Amadekarên Antolojiya Dengbêjan: Warê gotin û muzîka kurdî dengbêjî ye
Hevpeyvîn: Dilþêr BÊWAR
Me duh bi nivîsa "Em dê guh bidin çîrok û hîkateya antolojiya dengbêjan" qal kiribû ku hevpeyvîna me tê amade kirin. Îro em guh didin Îbrahîm Þahîn û Omer Guneþ ku 2 antolojiyên dengbêjan ên li ser dengbêj Reso û Þakiro amade kiribûn. Ew niha li ser antolojiyên din jî dixebitin û di kurtedemê de ew jî dê bigihîjin ber destên xwendevanan. Ew li ser dengbêjiyê gelek tiþtên xweþ ji bo me tînin ziman. Niha em guh didin wan. Kerem bikin...
Çi bû sedem ku hûn bikevin dû berhevkirina kasetên dengbêjan û fikra amadekirina antolojiyan ji ku derket?
- Em bi deng û kilamên dengbêjan mezin bûn. Li malan, li gundan, di rê û dirban, di þahî û þînan de kilamên dengbêjan li ser zar û zimanan bû. Dengbêjî wekî terapiya civakî bû. Evîndaran hedûriya xwe bi kilamên dengbêjan dianîn, dilbikulan kul û keserên xwe bi kilamê dengbêjan dikewandin. Wekî efsane, behsa qehremanên ku di serhildana Simko, Azadî (Þêx Seîd), Agirî û yên din de cih girtibûn, dihat kirin. Trajedî, qehremanî, eþq û evîniyên ku bibûn kilam, di nava gel de her dem mijara sohbetan bû. Zaroktiya me di nava wê atmosferê de borî. Naveroka kilaman efsaneyên zarokatiya me bûn.
Sedema sereke ya lêgerîna me, pêwîstiya lêkolînên li ser dinyaya kurdî ye. Antolojiya Dengbêjan/dengbêjiyê mijareke derengmayî ye. Mirov bi hêsanî dikare bêje ku bingeha etnologî û Antropologiya Kurdî naveroka kilamên dengbêjiyê ye. Tu beþ fenanî dengbêjiyê civaka kurdî baþ temsîl nake. Me jî xwest ku em ji mijareke navendî dest pê bikin.
Bawer im di demeke nêz de wê Antolojiya Sêyem a Dengbêj Huseyno jî bigihîje ber destên xwendevanan. Bi tevî van her sê antolojiyan, wekî proje we amadekirina çend antolojiyan wekî hedef daye ber xwe?
- Belê rast e. Cîlda Antolojiyê ya sêyem a Dengbêj Huseyno qediya. Ew ê di demekî nêz de bê çap kirin. Çend cîldên pêþ jî dê ji dengbêjên herêma Mêrdînê (Dengbêj Mehmûdê Hesî û Fadilê Kufragê) û ji ên herêma Amedê (Salihê Bênatî) pêk werin. Li ser hejmara cîldan me ji xwe re tu tixûbek diyar nekiriye, heta ku em bikaribin em ê berdewam bikin.
Gelo ev dengbêjî hew xweserî me ye? Yanî, li dinyayê dengbêjî çi ye, li kîjan ax û welatan heye, çi ferq di navbera ya me û yên dereke de hene?
- Di dîroka gelek welatan de muzîk û teksta nêzîkê dengbêjiyê hebûne lê belê nejiyane û roja îroyîn dengbêj û dengbêjî tenê li Kurdistanê hene. Dengbêjî muzîka kurdî ya herî xweser e. Ew qas xweser û bi bandor e ku gelek hunermendên ermen jî ji dengbêjiyê pir hez kirine û bi dengbêjî strane. Hozanên ermen wekî Zekeriya Batîsta, Gulê, Perê di demên xwe de dengbêjên navdar bûne.
Sermeselê, dengbêjiya ku li seranserî sînorê bakur û baþûrê welêt, yanî ji Colemêrgê bigire heta ku xwe berdide Botanê û Behdînanê û dengbêjiya Serhedê ma gelo heman dengbêjî ye? Mînak, çi ferq di navbera payîzok an heyranokekê û kilameke Reso yan Þakiro da heye?
- Naveroka kilamên dengbêjiyê li her herêmên Kurdistanê yek e. Lê her herêmê, dengbêjî li gor civaka xwe saz kiriye. Edebiyateke bi sosyolojiyê re girêdayî ye. Lê deng û meqam li gorî sirûþt, avûhewayê û xwezayê diguhere. Wekî mînak ku em bidin, li Serhedê dengbêjî bi deng û awaz bilind e û li Mêrdînê nizm e. Honaka kilaman li Serhedê kin e, li Mêrdînê dirêj e.
Em dizanin hin dengbêjên mêr gelek kilam ji dengbêjên jin girtine/hîn bûne. Di nava dengbêjiyê da gelo mirov dikare kîjan taybetmendiyên dengbêjên jin derxe pêþ?
- Dengbêjên jin pir afirîner in. Lê belê di esasiya xwe de jinên kurdan ên li gundan bi piranî xwedî potansiyelekê dengbêjiyê ne. Jin ji bo dengbêjiyê xizne û çavkanî ne. Hemî dengbêj ji vê xizneyê sûd werdigirin. Lewma jî di kilaman de vebêjerên kilaman jin in. Ne tenê kilamên evînîyê kilamên serhildanê jî li ser hest û nêrîna jinan têne honandin. Piþtî trajediyan ên ku di nava kelekela hestan de diþewitin jî, yên ku li ber bayê trajediyê dikevin jî jin in. Dilên wan bîra hestên netebitî ne. Her ku bîr tije av dibe û bi ser ve diçe û helbestê diafirîne. Divê mirov hemû gotin û vegotinên jinên kurd ên salmezin tomar bikin.
Di antolojiyan da navê gundê Cemalvêrdî gelek derbas dibe, taybetmendiya gundê Cemalvêrdiyê çi ye di dengbêjiya Serhedê de?
- Cemalvêrdî di hêrama Intabê de li pala çiyayê Qertewîn, gundekî piçûk e. Tevahiya deþta Intabê li ber bergeha gund e. Erdnîgariya Cemalvêrdî wekî sahneyekê ye ji bo dengbêjiyê. Heger gund platform be, piþta platformê Çiyayê Qertewîn e, pêþberê sahneyê jî hemî Intab e. Li alî din jî Intab (herêma Dutaxê) ji aliyê Bakûrê Qertewînê ve di navbera herêma Milazgirê û Patnosê de ye, ango bi her awayê cîhekî stratejîk e. Bîhna çiya, û bîhna deþtê di nava hev de ne. Þerê ku di kilama Axao (Þerê Cemalvêrdî) de derbas dibe, li Cemalvêrdî di navbera þervanên kurdan û milîsên dewletê de diqewime. Bi kurt û kurmancî erdnîgariyeke wisa ye ku ji dengbêjiyê re avzêmka bi qîmet e.
Evdalê Zeynikê, Bedîhê Çavþûþe û Þakiro her sê dengbêjên hoste jî ji wî gundî ne. Wekî tê zanîn Evdalê Zaynikê bi afirîneriya xwe, bi meqam û terzên xwe di edebiyata dengbêjiyê de li hemû deverên Kurdistanê bûye semboleke hevpar. Bedîhê Çavþûþe li wî gundî kilamên Evdal hîn bûye û li herêma Serhedê bi nav û deng bûye. Dengbêj Þakiro jî di piçûktiya xwe de bûye þagirtê Bedîh û bi terz û dengê xwe di nava kurdan de nav û deng daye.
Di sohbetên me de we bal kiþandibû ser bandora dengbêj Reso ya li ser dengbêjan û malbatên wan. Bi kurtî ji kerema xwe re hûn dikarin behs bikin?
- Di gerên me yên li welat de, me ferq kir ku Reso bi dengbêjên herêman tevekan re danûstandinek çandî pêk aniye. Di destpêka dengbêjiya xwe de li dû kilaman geriyaye û ji dengbêjên hoste kilam hîn bûye. Di dema kamiliya dengbêjiya xwe de jî ji her dengbêjê hemtemen û paþîvan re rêz girtiye û ew hînê kilaman kiriye. Em dikarin bêjin ji Serhedê bigire heta Mêrdînê, Diyarbekirê, Batmanê, malbatên ku me serdaniya wan dikirin. her kesî dengbêjê xwe bi Reso re muqayese dikir. Ango ji bo wan Reso pîvana hostetiyê bû. Dîwana ku Reso tê de kilam gotiye, tevlêbûna wê dîwanê û pê re kilam gotin, ji bo dengbêjan û malbatên wan her tim bûye þanaziyek mezin.
Di pêvajoya berhevkirina kaset û lêkolînan de çi astengî derketin pêþiya we? Û tiþtên hûn kêfxweþ û xemgin kirine ger hebin çi ne?
- Em bi alîkarî û têkilêyên gelek heval û dostan li gelek gund, bajar û bajarokan geriyan. Em li malbatan dibûn mêvan û bi dengbêjên wê herêmê re me dîwana dengbêjiyê li dar dixistin. Gelek caran heta nîvê þevê berdewam dikirin. Tiþta ku em pê herî dilþad bûn bêguman ew bû ku me di wan þevbihêrkan de rê û rêzanên dîwana dengbêjiyê didîtin û em dibûn hevparê wê kelecaniya dîwanê. Ji bo lêkolînên di warê dengbêjiyê de divê di dîwana dengbêjan de ev hest bên jiyîn. Her wiha gelek malbatan bi salan kasetên ku di bin erdê de, di qulê dîwaran de veþartibûn bi me re parve dikirin û em dihewandin. Helbet ev jî ji bo me moral û motîvasyoneke mezin bû.
Astengî bi çend awayî derdiket pêþiya me: Carinan em pê dihesin ku pispor û salixdanêrê mijarê demekê kin/berê wefat kiriye û li pey wî/wê tu tomarek, vîdeoyek, destnivîsek nemaye. Hemî zanînên wî/êw pê re çûne gorê. Astengiya din jî hin kes û malbat hene ku naxwazin kaset û qeydên li ba xwe bi tu kesî re parve bikin. Em gelek caran pê dihesin ku kaset û qeyd di sandoqan de riziyane. Hin caran jî ji ber tirsa qedexekirina li ser ziman û çanda kurdî gelek kaset û tomar bi salan veþartî mane û dawiyê de jî riziyane. Dengbêj Filîtê Axtepe du sal pêþiya wefata xwe di sala 1966’an de dengê xwe tomarê 4 kasetan dike. Ji wan sê kaset dirizin yek jê difilite. Astengiyek din jî koçberiya malbatên kurdan ji welatên xwe ber bi metropolên Tirkiyêye ve ye ku malbatên Kurdan ji hev pir belav bûne. Carinan mijarekê kurt gelek demên meriv digire.
Çi serhedî bin çi jî hin kesên ji herêmên dî bin, dibêjin em nikarin li dengbêjan guhdarî bikin û sewta dengbêjên Serhedê bi me hiþk û sar tê. Gelo bi rastî jî mirov nikare li dengbêjan guhdarî bike? Rêbaza baþtir fêmkirina ji dengbêjan heye, yan jî çi ye?
- Helbet xweþlêhatina meqam û awazan li gor mirovan diguhere. Lê her kesên ku bi kurdî bizanibe dikare li dengbêjan guhdarî bike. Ji bo ku mirov ji dengbêjan tahmekê werbigire divê mirov kurdî fêm bike. Lewra dengbêjî bi qasî ku melodî ye, ji wê zêdetir jî vegotina çîrokên evînî, dîrokî, trajedî û sirûþtî ye. Honakek edebî ye û her wiha di çarçova mûzîkê de gotarek devkî ye. Ji bo wê yekê jî divê naveroka kilamê were fêmkirin.
Ji ber ku li ber destên me du antolojî hene ez loma wan esas digrim. Bi kurtî hûn dikarin behsa hin taybetiyên dengbêj Reso û Þakiro yên dibe haya me jê nebin bikin?
- Dengbêj Þakiro bi têra xwe tê naskirin lê analîza dengbêjî û kilamên wî hê nehatiye kirin. Bi qasî ku em bûn þahid, li seranserê Serhedê, Amedê, Êlihê, Sêrtê dibe ku dengbêjiya her dengbêjî were nîqaþ kirin, lêbêlê dengbêjiya Reso nayê nîqaþkirin. Hemî dengbêjên dema Reso û paþîvanên wî ji isûl, metod, terz, û estetîka dengbêjiya Reso sûd wergirtine. Ji sûdwergirtinê jî wêdetir Reso ji bo wan qonaxeke nû ye. Her dengbêjê ku li Reso guhdarî kiriye, careke din li dengbêjiya xwe zivirîye û ji nû ve þîrove kiriye. Dengêj Huseyno ji vana yek e. Wekî mînak; Dengbêj Reso kilama “Tobedar im” ji Dengbêj H. Sîno fêr dibe, piþt re vê kilamê ji H. Sîno re bi þîroveya xwe distirê û þîroveya Reso gelek bandorê li H. Sîno dike. H. Sîno êdî vê kilamê tu caran nastirê, dixwaze ku ev kilam bi terza Reso belav bibe. Çîroka kilama Xemê jî bi vî rengê ye. Dengbêj Þakiro, piþtî ku Reso baþ nas dike, Dengbêj Reso wekî mamosteyê xwe û mamosteyê hemû dengbêjan îlan dike. Di encama lêkolînên xwe de em bi hêsanî dikarin bibêjin ku dengbêjiya Reso pîvan e, estetîk e, terz e, ûsil e, þîrove ye.
“dûz dabanê, ordî bozanê, soz yalanê, dîl bîlmezê, koprî geçmezê, qapî emelê" Gelo çima pêdivî pê dîtîn ku van gotinên dereke yên bi vî rengî li nav kilaman xin? Gelo piþtî dengbêj li bajarên Tirkiyayê geriyan û bi demkî be jî lê ciwar bûn ev peyv ketin nav zimanên wan? Ger rast be gelo mirov dikare bibêje piþaftina ewil bi vî rengî piþkiya nava me?
- Di kilamên dengêjiyê de, gelek peyvên tirkî encama polîtîkayên asîmîlasyonê ne. Lê hin peyv jî bi zanetî tê bikaranîn. Þakiro di kilama “Seraya Mamed Axa” de dibêje “…hespa meriv beza be, þûrê meriv birra be…”. Lê dema ku qala Siltan Evdilhemîd dike, dibêje “þûrê Evdilhemît keskîn e”. Di vir de naxwaze peyva “bira” bi kar bîne. Lewra peyva “keskîn” sembola celadiya dewleta Osmanî ye û hewce nabîne ku reseniya wê bikar bîne. Dîsa di hin kilamên din de jî bi zanetî peyvên tirkî, erebî û ermenkî ji bo hevdengiya peyvan wekî cihêrengiyekê bi kar anîne.
Çi kilamên min li ser înternetê peyda kirin, çi jî kilamên Îbrahîm ji min re þandin, qismek ji wan deqe û nivekê û hîn jî du deqeyan û hwd dikudînin. Wexta mirov li kasetan guhdarî dike mirov dibê qey kilam bi saetan diajon. Sedemên kinbûna van kilaman çi ne?
- Ji bilî destanan kilamên din ên dengbêjên Serhedê nîvekî sê-çar ferd in. Heman kilam li gor terza dengbêj bi lez an jî giran hatiye gotin. Ji ber ku qeyd hin caran ji ber teyîbên xerabe, giran hatine hildan, kilam kin dibin û sivik digerin. Dengbêjên Serhedê û Amedê çîrokên kilama, em dikarin bêjin bi nîvekî di nava sê-çar deqeyan de vedibêjin. Heman kilam li Mêrdînê li Colemergê digêhîje 10-12 deqeyan. Þayesandina bûyera ku dengbêj vedibêje, ji melodiyê zêdetirîn naveroka hîkayetê bi taybetmendiyên erdnîgariyê û lehengan, di xeyala mirov de zindî dibe. Bi vê navgîniyê kilam bi naveroka xwe di hiþê mirov de cîhek fireh digire.
Em ji antolojiyan hîn dibin ku kilama “Þerê Selanîkê” û kilama “Seraya Memed Axa” aydî dengbêj Mistefa Xelê Heyran in. Gelo çima Qeymeqamê Qereyaziyê xwestiye dengbêj Mistefa Xelê Heyran sirgûn bike?
- Mistefa Xelê Heyran ji QazîCelala li ser navçeya Xuristînê ye. Dengbêjekî þair e û kilamên qehremaniyê zêdetirîn kilamê wî ne. Li ser lehengên serhildana Þêx Seid û Agiriyê gotiye. Sadiqê xwarziyê Dengbêj Reso diyar dike ku wî Mistefa Xelê Heyran li gundê Xelê, li ba Dengbêj Ferzê ditîye. Mistefa Xelê Heyran li wir tîne ziman ku sîxurê dewletê Xidoyê Sajlixê ji bo kilamên Serhildanê muxbîriya wî dike. Hêzên dewleta Tirk wî dîl digrin û 25 rojan dest bi kelemçe diþînin ba fermandarê Tirk. Li wir ji hêla fermandar ve tê darizandin. Jê tê pirsîn ku wî li ser serhildanan kilam gotine yan na. Ew jî rastiyê pesend dike û di bersîva xwe de dibêje “Ez þair im. Li ser her qewimandina ku dibînim û dibîhîzim kilaman dibêjim. Ku hûn sê saetan destûrê bidin min ez ê kilamek li ser þerê di navbera Tirk û Yewnan û Bulgaran de bisêwirînim û ji we re bibêjim. “ Sê saet þûnde wî derdixin pêþiya alaya esker. Mistefa Xelê Heyran li wir kilama “Þerê Selanîkê” bi tirkî dibêje. Ji ber vê sedemê azad dibe û destûrê digire ku dîsa vegere Xuristînê.
Em ji têbiniyên antolojiya Þakiro hîn dibin ku dengbêj "Xemê" hezkiriya dengbêj Siloyê Gulê bûye û kilama bi navê "Xemê" bi hev re çêkirine. Gelo çi bû bi vê evînê? Û Siloyê Gulê kilama “Bavê Ferxriya” ji kîjan herêmê anîye Serhedê?
- Siloyê Gulê di 1916’an de ji gundê Dignûge yê girêdayî navçeya Milazgirê koçberî Sîwêrekê dibe û demeke dirêj li wir dimîne. Dema ku me serdaniya mala wan li gundê Dignûgê kir, lawê wî Elbarî ji me re got ku Siloyê Gulê wexta ku li Sîwêrekê dimîne dil dikeve keçikeke bi navê Xemê. Siloyê Gulê û Xemê gelek stranan li ser evîna xwe distirên. Lê rojekê dixwazin kilamek gelek xweþ biafirînin ku evîna wan li her herêmê belav bibe. Bi vê mebestê bi hev re kilama “Xemê” çêdikin û miqam didinê. Di dawiyê de miradê wan naçe serî û malbata Xemê, wê bi yekî din re dizewicînin. Siloyê Gulê jî piþtî zewaca Xemê li wir natebite û vedigere Serhedê, gundê xwe Dignûgê. Bi dilekî evîndar û bêmiraz kilama Xemê li Milazgirê distirê, bi dengê wî re kilam belav dibe û dengbêjên din ji wî hildidin. Lê piþtî ku Reso vê kilamê jê fêr dibe bi desteka Siloyê Gulê jî êdî ev kilam bi terza Reso li her cihê belav dibe. Dengbêj Reso, Þakiro, Huseyno, Zahiro û hin dengbêjên din xemleke cihê dane vê kilamê û her yekî bi terzê xwe vegotine.
Di nav têbinîyên kilama “Sidîqê Delalî” de tê gotin ku wexta Sidîq û Ezedîn tên kuþtin Gulnaz xanim (diya Sidîq) di hewþa qereqola Mûþê de lingê xwe li serên jêkirî ên Sidîq û Ezedîn dixe û dibêje, “Berxê nêr ji bo kêr e”. Ji kerema xwe re hinek bi berfirehî hûn dikarin behsa vê trajediyê bikin?
- Gulnaz Xanim ji eþîra Xwêytî xwîþka Mûsa Begê Xwêytî ye. Ji eþîra Hesenan bi Faris re zewiciye. Gulnaz Xanim di sala 1927’an de tevî lawê xwe Sidîq (Sidîqê Delalî) û birayê xwe Ezedîn tev li serhildana Agiriyê dibin. Di demeke kin de hêzên dewleta Tirk wê dîl digrin û davêjin girtîgeha Mûþê. Hêzên dewletê di þerê Xilûkê de lawê wê Sidîq, birayê wê Ezedîn þehîd dixin. Serê Sidîq, Ezedîn û hevalek wan jê dikin tînin li Mûþê, di hewþa qereqolekê de datînin û gazî Gulnaz Xanimê dikin. Gulnaz Xanim, destê wê li paþ piþta wê, dikeve hewþê û bi pozikê lingê xwe li serên jêkirî yê Sidîq û Ezedîn dixe û dibêje; “Ev lawê min e û ev jî birayê min e. Berxê nêr ji bo kêr e.” Vedigere ser serê jêkirî yê þervanê din û bi destê xwe çavê wî digre û dibêje; “Ji vî xortê re heyf bû, ev þervanê wan bû.’’
“Mirûdên kilaman” ji kê re tê gotin û ev li pey çi ne?
- Hin mirov hene ku dema dengbêj kilaman distirê, hemî hestên wan der dibin, li xetayên xwe mikur tên, eþ û elem, derd û xemgîniyên xwe li ber kilamên dengbêjan dikewînin. Yanê terapî dibin. Li ber melodî û naveroka kilamên dengbêjiyê gelek kes xwe di mêzînê re derbas dikin û ji nû ve motîveyî tiþtan dibin. Di kasetên dengbêjan de gelek sehneyên motîvebûnê, terapiyê û lixwemikurbûnê hene. Heger bikaranîna têgeha “mirûdên kilaman” di cîh de be, ji bo van kesan e.
Gelo ji bilî antolojiyan çe xebat hene li ber destê we?
- Li ser wêjeyê û hin naverokên kilamên dengbêjiyê xebatên me hene. Di demên pêþ de dê berhemdar be.
Îbrahîm Þahîn û Omer Guneþ di Fûara Pirtûkan a Stenbolê de (2018) Antolojiya Dengbêjan ji bo xwendevanan îmze kirin û rastî eleqeyeke baþ hatin. Antolojî çapên nû kirin.
Omer Guneþ û Îbrahîm Þahîn ji bo amadekirina antolojiyan gund bi gund geriyan, bajar bi bajar geriyan.
***
Têbiniya Diyarnameyê: Ji bilî destûra fermî ya Îbrahîm Þahîn û Omer Guneþ bikaranîna fotoyên di nav vê hevpeyvînê de qedexe ye.