Dilawer Zeraq: 'Biwêj wekî xoxan in'
Felat Niþtiman
Tevî astengî, zext û zoriyan li berê, kar û xebatên zimanê kurdî her diçe berfireh dibin. Li bakurê Kurdistanê bi taybetî salên dawîn di warên wêje, ziman, folklor, werger û lêkolînên li ser mijarên cihêreng de, gelek berhemên nivîskî çap bûn. Bi saya van berheman, bi hêsanî dikare bê gotin ku hem derfetên fêrbûn û xwendina zimanê kurdî pir bûne hem jî pirtûxaneya zimanê kurdî dewlemed bûye. Xebatên ferhengî jî hin ji wan kar û xebatên zimên in ku ji bo pêþketina zimanê kurdî pir girîng in.
Ferhenga Biwêjan a ji aliyê nivîskar Dilawer Zeraq ve hatiye amadekirin jî yek ji wan ferhangan e ku ji sê cildên ‘kurdî-kurdî, kurdî-tirkî, tirkî-kurdî’ pêk tê. Ferheng di sala 2015’an de ji aliyê Weþanxaneya Lîsê ve hatiye çapkirin. Di her sê cildan de bi tevahî 18 hezar biwêjên kurmancî hene. Biwêjên di ferhengê de, li gorî mijaran ji hev hatine cihêkirin û kategorîzekirin: biwêjên resen, diayî, nifirî, rengdêrî, lêkerî û yên xweser.
Berhevkar û amadekarê ferhengê Dilawer Zeraq di ciwaniya xwe de bi dewlemendî û gencîneya biwêjên kurmancî dihese û sala 1995’an dest bi berhevkirina wan dike. Di 20 salan de wî bixwe nêzî ji sedî 70’yê biwêjên ferhengê berhev kirine û yên din jî ji çavkaniyên cur bi cur wergirtine.
Stûna kurmancî
Dilawer Zeraq têkildarî ferhenga biwêjan û girîngiya wan a ji bo zaravayê kurmancî axivî. Zeraq diyar kir ku biwêj yek ji stûnên kurmancî ne û ne ji biwêjan be nikare behsa kurmanciyeke li gorî rihê wê bê kirin û wiha got: “Biwêj yek ji gelemþeyên sereke yên zimanê kurdî ne. Heger mirov ne serwerê zimên be, nivîsîn û vegotin kelî û tehmsarkî ye. Ji sedî 60-70’yê kurmancî biwêj in. Tu biwêjên kurmancî jê derînî, wê êdî ew bi kêrî tiþtekî neyê. Mixabin kurmancî di asta perwerdeyê de, ji aliyê gelek kesan ve nayê zanîn. Ji ber vê jî, ev kes nikarin zimanê xwe yê derbirînî (vegotin) ava bikin.”
Biwêj û xox
Zeraq behsa pêkhatina biwêjan û taybetmendiya wan jî kir û got ku di dîrok û gera jiyanê de; bi tecrube, lêqewimîn û bûyeran, agahî û zanîn peyda dibin; li ser wan jî qalibên biwêjan tên avakirin. Zeraq amaje pê kir ku qalibên gotinê yên biwêjan hem gramatîk hem jî dergramatîk in û ji ber vê yekê, ji aliyê qalibê gotinê ve anarþîstiyeke biwêjan heye û wiha dom kir: “Biwêj (idiyom) wekî xoxê ne, ji derveyî xwe ve nerm in lê kakil û dendika wan hiþk e. Tu nikarî wan biþikînî. Bi rêya hostetî û derbirîna zimanî dikarî pê bilîzî. Di warê pêlîstina biwêjan de, gelek kesên bi kurmancî diaxivin an jî dinivîsin, hê negihîþtine hostetiya axaftina rojane ya 50-60 sal berê. Ev hostetî bi awayekî niha li gundan heye.”
Di axafitina xwe de Zeraq da zanîn ku biwêj kengî destûrê bide, tu wê hingê dikarî wê biguherînî, wekî din ew bi kêfa xwe ye. Zeraq ji bo vê taybetmendiyê mînaka biwêja ‘dilþewatbûnê’ da û wiha got: “Ew hevalekî dilþewat e. Di vê hevokê de biwêja ‘dilþewat’ dibe rengdêr, ango diguhere.”
Biwêj ji gotinên pêþiyan pirtir in
Der barê cihêtiya biwêj û gotinên pêþiyan de jî Zeraq eþkere kir ku pirî caran ev her du beþên zimên tên tevlihevkirin û da zanîn ku biwêjên kurmancî belkî sê caran li gotinên pêþiyan ên kurmancî ne û wiha lê zêde kir: “Gotinên pêþiyan, hevokên rasterast in; hîn dikin, þîretan dikin, rê li ber dixin û tespîtan dikin. Biwêj car caran tespîtan dikin lê ev ne li ser armanca rêliberxistin, hînkirin û þîretan e. Di biwêjan de mecaz heye. Di gotinên pêþiyan de mecaz pir kêm e. Herî zêde ji sedî 5 e. Biwêj ji sedî 95 mecaz in. Ew hem xwedî qalib in hem jî di qalibên xwe de hil nayên.”
Divê rihê kurdî rizgar bibe
Zeraq da zanîn ku kî ji rola mantiqa qalibên biwêjan fêm bike, wê dikaribe xwe bigihîne zimanê çandî jî û ji bo em dikaribin bêjin ‘bi qewlê kurmancî’ divê mirov beþek ji hiþ û bîra xwe ji biwêjan re terxan bike; wan bixwîne û bi kar bîne. Zeraq axaftina xwe wiha domand: “Helawa kurmancî erzan e. Qad berfireh bûye, her kes dikare tê de hespê xwe bibezîne. Dibêjin qey hinekî fêrî gramerê bibin, zanîna xwe ya peyvan ji pêncsedî bigihînin hezarî, wê dikaribin nivîs, çîrok an jî romanekê binivîsin. Belê dikare bê nivîsîn lê wê ew berhem çawa bin. Vegotina çîrokekê tiþtekî din e, nivîsîna wê tiþtekî din. Her zimanek rihek wî heye; divê tu wî rihî rizgar bikî; ne parçe parçe, bi tevahî.”
Di dawiya axaftina xwe de nivîskar Zeraq destnîþan kir ku wî bi vê xebata xwe biwêjên sereke yên hîmî yên wê têra xelaskirina kurmancî bikin, berhev kirine û got ku heger ew keysê lê bîne wê hinekên din jî bide hev û hejmara biwêjan bike 25 hezar. Zeraq her wiha diyar kir ku biwêjên taybet/spesîfîk hene, yên çandiniyê ku di tu zimanan de tune ne; divê ev biwêj bi taybetî werin berhevkirin.
- Ji rojnameya Xwebûnê hatiye girtin, sernav me guhartiye.