Di 25 saliya nivîskariya wî de em Çiya Mazî dikin mêvan
Cemil OGUZ
Di nav çîrok û helbesta kurdî de yek ji kesên ku ji xwe re cihek taybet vekiriye jî nivîskar M.Çiya Mazî ye. Di dawiya 94’an û destpêka 95’an de nivîsên wî hatine weþandin û niha 25 saliya nivîskariya wî ye. Hem ji ber berhemên hêja pêþkêþî wêjeya kurdî kiriye, hem kedek mezin daye kurdî û helbet ji bo 25 saliya nivîskariyê jî em vê mehê wî dikin mêvanê Portreya Mehê. Kerem bikin…
Li Kufragê tê dinê
M.Çiya Mazî di sala 1960’an de li gundê Kufragê ya Þemrexa Mêrdînê hatiye dinê. Piþtî temamkirina xwendinên xwe yên dibistana seretayî, navîn, lîse û zanîngehê (Beþa Îktîsadê) dest bi kar kiriye û tam bi temamî 25 salan di Þaredariya Þemrexê û Îdareya Herêmî ya bajarè Mêrdînê (Ozel Îdare) de kar kiriye û malniþîn bûye.
Salên destpêka nivîsa bi kurdî
Çiya Mazî helbet wekî hemû zarokên kurd dema hatiye dinê tenê bi kurdî zaniye lê axaftina bi kurdî, ne nivîsandin. Helbet wî dê çi bizaniya piþtî demek dê dest bi nivîsandina bi kurdî bike, pirtûkan binivîse, xelatan bigire… Ew wisa qala serdema nivîsandina xwe ya bi kurdî bo me dike: “Di salên 1990î de, dema saziyên kurdan bi xwe nû ava dibûn de ku wekî partiya HEP’ê nû ava bûbû, dema rojnameyek xwerû kurdî bi navê Welat nû dest bi weþanê kiribû, Enstîtuya Kurdî û Navenda Çanda Mezopotamya nû hatibûn damezrandin. Wê dema gellek kes ji ber ku bibûna endamê sendîkayan, bibûna endamên komeleyên pêþverû û mafê mirovan, yên ku xebat ji rojnameyên kurdî û kurdewarî dikirin, yên ku navê zimanê kurdî û kurdan bi kar dianîn bi awayekî faîl ne diyar dihatin kuþtin, min jî û tevlî ku karmendê dewletê bûm li Mêrdînê, dest bi nivîsandina kurdî kiriye, di paþ dîwaran de, bi dizî, veþarî. Ez dibêjim 'min kiriye', ji ber ku wekî xewnekê ye niha, ciwanên ew dem nedîtine bawer nekin mafdar in, lewre ez bi xwe jî ji dêleva wê demê ditirsim û þaþ û metal dimînim. Heta sala ku pirtûka min a yekemîn (2003) hat weþandin jî, haya gelek kesên derdor û nêzî min jê tune bû.”
Di Diyarnameyê de jî nivîsî
Li gor qeydan ji sala 93’yan ve bi kurdî dinivîse lê ji bo sala weþandina nivîsek wî wekî çapkirî diyar dike ku niha tam nayê bîra wî lê dibêje, “Ez ne þaþ bim meha dawî ya 94’an an jî destpêka 95’an bû nivîsa min hat weþandin.” Bi vî awayî serdema ku bûye bingeha nivîskariyê bo me tîne ziman. Ji wê salê de ji rojnameya Welatê Me, Azadiya Welat, Ozgur Polîtîka bigire heta kovarên wekî Jiyana Rewþen, Tîroj û gelekên din, her nivîsên wî hatin weþandin. Ji bilî van di malperên wekî Rewanbêj, Xendan û Pûkmedîa de nivîsên wî derketine. Çiya Mazî demek dirêj wekî qunciknivîskar ked da Diyarnameyê jî û nivîsên wî li wir jî hatin weþandin.
Xelatên wî
Ber bi dawiya salên 90’î ve Kovara Jiyana Rewþen pêþbaziya çîrokan dide dest pê kirin û rastî eleqeyê tê. Di van pêþbaziyan de yek ji wan kesên ku bi ser dikeve jî Çiya Mazî ye. Mazî bi çîroka xwe bi ser dikeve û xelata xwe jî ji destê kedkarê zimanê kurdî Feqî Huseyîn Sagniç digire. Ew li aliyek karmendiya xwe didomîne û li aliyê din jî xebata xwe ya nivîsandin û berhevkariya kurdî didomîne. Û dema sal bi ser 2000’î de dikevin wekî gelek nivîskarên Bakur yekem pirtûka wî jî derdikeve: “Mistek Jiyan, 2003, Çîrok”.
Encama berhevkarî: Ferhenga Gotinên Pêþiyan tê
Çiya Mazî yê ku çîrokên wî di rojname û kovaran de xwe nîþanî xwendevanan dane, vê carê bi pirtûkê hem dilê xwendevanan xweþ kiriye, hem di nav nivîskariya kurdî de ji xwe re cihekî xurt vekiriye. Wan salan nivîsandina wî ya çîrok û helbestan didome lê ew qîmetê dide berhevkariyê jî û pêre vê xebata xwe jî didomîne. Li ser vê yekê jî van gotinan bo me tîne ziman: “Berhevkariya çand û zimanê kurdî/kurmancî bû, ya min kiriye. Berhevkariya zargotina kurdî bû. Qîmeta wê ev e: ev cure xebat an beþa folklorê, zimanê kurdî li ser hîmê wî dide rûniþtandin, saxlem dike, ji sûnîbûnê dûr dixe, civakê bi dahatûya wê, bi demên çûyî ve girê dide, alîkariyê dike ku jiyana gel û neteweyan a dîrokî bi demên pêþ ve girê dide û afrîneriyek modern li ser vî esasî saz dike. Ev jî dibe dilxweþî, zanîn û xwenasîna mirovên hemdem ên gel û neteweyê.” Encama vê berhevkariyê di sala 2005’an de xwe nîþan dide û pirtûka wî ya “Ferhenga Gotinên Pêþiyan” wê salê di nav xebata zimanê kurdî, pirtûkxane û arþîva kurdî de cihê xwe digire.
‘Beyî helbestê çîrok ji bo min nîvî ye’
Di nav pirtûkên wî yên heta niha hatine weþandin de herî zêde pirtûkên çîrokan hene. Wî heta niha tam 5 pirtûkên çîrokan weþandine. Helbet ligel çîrokan ew helbestan jî diweþîne. Em dixwazin ew li ser van beþan tiþtinan bo me bibêje, ew dest pê dike: “têkiliya çîrok û helbesta min: Bêyî helbestê, çîrok ji bo min wekî nêvî ye. Lê gelo min heq daye wan an jî tiþtên di dil û mejiyê min de rijiyaye ser kaxezê? Gelek caran heyfê li hestên di dil û mejiyê min de ye tînim ku bi dilê min neketine an jî nikarîbûne têkevin ser kaxezê û bên ziman. Ji xwe huner jî ew e ku mirov tam hestên di dil de bi lêv bike. Zor e jî ji xwe. Yan jî mirov karibe hest û ramanên kesên din, giyanewerên din hîs bike û birijîne ser kaxezê. Yan jî mirov hîsê ji tiþtên ne giyanewer re bi hunerî biafirîne. Mirov dîmenên civakî, kesî û xwezayî bibîne û binivîsîne ew pir girîng in. Dîtin pir pir girîng e ji bo wêjevanekî. Tiþt û bûyerên ku min dîtine û zanim ku hinek kes nabînin, hinekên ku dibînin û nikarin, nizanin nav lê bikin, nikarin bi wate bikin, nikarin dersê jê bistînin û yên ku bandor li min kirine, dixwazim û min xwestiye bikim çîrok an jî honak, da ku ew bûyer, ew tiþt ew wate bi ber bê neçin û ramanên min û wêneyê qewimînan yên di wê derbarê de neqilî pêþerojê bibin, mayînde bimînin û bereya dîtinan fireh bikin. Her wiha ew nivîsa min ku wekî perçeyê ji bedena min dirûv digire, dê hestên min jî li dinyayê bihêle. Wisa jî li çîrok û helbestê dinêrim.”
Weþangeriya wî
Çiya Mazî ne tenê nivîsiye, di heman demê de van çend salên dawî xwe li weþangeriyê jî girtiye. Çend sal berê bi navê Berbang weþanxaneyek ava kir, hin pirtûk weþandin jî lê wisa diyar e ev beþ her çiqas bidome jî ji xebatên wî yên din sistir ma. Ew dibêje: "Ji ber ku min giraniya xwe daniye ser nivîskarîyê û kêmasiya aborî jî bandor kiriye ku weþangerîya wî bi þûnde maye."
Ji bilî van xebatan Çiya Mazî demek di Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de li ser berhevkarî û folklora kurdî ders jî dan û xwendevan gihandin; her wiha di panel û gotûbêjan de jî qala berhevkariya kurdî kir. Midûr: Ev çi ne? Ew jî wekî gelek nivîskarên kurd di dema zehmet re derbis dibe. Kompîtur tune binivîse. Bi daktîloya li cihê kar nivîsên xwe lê dike û ev jî karek zehmet e. Dê kes bibîne, gilî bike? Ev zehmetiyên cihê kar di heman demê de balkêþ in jî. Em dixwazin hinek qal bike, ew dibêje, “Min Azadiya Welat dixist bêrîka çakêt a hundur û diçûm kar, wekî ku min nivîs û navê xwe ji hevalên sendikayê jî vediþartin. Min gelek carî nivîsên xwe bi textîloya kar lêdikirin û li wir vediþartin. Serpêhatiya herî balkêþ jî dema min xelata çîrok girtibû qewimî di sala 1999’an de. Piþtî ku min ji destê mamosteyê nemir Feqî Huseyin girt, ez çûm nivîsgeha kovara Rewþenê û min xelatên ku dabûn min, wekî pirtûk, plak û hwd hilgirtin, aboneya salekê ya Jiyana Rewþenê jî diyarî bû. Min ji berpirsiyaran re got kovaran biþînin navniþana cihê kar (ji ber ku ya mal nedibû). Lê min temiyên zexm kirin ku baþ ambalaj bikin û li ser zerfê jî navê min ê nasnameyê binivîsînin ango bila ne Çiya Mazî be. Piþtî ku ez vegeriyam bi 15 rojan li kar, min dît ku Mudur bangî min dike. Ez çûm odeya wî. Ez çi bibînim; kovara Jiyana Rewþen bi berga xwe ya kurdewar li ser maseya wî ye. Navê li ser zerfê rê min da, hem Çiya Mazî hem navê min ê nasnameyê Musa Demirel bi hev re nivîsandine û logoya NÇM jî li ser. Ango nehiþtine ba di ber re here. Got, “Ev çi ye brêz… ?” Mudurê me ji Çorumê bû, di asta cîgirê walî de bû, yekî gelekî xwe diparast ji bûyerên civakî. Ez çi bibêjim, min fam kiriye ji xwe. Tiþtekî bikim jî tune bû. Karîbû bi awayekî gilî bikira û ez ji kar bihatama avêtin. Pir hêsan bû jî. Min got ev reklam in û wan nas jî nakim. Tiþtê pêþî hatibû bîra min ev bû. Lê wî got, ev bi çi zimanî ye û Çiya Mazî çi ye? Ne got, kî ye. Got, çi ye. Ev bû firset ji min re ku nizane ew navê min e û nivîs bi wî navî di wê kovarê de heye. Min pê re got ew navê navçeya me ye, bi texmînî navan hildibijêrin û diþînin, ew nivis jî bi kurdî ne, li Stenbolê tiþtên wisa bi kurdî pir in. Min got gelo çima zerf vekiriye? Got ew zerf vekirî hatiye. Belkî wî jî vekiribû, lê min pir zêde nekir… Bawer bike destê wî tevlî kovarê diricifî. Got, ez karim aniha te gilî bikim, tu zanî? Min got, min tu sûc nekiriye lê tu zanî, tu çi dikî bike û hew peyîvîm. Hinekî fikirî got: Ji bo Xwedê bila careke din neyê vê derê ev tiþtana. Min got temam û min rahiþt kovaran derketim wekî ku ez dê wan biavêjim. Tu gilî milî jî nekiribû.” Encam: Pêvajoya nivîskariyê didome Di dawiyê de tiþtê ku bê gotin: 25 sal, kedek mezin ji bo çîrok, helbest û berhevkariya kurdî, ji çarîkek sed salî zêdetir e keda ji bo zimanê kurdî… Çiya Mazî ku niha li Stenbolê dijî xebata xwe ya nivîsandinê didomîne û dê her bidomîne jî.
BERHEMÊN WÎ YÊN HATINE ÇAPKIRIN:
Kurteçîrok:
- Mistek Jiyan, 2003
- Mijarên Mîqro, 2009
- Bahol, 2011
- Peyarêk, 2013
- Tebatî, 2019
Helbest:
- Palûte, 2008
- Baranên Çilesrî, 2017
- Bayê Zewêdiyar, 2019
Werger:
- Ahûzîn (pirtûka Muslum Yucel), 2008
Lêkolîn / Gotar
- Ferhenga Gotinên Pêþiyan, 2005
- Baxek ji folklora kurdî-ji derdora Mêrdînê, 2014
- Ez çûm ku neçûm ku, 2015
M.Çiya Mazî di 25 salan de bi ser dehî re pirtûk nivîsandin û weþandin.