Gotinên Bi Rûdank
Ulku BÎNGOL
Jinika çavê xwe bi berçavkê, devê xwe bi rûdankê pêçabû, perikên baweÅŸîna xwe wekî boça teyrê tawis vekir, zîbera xwe baweÅŸîn kir û ji mêrê xwe re got: Va mîrata ÅŸêwba nexweÅŸiyê biqede jî, ne bawerim mirov rûdankên li ser devê xwe deynin êdî.
Mêrikê keçel yê ÅŸewqeyekî pot li sêrî, her du destên xwe da ser gûzekên çogên xwe, miz da û got: Çima wê daneyne vê mîrata rûdankê..Yekcar hilma mirov teng dike van rûdankên genî..Carna wekî yekî dest xistibe xeneqa min, dikim bifetisim ji ber vê rûdankê..
Jinikê got: Dixwazî rûdankên xwe em derxin hinekî dayne, kes tune ye ji xwe, em rûnistîne.
Û got:
Erê hinekî zehmetiyên wê hene, devê mirov hinekî diÅŸeliqe, devê mirov carna dibe wekî guhanê ÅŸalikkirî yên bizinan.
Mêrê wê keniya û got: Erê berê berx û karên ji ÅŸîr venebûbûn dema ku bi kerî ra diÅŸandin çolê guhanên mî û bizinan ÅŸalik dikirin, bo ku berx û kar ÅŸîr nemijin..
Mêrik rûdanka xwe danî ser masê û bi destmala di dest xwe de germ û hilma dora devê xwe ziwa kir û bi ken ji jina xwe ra got: Tu dibînî devê min çawa bûye wekî guhanekî ÅŸeliqî di nava vî ÅŸalikî de..
Jinikê jî rûdanka xwe daxist bin çengeya xwe, berçavka xwe kiÅŸand ser porê xwe û got: Te bala xwe dayê zêde kes bê rûdank dernakevin der êdî. Ji xeynê zarokan, hinek naÅŸiyan û dînan..
Mêrik gotin ji devê jina xwe girt û got: Sed salî bifikiriyama nedihat bîra min wê li ber devê her kesî ev rûdankên wekî ÅŸalikên bizinan hebin.. Wê rojê ez gelekî bi dikandarekî keniyam..
Jinikê got: Nedihat bîra kesî jî! Bo çi keniyayî?
Mêrik bi ken got: Ez tî bûbûm, min avek ji sarinca dikandar ya li derve girt û derbasî dikanê bûm ku heqê avê bidim dikandar.. Lê bi ketina min a dikanê ez piÅŸkiyam û keniyam..Dikandar rûdanka xwe ya spî, wekî berçavka te, li ser serê xwe girê dabû.
Jinikê bi ken got: Çima li ser serê xwe girê dabû?
Mêrik: Dikandar fêm kir ez bi rûdanka wî ya li ser serê wî dikenim. Go: “Guhê min diêÅŸê loma min li ser serê xwe girê daye..A ji ber van benikên wê."
Mêrik dikeniya: Xwezî min wêneyekî wî bigirta..Min got te baÅŸ kiriye rast e guhên mirov diêÅŸînin benikên van rûdankan..
Jinikê dîsa gotin anî ser gotina xwe ya ewîl: PiÅŸtî nexweÅŸiyê jî wê daneynin!
PiÅŸtî mirov rûdankê dide ser devê xwe bilebil û axaftina xwe bi xwe re hê ewletir dibe. Ez dibêjim loma her kes zû hînî vê rûdankê bûn!
Mêrik got: Bala min jî kiÅŸand mirov pir di bin rûdankan de dikin bilebil..Lê ez dibêjim hinekî jî ji cirmê ditirsin...Hezar panot cirm tê birîn kesên bê rûdank derkevin derve.
Jinikê baweÅŸîna xwe vekir dîsa: Ev muzîk nahêle dengê me here hev! Dengê wê bigirta, me wîtwîta çîvîka guhdar bikira çêtir bû!
Û destê xwe ji keçika çayger re li ba kir. Çaygera devê xwe bi rûdankê pêçabû hat û go: Fermo xanim!
Jinikê bi dengekî nerm got: Berxa min dixwazim hinekî wîtwîta çivîka û ÅŸirîna dengê avê guhdarî bikim. Tu dikarî dengê vê muzîkê bigirî ji kerema xwe re..û ji me re ava rihanan bîne ji kerema xwe re. Bila cemidî be.
Keçika garson got: Ser çavan?
PiÅŸtî keçikê dengê muzîkê birî, ÅŸirîna ava piÅŸkavê û wîtwîta çivîkên li ser darên kevnar aramiyek xist hewÅŸa Qonaxa Skender PaÅŸa. Qonaxa Skender PaÅŸa wisa di kuçeyek teng de bû, kesên nizaniba bawer nedikir hewÅŸek ew qas fireh û qonaxek ew qas mezin di paÅŸ vî dîwarê hewÅŸê yê bilind de heye.. Di her du deriyên nizm û kemberkî de mirov ji kuçeyek teng, derbasî hewÅŸek fireh dibûn. Ev hewÅŸa fireh bi darên çinarê, yên tûyê, yên hinar û gilyazan û qurmên gulan û hêjîran hê xweÅŸiktir bûbû. Wîtwîta çivîkên li ser darê û kevotên li dora borexaneya di hewÅŸê de û ÅŸirîna avê armoniyek xweÅŸik li hewÅŸê belav dikir.
Jinikê destê xwe di lîça biçûk a piÅŸkavê de kir û got: Canê min esir ÅŸikiyayî jî, tu dibînî çiqas germ e. Hêk li erdê dixaÅŸ e..
Mêrik jî xwarê ava di lîçê de bû, destê xwe hênik kir..Keçikê du bardax ava rihanan danî ser masê û got: Wekî din tu daxwaza we heye gelo?
Mêrik got: Na, spas..
Jinikê zîloka di nav ava rihana sor wekî ÅŸeraw da spart nav lêvên xwe, qurt kir û got: Ox xweÅŸ... Cemidî ye tîna me diÅŸkîne..
Û got: Erê hezar panot cirm zêde ye..Lê bi ya min mesele hew ne cirm e..Mirov bê tirs di bin rûdanka da dikare kerb û hêrsa xwe birijîne.. Çêr di nav devê mirov û rûdankê de dimîne..Loma ewle ye.
Mêrik jî got: Erê bê rûdank ji xeynê kesên dîn,kesekî newêrîbû bi xwe re bikira bilebil. Lê niha her kes dike bilebil di bin rûdankan de..
Jinikê got: Min bala xwe baÅŸ dayê ciwan, kal û pîr, mêr û jin her kes di bin rûdankê de piste pista wan e gotinan dibêjin...Ne bawer im mirovan tu carî ew qas bi xwe re kiribin bilebil..Em jî dipeyivin, her kes dipeyive..
Mêrik destê jina xwe xiste kêfa destê xwe, ramûsa destên wê û got: Cana min kelkela germê hinekî ÅŸikiya êdî, em qerimîn li vir, rabe hinekî em bigerin li nav bajêr..
Jinikê jî destê mêrê xwe ramûsa, berçavka xwe daxist ber çavên xwe, rûdanka xwe kiÅŸand ber devê xwe û rabû çû hesab da û derketin..
Di kuçeyên teng yên sî li ser de, bi destê hev girtibûn, dimeÅŸiyan..Kesên dihatin û diçûn ji xeynê zarok û nahÅŸiyan devê xwe bi rûdankê pêçabûn..
Jinikê ji mêrê xwe re got: Dengê vî zilamê derbas bû hat te, got çi di bin rûdankê de?
Mêrik: Erê got; Bes e êdî, em ne xulamên ber destên we û wan e!





