Em dê guh bidin çîrok û hîkateya antolojiya dengbêjan
Dilþêr BÊWAR
Ez fambarî xwe bûme nebûme dengê dengbêjan di guhê min da dizinge. Bi taybetî jî sewta Þakiro.
Dengbêjî ji bo min ne tenê cureyekî muzîkê ye, "ava heyatê" bi xwe ye. Çawa ku wexta merû ji tîbûnan dikesire û rastî kaniyeke sar tê, devê xwe dike kaniyê jê vedixwe û zik li mirov dibe meþk lê hesta tîbûnê ji ser mirov ranabe, guhdarkirina min a li dengbêjan hesteke wiha bi mi ra çêdike...
Carna mîna zarokekî ku çavên wî çawa bi pêlîstokekê dikeve, ji kêfan lê tê ku bifire; wexta peyveke teze keþif dikim di nava dengê dengbêjan dikevim heman halî.
Carna bi dengbêj re digirîmû dikalim, li qada þer çav li min tarî dibin, bi wan re þer dikim... Piþtî salan bi çavê serê xwe dibînim ku her tere zimanê min sade û sivik dibe, "peyvên naylonî yên birqok" ji xwe dikim, bal li min sivik dibe. Bi gotineke din li kok û asasê xwe vedigerim.
Dema cara ewil çavê min bi reklama “Antolojiya Dengbêjan Reso û Þakiro” ya ku ji alî Omer Guneþ û Îbrahîm Þahîn ve hatine amadekirin ket, mîna zarokekî ku þeva eydiyê xew bi çavan nakeve bi min hat. Ne bi dilekî, bi deh dilan mam li benda vebûna deriyên Pêþangeha Pirtûkan a Stenbolê. Bi vebûna deriyan ra min xwe li ber standa Weþanxaneya Nûbiharê dît...
Bi awayekî ji awayan, min bi sê nivîsên cuda yên ku di diyarname.com ê da weþiyan bal kiþand ser her du antolojiyan. Lê her ku çû antolojî mîna xoya merû li agir bike bi canê min ketin. Xewa þevan dîsa li min herimî.
Li ser vê bi rêya medya sosyal, berî berî min xwe gihand Îbrahîm Þahîn û bi rêya Îbrahim jî xwe gihand Omer Guneþ. Min xwest vê carê ne nivîs lê hevpeyvînekê ligel wan çêbikim. Mala her du xweþmêran ava, di nava kar û barên xwe yên zêde zêde da wexteke xweþ ji min re terxan kirin.
Di hevpeyvîna ku li ber dest e de, min bi zanebûn hin pirsên wekî “Dengbêjî çi ye? Di çanda û folkrora kurdî de cihê dengbêjiyê li ku ye? û hwd. nekirin. Ji ber ku bersiva van pirsan û gelek pirsên dîtir di nava antolojiyan da heye, loma hewce nake em bikevin nava dubareyan. Hin pirsên edetî hene mirov bixwaze nexwaze bi wan ra rû bi rû dimîne. Min hewil da hin mijar, çîrok û hîkayetên di nava sohbeta me ya li ser têlefonê bala min kiþandin de derxim pêþ.
Di hevpeyvîna me de nêzî 20 pirs derketin holê û xilas. Ger Xwedê bêje erê sibê du sibê em ê hevpeyînê dîsa ji ser Diyarnameyê re pêþkêþî we bikin.
Ez bawer im dê bi kêr bê û hûn ê jê tehmeke xweþ bigirin.