Ji bo serîlêdana atolyeya belgefîlman dem hat dirêjkirin
Diyarname
'Atolyeya Senaryoya Belgefîlman a EurasiaDoc Amed' li benda serîlêdana kesêne leqedar e.
Projeya "EurasiaDoc Amed 2020" pirsên wekî "Fikir çawa dibin proje, proje çawa vediguherin senaryoya belgefîlman?", "Dosyayeke belgefîlmî çawa tê amadekirin?" dime û dibêje "Derhênerek di dema amadekirina nivîsandinê de rastî çi zehmetiyan tê, em bi hev re li çareseriya wan digerin."
Ji bo vê yekê îsal duyemîn car e Projeya Atolyeya Senaryoya Belgefîlman tê organîzekirin. Belgefîlmkarên bixwazin dikarin bi projeyên xwe yên metrajdirêj beþdar bibin.
Proje di bin banê Festîvala Belgefîlman a Fîlmamedê de bi hevkariya Kolektîfa Fîlman a CinAmed, Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û DocMonde li dar dikeve.
Îsal di bin rêveberiya derhêner û sazkar Samuel Aubin de proje tê bi rê ve birin. Roja dawî ya serîlêdanê eta 10'ê vê mehê hatiye dirêjkirin û yên bixwazin dikarin serî li amadekaran bidin.
Li gor bernameyê ji serîlêdanan dê 6 proje bêne hilbijartin, di navbera 31'ê gelawêjê - 4'ê rezbera 2020'an de beþa yekem a atolyeyê li dar bikeve û beþa diduyan jî di meha kewçêrê de li dar bikeve.
Ji bo têkiliyê: