Dilopa 15'an niqutî
Diyarname
Kovara çand, huner û polîtîkayê Dilop ku du mehan carek derdikeve bi hejmra xwe ya 15'an li pêþberî xwendevanên xwe ye.
Dilopê hejmara xwe ya tîrmeh û gelawêjê derxist. Di vê hejmarê de ligel akademîsyen Cuma Çîçek hevpeyvînek kirine. Çîçek li ser têkiliya rewþa sosyo-ekonomîk û bikaranîna zimanê kurdî axiviye û encamên lêkolîneke ku hatibû kirin nirxandiye.
Yek ji mijara girîng a di kovarê de jî meseleya kurdên Sovyetê ya serdema Þerê Cîhanê yê Duyemîn. Di encama vî þerî de bi mîlyonan hemwelatiyên Yekîtiya Sovyetê can didin ku gelek kurdên Sovyetistanê jî, ji bo parastina Sovyetistanê beþdarî þer dibin. Akademîsyen Sedat Ulugana tesîra vî þerî ya li ser dengbêjiya kurdên Sovyetistanê bi kilaman girtiye dest. Ulugana bi sernavê "Dengbêjiya Kurdên Soveyetê û Þerê Cîhanê yê Duyemîn" nivîsa xwe pêþkêþ kiriye. Eskerê Boyîk bi nivîsa "Dîroka elfabên kurdî li Ermenistanê" berê xwendevanan daye wê serdemê û parçeyeke din tarîxa alfabeyên kurdî yên li Sovyetistanê ronî kiriye.
Mesut Alp ku berê li ser yekem þerê biyolojîk nivîsîbû, di vê hejmarê de jî berê xwe daye jêrê Mêrdînê; Þerê Darayê ku wekî yekem þerê kîmyewî tê dîtin.
Lêkolîner Mehmet Bayrak li ser têkiliyên Îdrîsê Bedlisî û dewleta Osmaniyan sekiniye. Bayrak, bi belgeyan qala têkiliyên Bedlîsî yên ligel Osmaniyan dike û encamên van têkiliyan pêþkêþî xwendevanan dike. Ji nivîsên li ser dîrokê Fehîm Iþik jî li ser Dr. Qasimlo nivîsiye. Iþik, di 90 saliya Dr. Qasimlo de pirsa qatilên wî û hevalên wî dike.
Her wiha Recep Maraþli, Mihemed Ronahî, Fehîm Iþik, Rohat Alakom, Sezai Sarioglu, Mecnur Laçin bi nivîsên xwe; Selîm Temo, Ralph Waldo Emerson û Suat Baran bi helbestên xwe di kovarê de cih girtine. Ji bilî van Fewzî Bîlge jî bi tabloyeke xwe reng daye kovarê.
Ji bo têkilî:
twitter: @kovaradilop
instagram: kovaradilop
facebook: @kovaradilop
web: kovaradilop.net
e-mail: dilopdergisi@gmail.com