Rûkiye Ozmen: Þahidek wisa got, 'ez li wir bûm bavê min pirtûkên Melayê Batê þewitandin'
Hevpeyvîn: Cemil OGUZ
Wêjevanên klasîk ên kurdî bingeheke muhîm ji bo wêje û zimanê kurdî ji bo roja îro hiþtine. Heta niha hin xebat li ser wan hatine kirin û hin têne kirin û dê bêne kirin. Her tiþtek ku bê kirin gelek bi qîmet e. Yek ji wan jî xebata dokumenteran e ku nivîskar û helbestvan Rûkiye Ozmen çêkir. Ozmen di salên derbasnûyî de ji Ehmedê Xanî heta Melayê Batê, Mela Mehmûdê Bazîdî bi giþtî 8 rêzedokumeter li ser kesayetiyên kurd çêkirin. Her 8 dokumenter jî îsal di TV‘yê de hatin weþandin. Kesên lê temaþe kirin ew gelek ecibandin. Me jî xwest balê bikiþînin ser vê xebatê û li ser dokumenteran bi Rukiye Ozmen re biaxivin. Ew qala þewitandina pirtûkên Melayê Batê jî dike, qala hin taybetiyên van kesayetan jî dike. De kerem bikin..
Tu dixwazî bi van dokumenteran armanceke çawa derxî pêþ?
Armanca min ji van Dokumenteran ew e ku bi kurtasî jî be, ez serteliyên xwe li kevirên medreseyên herifî û yên hîna ava ne bixim. Bibêjim ev beytên zanayên me yên ku ji dîrok, wêje, hizir û hestên wan ên hunayî di van hicrikên kavilbûyî de welidîne. Ev destan, helbest û çîrok, dest bi dest, mal bi mal,li gund û bajaran geriyane. Di qonaxên dîrokê de, hin di þikeftan de þewitandine, hin di bin erdê de rizîne, hin talan û winda kirine, hin jî dizîne û veþartine. Van helbest û destanan mohra xwe li dîroka me xistine. Bi lêkolîn û berhevkirinê em ê bigihên xwe û ji feyza wan zanyarên me, bi van berheman tabloya pêþeroja xwe nîgar bikin. Her wiha bi van xebatên lêkolîn, nivîs û dokumentan, em fêr dibin ku xêrnexwaz û serdest fikrên zanyarên me berevajî dikin. Ji lew divê ku em realiteya xwe ji hev guhdar bikin û ji hev hîn bibin, da em li ser bingeha xwe bimeþin.
Berê jî li ser þexsiyetan hin dokumentar, nivîs û pirtûk hatibûn nivîsandin. Dema tu ê xwe û yên berê xwe bidî berhev tu dikarî çi bêjî?
Bêgoman pir kesan dokument li ser alim û klasîkên kurdan çêkirine. Ne tenê kurdan, her wiha cîranên kurdan û miletên din jî berhem li ser klasîkên kurdan çapkirine. Wekî mînak; lêkolînerên rusî û ewropî. Hinan li gor berjewendiyên xwe û hinan jî bi nîv realîteyî lêkolînên xwe pêþkêþ û çap kirine. Serdestanên kurdan jî berhem û dokumentar li ser edîbên kurdan çêkirine. Lê pir sansûr kirine û li gor berjewendiyên xwe amede kirine. Rastiya wêje, dîrok û çanda me berevajî kirine. Min hewl da ku xwe bigihînim rastiyan. Ez wekî kurdeke, min ji xwe re ev yek wekî erkekî neteweyî û wijdanî dît. Ez li bajar, medrese û li ser gorên wan aliman geriyam, min pêþkêþî ji bajar, gund, medrese û li ser gorê wan kir. Min ji bo piraniya dokumenteran, rol dane lîstin, ji bo karekter zindî bibin. Cara ewilî ye jî ku jinek di nava kurdan de rêzedokumenteran li ser berhem û dîroka zanyarên me yên klasîk çêdike.
Kengê fikir bi te re çêbû ku tu dest bi xebateke wisa bikî û te kengê dest pê kir?
Min di TV‘yeke tirkan de dokumentarek li ser Mem û Zîn a Ehmedê Xanî temaþe kiribû. Realîteya hest û fikirên kurdayetî ji destana Ehmedê Xanî guvaþtibûn. Ew wekî serpêhatiya trajediya du evîndarên ku ji ber feodaliya kurdan evîna wan hatiye qetilkirin, pêþkêþ dikirin. Wê demê ev ristên Ehmedê Xanî yên jêr hatibûn bîra min:
Þerha xemê dil bikim fesane
Zinê û Memê bikim bahane
Nexmê wê ji perdê derînim
Zînê û Memê ji nû vejînim
Sal derbasbûn, êdî ketim pey vê xwesteka xwe. Min proje da Stêrk TV, wan jî ev projaya min a rêzedokumenterî pejirand. Di sala 2015’an de ez çûm welat, li wir min dîmen kiþandin, hevpeyvîn çêkirin û pêþkêþî jî li bajar û merdreseyan kir. Xebateke dûr û dirêj bû. Ji xwe zû de min metaryal berhev dikirin. Me piraniya montajê jî li Ewropayê çêkir. Îsal jî Stêrk TV ew rêzedokumenter bi rêzê her du hefteyan carekê weþandin.
Mimkûn her kes hay jê nebe; Heta niha te belgefîlmên kî çêkirin û yên di rêzê de ne kî ne?
Min heþt dokumenter li ser heþt zanyarên kurd çêkirin; Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Melayê Batê, Pertew Begê Hekarî, Þêx Evdirehmanê Axtepî, Elî Herîrî û Mela Mahmûdê Bazîdî. Di rêzê de dokumenterên li ser kesayetên kurd ên din jî hebûn lê rewþa siyasî ya serdest bû sedem ku em wan taloqî zemanekî bikin.
Belgefîlm hinekî jî meseleya aboriyê ye. Tu vê meseleyê çawa çareser dikî?
Televîzyonê dokumenter fînanse kirin. Malbata min jî wekî her car, bi madî û manewî piþtgirî dane min. Li Botanê komeleya yekîtiya aliman hebû, ew rolên wan zanyaran lîstîn. Cil û bergê pêwist wan bi xwe amede kirin.Wekî karê malbatê; pismam, xwarzê, heval û temenmezinan alîkariya min kirin. Bû wekî zibarê, herkesî bi dilê xwe beþdarî kir. Ji ber vê yekê meseleya aborî jî nebû barekî giran.
Can Dundar û hinên din ji bo belgefîlmê Îsmet Înonu çêbikin 15 meh xebitîn, li TR û derveyî TR'yê li 24 arþîvên welatan li dor 3 hezar wêneyan mêze kirin û ew qas jî dokumentan…
Erê, lê Tirkiye dewlet e, arþîv, pirtûkxane û dezgehên wan ên perwerdehiyî yên bi sed salan hene. Derfet û çavkaniyên me bi sînor in. Elî Herîrî li gor hin lêkolînan di sedsala 12‘an de jiyaye û wekî þaîrê kurmancî yê yekem tê nasîn. Min karî þeþ helbestên wî peyda bikim. Li gor hin lêkolînvanan 14 helbestên wî hene. Gelek caran heke mexlesa Elî yan jî Eliyo di nav helbestê de derbas bûbe, wekî helbestên Elî Herîrî têne hesibandin. Min hewl da xwe bigihînim hemû agahiyên derbarê zanyarên me de yên li welêt, welatên cîran, li Rusya û Ewropayê. Lê ji hemû hêlan ve derfetên me bi sînor in.
Baþ e, wê çaxê em hemû bêderfetî jî bidin ser, ji bo dokumentên em saz dikin em dikarin bibêjin "Erê têrê dike, li gor dil e?" yan em dikarin çi bibêjin?
Ez ê bi awayekî klasîk gazindên rasteqîn li gor ezmûnên xwe yên ez jiyam bikim. Lê divê em afirandina derfetên xwe jî hepis nekin. Di aliyê qiyasekirina yên me û yên wan ji ber derfetan ferqek mezin heye. Em ne serbixwe ne û þerek li welatê me heye. Dezgehên me yên rewþenbîrî pir hindik in, arþîva me qels û belav e. Heke dokumenter li ser sedsalên derbasbûyî bin, gelekî zehmet e. Wê demê alfabe bi tîpên aramî ango erebî bû. Berhem bi piranî bi farisî, erebî, osmanî û hindik jî bi kurdî hatine nivîsîn. Alimên kurdan bi çarzimanî nivîsîne. Ji xwe piraniya arþîva kurdan dibêjin hatiye þewitandin û talankirin. Wekî nimûne, dema min belgefîlmê Melayê Batê amede kir, li gundê Batê zinarek li binya gund hebû. Mamê Nuredînê ku xizmê Melayê Batê bû, got “Ez zarok bûm, agahiya ku wê leþker bigire ser gund hatibû. Di mala me de pir pirtûk hebûn. Bavê min kitêbên Melayê Batê li ber devê vê þikeftê þewitandin.”
Mixabin çend kesan ji min re behsa þahidbûna talan û þewata pirtûkên alimên kurdan kir. Mirov pir kêmasiyan dibînê û dilê mirov tam rûnane. Lê divê dîsa jî em xwe nesipêrin astengiyan û alternatîfan bibînin. Ji xwe karê dokumentran di nava me kurdan de hîna nû ye. Lê em ligel derfetên xwe yên qels jî dikumenterên baþ çêdikin û dikarin profesyoneltir jî bibin.
Tê zanîn her kes nikare xwe bigihîne Stêrk TV û malpera wan jî li Tirkiyeyê sansurkirî ye. Ji bo zêdetir kes li van belgefîlman temaþe bike xebateke we ya din heye?
Gelek kesên derfetên wan ên li temaþekirina TV’yê nebû, pirsa lînkê dikirin. Lê belê lînkên girêdayî Stêrkê li Tirkiyeyê dernakevin. Di dema pêþ de ez ê rêbaza ku dokumenter li ser platformeke dîjîtal a dîtbarî werin weþandin bi kar bînim.
Di dema lêkolîn û amadekirina belgefîlman de herî zêde çîrokan kîjan pêþengê me bandor li te kir? Û çima?
Hilbijartina navekî pir zehmet e. Wekî mînak, Ehmedî Xanî xwedî hizreke felsefîk e. Civaka kurdan analîz kiriye. Di persektîf û vizyona wî de felata kurdan heye. Bi naverok, erdnîgarî, fizîk, teolojî, kîmya, floklor û adetên kurdan baþ bi me dide nasîn. Mirov dikeve ber pêlên deryaya wî ya hestan û di nav de noq dibe. Melayê Cizîrî li meydana helbesta kurdî mîr e. Evîna wî li hember jinê bê emsal e. Jinê li ser textê dilê xwe bi bexteweriyê tac dike. Nirxê kurdan berz dike. Nav li mîrên kurdan dide, ji bo ku Kurdistan serbixwe bibe û xaka wê fereh bikin. Feqiyê Teyran evîndarek platonîk e. Ligel xwezayê ye, bi mecazî Çemê Dîcleyê radiwestîne. Mele Mehmûdê Bazîdî xwediyê vîzyonek bêhempa ye. Arþîva kurdan kom dike û radestî Aleksandar Jaba yê ku wê demê seferatê rûsî ye dike. Ew ji wê yekê wekî rizgarkerê wêjaya kurdî tê pênasekirin.
Lê divê di dawiyê de bibêjim jî ku çêkirina van dokumenteran di karê min ê wêjeyê de, heta di jiyana min de, karê herî zahmet bû. Di dema wî karî de belayê mezin hatin serê min. Di dema gera ji bo berhevkirina dîmenan de ez bûm þahidê gelek trajediyan û carnan ez û mirin nêzîkî hev dibûn. Lê di aliyên din de xebata van dokumenteran ji bo min karê herî min jê heta niha hezkirî ye. Deyndarê wî yekê me ku spasiya her kesên ku ji bo çêkirina wan dokumenteran bûne alîkar. Divê li vir jî bi taybetî spasiya birayê xwe Zekî Ozmen, kameravan Emîn Bal ku pir bi vê xebatê re westiya û montajkar Þêrok yê ku hevkariyeke gelekî baþ a vî karî kir, bikim.
***
Rûkiye Ozmen kî ye?
Rûkiye Ozmen li gundê Emerînê yê Cizîra Botan hatiye dinê. Di sala 1990'ê de ligel malbata xwe çû Almanyayê. Ji 1996'an û pê de nivîsên wê di rojname û kovaran de derketin. Her wiha sê salan di radyoyeke herêmî de bernameyên kurdî yên radyoyê jî çêkirin. Salên derbasbûyî du serdaman di rêveberiya Enstîtûya Kurdî ya Almanyayê ya li Kolnê de cih girt. Di Stêrk TV de di navbera salên 2013-2015'an de bernameyeke bi navê Asoyên Binevþî derberê wêjeyê de ku mêvan nivîskarên jin bûn çêkir. Senaryoyeke fîlm a wê ya bi navê “Xwîna evînê“ heye.
Pirtûkên wê:
- Çîrokên þevbûhêrkan I (Berhevkarî)
- Çîrokên Þevbûhêrkan II (Berhevkarî)
- Wêneyên Bîranînan (Helbest)
- Soro (Çîrokên zarokan).
Belgefîlmên wê:
1- Belgefîlmê Ehmedê Xanî
2- Belgefîlmê Melayê Cizîrî
3- Belgefîlmê Feqiyê Teyran
4- Belgefîlmê Elî Herîrî
5- Belgefîlmê Melayê Bateyî
6- Belgefîlmê Mele Mehmûdê Bazidî
7- Belgefîlmê Þêx Evdirehmanê Axtepî
8- Belgefîlmê Pertew Begê Hekarî