Newroza 1991'ê a Stenbolê û windabûna pereyan
Osman OZÇELÎK
Pêwistiya partiya nû bi danasînê û bi dengvedanekê hebû. Newroz!.. Dê Newroz bi hawara me de bihata. Bi rêya Newrozê me ê hem rengê partiyê nîþan bida, hem jî hêza gel a veþartî derxista holê.
'EM REZÎL NEBIN?'
Heta wê salê li Stenbolê Newroz; bi komikên biçûk, li malan an li salonên dawetan bi pêncî þêst kesî ve dihat pîrozkirin.
Me dizanî walî destûra mitîngekê nade. Naxwe me ê li salonekê Newroz pîroz bikira. Belê li kîjan salonê? Salonên herî mezin ên dawetan, bo hezar an du hezar kesan bûn. Qîma me bi çalakiyeke wisa teng nedihat. Pêþniyaza min, salona herî mezin a Stenbolê, “Abdi Ýpekçi Kapali Spor Salonu” bû.
Salona modern a sergirtî, du sal berê ava bûbû. 12.500 rûniþtekên wê hebûn. Hevalên me digotin, “Em ê nikaribin salonê dagirin. Di vî karî de rezîlbûn jî heye, bila em nehetikin.” Li ser israra min, ji bo lêgerîna salonê û lêçûnên çalakiyê; Halit Otun (Sekreterê Stenbolê), Serhat Bucak (Rêveber) û Tacim Demir (Rêveber) wekî lijneya lêgerînê hatin peywirdarkirin.
Di kirêkirina salonê de pirsgirêk derneket. Dê bi buhayekî bilind salon bidana me.
15 HEZAR BILÊT ÇAP KIRIN
Li gor rapora lijneyê; heqê salonê, lêçûnên xemilandina salonê û lêçûnên din ên wekî; kamera, îlan, heqê hunermendan, vexwendname, bilêt, pankart, afîþ û hwd. kêm zêde, dê lêçûnên me 120 milyon TL bûya. Di qaseya me de, qirûþek jî tunebû, di ser de, 3 hezar dolar deynê me hebû. (Deynê kirêya avahiyê 1.500 dolar×2 meh) Me ê rîskekî giran hilda.
Heke me bernameyeka qenc amade bikira, me ê bikaribûya bi pereyan bilêtên þahiya Newrozê bifirota. Me guh neda kesên ku digotin, “Gel newêrin belaþ werin Newrozê, dê ji ku bi peran werin?” Me 15 hezar bilêt çap kirin, dê her bilêtek bi 15 hezar TL bihatina firotin. Li gor hêza her navçeyekê 10 hezar bilêt li serokên navçeyan hatin belavkirin ku wan bifiroþin.
Hesabgêrê partiyê Av. Emîne Ekercî bû. Baweriya min ji wê þikestibû ku ew ê bikaribe vî karî, bi awayekî serkeftî û durist bimeþîne. Min berpirsiyariya karê peran arasteyî rêveberê me, Av. Mehmet Can kir. Mehmet Can, þoreþgerekî berê yê hevalê Deniz Gezmiþ bû. Di serdema “Site Ogrenci Yurdu” de, bi hev re gelek çalakî lidar xistibûn.
Baweriya me ya bi wî, bêsînor bû. Hesabgera me Emîne xanim xwe pir aciz kiribû, dê paþê li dijî min propaganda bikira ku ez dijberiya jinan dikim. Ji bo kesayetiya wê ya rastîn derkeve holê, diviya çendek sal derbas bibûna. (Ez ê rojekê bi berfirehî binivîsim)
Li ser navê miletwekîliyê me yê Stenbolê Kenan Sonmez, salon hat kirêkirin, ji walîtiyê destûra þahiya Newrozê hat wergirtin.
LIJNEYA NEWROZÊ
Newroz, li ser navê Navenda Giþtî ya HEP'ê û þaxê Stenbolê hatibû amadekirin. Me lijneyên amadekarî û birêvebirina þahiya Newrozê wisa tesbît kiribû: Lijneya Bilind a Newrozê: Fehmi Iþiklar (Serokê Giþtî), Ahmet Karataþ (Cîgirê Sekreterê Giþtî), Osman Ozçelik, Halit Otun, Serhat Bucak û Tacim Demir.
Fehmi Iþýklar serokê lijneyê yê sembolik bû. Li ser navê Navenda Giþtî yekcaran Ahmet Karataþ beþdarî xebatên amadekariyê dibû.
Lijneya Malî: Mehmet Can, Halit Otun, Ýbrahim Barut (Rêveberê Stenbolê)
Lijneya Ewlehiyê û Amadekirina Salonê: Kenan Sonmez (Mebûsê Stenbolê), Mustafa Aksakal (Bakirkoy), Ali Ýncesu (Bakirkoy), Hikmetcan Ozdemir (Fatih), Sedat Çelik (B. Çekmece), M.Ali Sarýçimen (Kâgithane), Aydin Biçerman (Bakirkoy)
Lijneya Çapbariyê (matbuat): Latif Ozdemir (Eminonu), Kahraman Yilmaz (K. Çekmece), Tekin Firat (K.Çekmece)
Lijneya Hunermendan: Arif Sag (Mebûsê Stenbolê), Serhat Bucak, Dilaver Eren (Þiþli)
Lijneya Pêþwaziya Protokolê: Ali Tutal, Ugur Olcay, Hikmetcan Ozdemir, Yalçin û Ozcan.
Pêþkêþkarên Þahiyê: Osman Ozçelik, Tulay Geyik (Lijneya Rêveberiya Navendî)
Bernameya Hunermendan jî wisa bû: Folklor, Koma Þîrvan, Rahmi Saltuk, Besê, Koma Dengê Azadî, Arif Sa2, Ferhat Tunç, Þêrîn
SALON TIJE BÛ
Þahiyê bi coþeke mezin dest pê kir. Di demeke kurt de rûniþtekên salonê tije bûn. Me rê da ku mêvanên me yên ku cihê rûniþtinê bi dest wan neketibûn, dakevin zemîna salonê. Zemîn jî tije bû. Hemû korîdorên salona sê qat jî miþt bûbû. Li derve, li baxçeyê salonê bi hezaran kesan hewl didan ku bikevin hundir.
Gel; bi jin û mêr, bi keç û kur û zarokan ve, bi cilên neteweyî, bi rengên xwe, bi sloganên xwe her derên avahiyê dagirtibûn. Hejmara girseyê gihîþtibû nêzî bîst hezarî. Bi rastî em ne li hêviya girseyeke wisa bûn. Tecrubeyeke me ya wisa girseyî tune bû, dest û lingên me li hev digeriyan.
Ji bo ewlehiya çalakiyê sê sed endam hatibûn peywirdarkirin. Belê ew nehatibûn perwerdekirin, nizanîn dê çi kar bikirana. Pirtirên peywirdarên ewlehiyê, li hember girseya bi coþ, ji ser xwe ve çûbûn, di halê transê de bûn. Kom bi kom dest pê kiribûn govend digerandin, slogan diqîriyan, êrîþî hunermendan dikirin ku wan himêz bikin, wan maç bikin.
Tulay Geyik, bi tirkî anons dikir, navê mêvanan, peyamên pîrozbahiyê û di nav re helbestên tirkî dixwend. Min jî heman anons bi kurdî digot û min helbestên Cegerxwîn dixwend. Gava min helbesta “Leyla Kî ye” ya ku Cegerxwîn li ser Leyla Qasim nivîsîbû xwend, bi çepikan qiyamet rabû.
KURD ÎDRÎS Û BEHCET CANTURK JÎ HATIN
Axaftina Fehmi Iþýklar, stranên hunermendan bi coþeke nedîtî, bi çepik, tilîlî û sloganan dihat destekkirin. Di nav lîsteya mêvanan de, ku lijneya peywirdar dabû destê me, navê Kurd Ýdris û Behcet Canturk jî hebû, me ew jî anons kiribûn. (Dê paþê endamên me yên çepgir, ji ber vê helwestê em bi tundî rexne bikirana)
Xortekî, “Ala Tirk” ku ji aliyê îdareya salonê ve hatibû daliqandin, anî xwarê. Çepikên piþtgiriya vê çalakiyê û dengên “yûûh!” tevlihev bûbû. Beþdaran AlaTirk ji destê wî xortî girtin, pêçan û teslîmî berpirsiyarên me yên ewlehiyê kirin. Ew xort, ji salonê hat derxistin.
Min Ferhat Tunç anons dikir, bi carekê Mehmet Can, ji milê min ez hejandim. Vegeriyam ser wî, min destê xwe da ser mîkrofonê.
“Xêr e?”
“Baþqan, çente wenda ye!”
“Çentê çi?”
“Çentê peran”
ÇENTEYÊ PEREYAN WINDA YE
Ferhat dest bi bernameya xwe kir, ez çûm cem maseya rêveberiyê. Mehmet Can pir bi telaþ digot, “Min çente teslîmî we kir, hûn lê xwedî derneketin!”
Li ser masê du sê çente hebûn, li erdê jî du sê. Hemû ji nû ve hatin kontrolkirin, çenteyê Mehmet Can ê pera tunebû.
Serokên navçeyan li nav wê qerebalixiyê, perê bilêtên ku firotibûn û bilêtên mayî teslîmî Mehmet Can dikirin, wî jî diavêt çenteyê xwe yê “bond”. Di alîkî de jî diçû pereyên ku li gîþeyan kom dibûn, berhev dikir. Kesên ku bilêt bi dest wan neketibûn, ji gîþeyan bilêt dikirîn. Gelek kes bê bilêt derbasî hundir dibûn.
Aloziyek, tevliheviyek, karekî bê ser û ber dihat meþandin. Mehmet Can, çentê pereyan di dest de, ji maseya rêveberiyê ya li sahnê, heta gîþeyan qelebalix diqelaþt, diçû dihat.
Ji bo kontrolkirina girseya mezin min nikarî sahne biterikanda. Bi sedan ciwanan êrîþî sahnê dikirin ku hunermendan maç bikin, himêz bikin. Ji sloganên ku bi hezaran kesan bi hev re diqîriyan hunermendan nikarîn bi aramî stranên xwe bigotina.
HER KES KÊFXWEÞ BÛ
Axirê bi silametî þev qediya, mêvanên me kêfxweþ vegeriyan malên xwe. Her kes kêfxweþ bûbûn, belê skandaleke giran, kerasetek, musîbetek bi serê me de hatibû, em hetikî bûn. Me nikarî xwedîtî li çenteyekî bikira, me yê çawa bikaribûya xwedîtî li gelê xwe bikira. Heta sibê xew neket çavên min.
Di civîna roja din de, nehat famkirin ku bûyer çawa qewimiye. Her kesekî tiþtek digot û gotinên wan li hev nedihat. Di serî de Mehmet Can, baweriya me bi hevalên me hemûyan dihat, mixabin bûyer zelal nedibû.
Ji ber ku lîsteya hesabê peran jî bi çente re çûbû, kîjan navçeyê çiqas pere teslîm kiriye, ji gîþeyan çiqas pere hatiye, me nizanîbû. Li gor texmîna Mehmet Can, di çentê winda de, 50-51 mîlyon TL hebûye.
Di civîna 25'ê adarê ya rêveberiyê de, di bin serokatiya min de, bi navê “Lijneya Lêgerînê ya Newrozê” lijneyek hat amade kirin. Serhat Bucak û Tacim Demir endamên lijneyê bûn. Hasan Bulut (Lijneya Rêveberiya Navendî) dê çavdêriya xebatên lijneyê bikira. Armanc, zelalkirina bûyera wendabûna çenteyê peran û bi tevahî zelalkirina hesabê Newrozê bû.
Lijneyê, di civîna bi rêveberên navçeyan de, yek bi yek dîtinên navçeyan girt. Paþê me dest bi îfadegirtina kesên di þevê de peywirdar bûn, kirin. Nîþeyên xebatên Lijneya Lêgerînê, ku min di defterekê de nivîsîne, niha hemû li ber destê min in.
KESEK NEDIYAR GERIYA BÛ
Xebatên Lijneyê didomiya. Hatibû bîra min ku beriya þevê yekî nenas telefonî me kiribû, bi dengekî kelecan, “Hûn þerm nakin, hûn cejna gel bi peran difiroþin! Ma Partî ticaretxane ye?” gotibû û telefon li rûyê me girtibû. Me zêde guh nedabû wê telefonê.
Bi carekê Navenda Giþtî xebatên Lijneya me betal kir.
Navenda Giþtî ji sê kesan (Ali Taþ, Salih Þahin û Ali Goçmen) lijneyeke navendî peywirdar kiribû. Min bi nivîseke fermî serokên navçeyan þiyar kirin ku ew bi her awayî, bi Lijneya Navendî re bibin alîkar. Mixabin Lijneya Navendî, tenê civînek pêk anî û belav bû.
TEHDÎDKIRIN
Min çend caran berpirsiyarê peran Mehmet Can, xewle kir ku rastiyê ji min re bibêje. Min bawer dikir ku tenê ew bi rastiya bûyerê dizane. Mehmet Can, her xemgîn, bi kelecan, rûzer bû, tenê digot, “Nizanim” Mîna ku ditirse tevdigeriya. Rojekê ji zerfeke spî karteke vexwendnameyan a duqat anî der, þanî min da. Got, “Ev zerf hatiye adresa min.” Pemboyekî bi xwîn di nava kartê de hatibû zeliqandin. Ango Mehmet Can dihat tehdîtkirin. Xemgîn bûbûm.
Mehmet Can nema beþdarî xebatên partiyê dibû. Ji ber ku wî partî terikand û ev serê sih salan çavên me bi wî nebûye, rastî çi bû, nebû, nehat famkirin.
A baþ ew bû ku perên gihîþtibûn ber destê me, têra lêçûnan kiribû.
Bi vî awayî bûyer hat jibîrkirin. Bûyer hat jibîrkirin lê, wekî kulekê di ser dilê min de ma. Piþtî sih salan be jî, min xwest nîþeyekê li dîroka me ya siyaseta legal, zêde bikim. Dibe ku li ser vê nivîsê hinek rabin li xwe mikur werin an rastiya bûyerê zelal bikin.
Bi wendabûna peran, wekî rêveberiya Stenbolê me derbeke giran xwaribû.
Belê bi çalakiya Newrozê re, Partî gihîþtibû qonaxeke nû…
Ji malpera Rûpelê hatiye girtin
**
Têbiniya Diyarnameyê: Ev wekî beþa sêyemîn a "Salvegera 30'emîn a avakirina HEP'ê" ye. Sernav me guhart. Vane her du beþên din:
- 'Em ê tirsê têk bibin!' (Beþa diduyan)
- Salvegera 30'emîn a avakirina HEP'ê