaxivin yan dipirsin lê dîsa jî pirtûk diherike û xwe dide xwendin.
Di beþa diduyan a pirtûkê ku wekî "Çîroka Fîlozofiyê 2, Kuantum" nav lêkiriye de jî zarokek din dertê holê: Newzad. Vê carê rêwîtiya wî bi felsefeyê û navdarên vê qadê re didome.
Leyla Atabay kî ye?
Nivîskar Leyla Atabay di sala 1978'an de li gundê kela Dergezînê yê Ebaxa Wanê hatiye dinê. Di dawiya 79'an de malbat bar dike diçe navenda Wan3e û ew li wê demê mezin dibe. Atabay dibistana seretayî û navîn li Wanê dixwîne. Di sala 1997'an de tê girtin û hê jî girtî ye. Atabey ku niha li girtîgeha Elbistanê ye berî vê pitûkê di sala 2014'an de bi navê "Konjokturel Kimlik, Said-î Kurdî, Said-î Tirkî, Said-Î Erebî" (Weþanên Sîtav) pirtûkek bi tirkî nivîsanriye. Pirtûka "Þikefta Fîlozofîyê" yekemîn pirtûka wê ya bi kurdî ye. Li aliyê din Lîsê ligel vê pirtûka çîrokan, pirtûkek wê ya din bi navê "Kendini Unutan Ýnsan" ku pirtûkek lêkolînî jî weþandiye.
- 'Þikefta Fîlozofiyê / Leyla Atabay / Weþanên Lîs / Çîrok / 2020 / 183 rûpel