Di '99 Morîkên Belavbûyî' de gelek sembol û statuyên bihêz hene
Ezîz NÊMETÎ*
Min romana "99 Morîkên Belavbûyî" xwend. Berhem asta bilind a lêkolînên nivîskar û feraseta wî ya kûr û dûr li ser mijarên civaka wî û zalbûna wî li ser êþên gelê wî radixe ber çavan. Bûyerên romanê wekî teqînekê û pir bi kelecan dest pê dibin, bûyer li ser þopa xeleka tizbiyan û li pey hev rêz dibin û nivîskar bi xwe jî di navenda bûyeran de cih digire.
Roman li ser zarê kesê yekem diyar dike ku nivîskar bi xwe bi awayê axêver di pêvajoya bûyeran de hazir e. Nivîskar di hemû hûrgiliyên kesayetiyên romanê de li xwe digere û xwe di hin beþên kesayetiyan de dibîne. Roman bi baldarî û hûrgilî pirsgirêkên kurdên Rojava, Bakur û Baþûr hildikole, kesên ku di welatê xwe de xerîb ketine û mexdûr in û di penaberiyê de tûþî þokeke çandî bûne û perçeyên leþê xwe li her derê bi darê zorê wenda kirine.
Di romana "99 Morîkên Belavbûyî" de gelek sembol û statuyên bihêz hene ku ez ê di pêþerojê de nivîseke berfireh a rexneyî li ser wan binivîsim. Sembolên wekî navê romanê, statuya dayîkê di heybeta balindeya reþ, dêmarî, mirovên ku dibin mar, wêneyên penaberên wekî dînan ku di kuncên nexweþxaneyên Ewropayê de bêxwedî mane û li halê ku tu pêwendiyeke nexweþiyên wan bi dînbûnê re tune, belkî birînine kevn in ku di atomosfera demokrasiyê de serî rakirine.
Yek ji temayên romanê evîneke bêmiraz e ku pêwendiyeke wê ya xurt bi sembola tizbî û morîkan re heye.
Mijara nijadperestiya li her derê dikare mijareke din be ku heya niha jî di welatên cîhanê yên herî pêþketî de rih û canê mirovahiyê diazirîne.
Roman li gor pêwîstî û þêwaza xwe ya jîr û hiþmendiya nivîskar, carinan zimanekî fêmbar û di heman demê de mantiqî û beraqil ji bo vegotina mijaran hildibijêre û heta bigire nivîskar carinan di afirandina wêneyan de ew qasî kûr û dûr diçe ku jevderxistina pexþana romanê ji helbesta modern a îroyîn dijwar dibe. Nivîskar bi piranî riwayetê werdigerîne ser reng û zarê wêneyan û ev yek romanê xweþtir dike.
Wergera romanê gelekî bihêz e û wergêrê kariye erka xwe bi cih bîne û berhemê bi awayê serkeftî wergerîne.
*Rexnegirê wêjeyê ji Ûrmiyeyê ye
***
Têbiniya Diyarnameyê: Romana Helîm Yûsiv "99 Morîkên Belavbûyî" ji Weþanên Peywerdê derketiye, kurtedemek berê ji bo farisî hat wergerandin û weþandin. Nivîs ji Walatnewsê hatiye girtin
**
Nûçeya eleqedar:
- Wergêr Xakpûr: Min xwest hevwelatiyên min romana kurdî nas bikin