Li Cizîrê AVM'yê kurdî qedexe kir
Cizîr
Çend roj berî Cejna Heciyan li Cizîrê bi navê "Cizre Park Aliþveriþ Merkezi" navendek dan û standinê vebû. Xwediyên AVM'yê ji bo xebatkarên mexazeyan axawtina bi kurdî qedexe kir.
Li gor nûçeya di Ajansa Mezopotamyayê de xwediyên mexazeyan ji bo xebatkaran gotine ku li mexazeyan deng û dîmen tê tomarkirin û ligel miþteriyan bi kurdî neaxivin.
Miþteriyek ku çûye mexazeyê bi kurdî axiviye lê bersiv bi tirkî girtiye, li ser vê pirsiye, "Hûn bi kurdî dizanin, çima hûn bi tirkî bersivê didin?", xebatkar bi gotina "Xwediyên mexazeyan axaftina bi kurdî qedexe kirine. Em bi kurdî biaxivin dê me ji kar derxin."